Foza Yûsif ji bo seferberiyê bang kir: Em berxwedana topyekûn radigihînin

Endama Dîwana Hevserokatiyê ya PYD'ê li dijî dewleta Tirk a dagirker ji bo seferberiyê bang kir û got, "Em berxwedana topyekûn radigihînin."

Endama Dîwana Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker şerekî topyekûn li ser herêmê daye destpêkirin û destnîşan kir ku ew ê jî bi rengekî topyekûn li ber xwe bidin.

Foza Yûsif banga seferberiyê li gel kir û got, "Dewleta Tirk li dijî me şerekî topeykûn ragihandiye. Êrîşî her tiştî dike. Ev êrîş ji bo tunekirina hebûna gelê me ya li herêmê ye. Di nava hiqûq û pîvanên navneteweyî de cihê xwe nîne."

Foza Yûsif li dijî êrîşan banga yekîtiyê kir û got, "Em berxwedana topyekûn radigihînin. Gelê me li hemû bajaran û saziyan divê li dijî vî şerî seferber bibe. Em rêveberiyên xwe û bajarên xwe biparêzin. Di her kêliyê de em seferber bibin. Îro roja berxwedan û rûmetê ye. Divê em bibin yek û li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst bisekinin."