Foza Yûsif: Hilbijartin peyameke xurt bû

Li Sûriyê û li tevahiya Rojhilata Navîn gelan ev cara yekem e ku di nav xwe de li hev kir, mitabiq bûn ku kota diyar kirin û ji bo xwe bi xwe bi rê ve bibin, meclîsan ava dikin, xwe rêxistinî dikin.

Hevseroka Konseya Rêveber, Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê got, bidawîbûna hilbijartinên cihî ku qonaxa duyem a hilbijartinan bûn, bi awayekî serketî û bi beşdariyeke xurt, ji bo yar û neyaran bûye peyameke baş. Yûsif got, gelan federasyon erê kiriye û çareserî jî li gel wan e.

Hevseroka Konseya Rêveber, Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê, bersiva pirsên me yên di biwara hilbijartinên 1´ê Kanûnê de da.

Bêhtirî 800 hezar kartên hilbijêran hatin belavkirin. Hejmara hilbijêran û beşdariyê li gorî serjimara xelkê, xwedî rêjeyeke çawa ye? Rêjeya beşdariyê çi îfade dike?

Di dema birêvebirina civînên Riyad û Cinêvê de ev hilbijartin pêk hatin. Di pêvajoyeke bi rengî de hilbijartin, peyamek bûn. Vê nîşan da ku Bakurê Sûriyê û tevahiya gelên Sûriyê xwediyê wî mafê ne ku pirsgirêkên xwe bi hêz û dînamîkên xwe bi xwe çareser bikin. Van hilbijartinan ne bi tenê ji bo Bakurê Sûriyê, ji bo tevahiya Sûriyê rêyeke çareseriyê nîşan da û perspektîfek danî meydanê.

Ji ber ku hilbijartinên meclîsên herêmî bû, berevajî hilbijartinên komunan tenê li deverên navendî sindoq hatin danîn û tevî ku şer jî dewam dikir, elaqeya gel zêde bû. Rêjeya ji 69 beşdariyê, rêjeyeke pirr girîng e. Kesên ku çûn ser sindoqan ne tenê ji bo endamên meclîsan deng dan, gelên ku bi hev re dijîn, nîşan dan ku ew Sîstema Federalîzma Demokratîk jî qebûl dikin û wê weke rêya çareseriya pirsgirêkan dibînin. Ev aliyê hilbijartinan pirr girîng e.

Li Sûriyê û li tevahiya Rojhilata Navîn gelan ev cara yekem e ku di nav xwe de li hev kir, mitabiq bûn kota diyar kirin û ji bo xwe bi xwe bi rê ve bibin, meclîsan ava dikin, xwe bi rêxistin dikin.

Hûn dikarin pêvajoya ji niha û pê ve, ango, diyarkirina kotaya ji sedî 40´î, piştî avakirina meclîsan diyarkirina rêveberiyan ji me re rave bikin? Taqwîmeke çawa li pêşiya we ye?

Li gorî Peymana Civakî, me diyarkiribû ku ji sedî 60´ê hilbijartinan giştî ye û ji sedî 40 jî wê li gorî kotayê be. Ev jî kotayek e, ji bo ku nûneriya gelan, ciwanan û diyanetên cihê misoger bike, hatiye danîn. Qanûna Hilbijartinan bi espriya ku hemû aliyên civakî û hemû diyanet karibin bên temsîlkirin. Li gorî tabloya bi hilbijartinan derketî holê, jin ji sedî 50´ê temamê meclîsan pêk tînin. Ji bo hemû meclîsan kotaya ciwanan heye, û ciwan di meclîsan de cihê xwe digirin. Ya sisiyan jî, ji bo nûneriya hemû gelan, bi awayekî yekdengî lihevkirî kota hatin diyarkirin û ev gel di meclîsan de cihê xwe digirin.

Di hilbijartinan de ji bilî Kurdan, beşdariya gelên din hem di warê namzetiyê de û hem jî di warê dengdanê de çawa bû, ev rewş ji bo siberoja Bakurê Sûriyê çi îfade dike?

Beşdariya hilbijartinan a gelên ji derveyî Kurdan ên li Bakurê Sûriyê bilind bû. Nexasim li wan deverên Ereb lê dimînin, beşdarî zêde bû. Ji bo serketina projeya me dayî ber xwe ev yek gelekî girîng e. Beşdariya hemû gel û derdoran li Hilbijartinan nîşan dide ku hemû gelan û derdorên civakî perspektîfa Neteweya Demokratîk qebûl kiriye. Gel dixwazin li ser bingeha azad û wekhev bi hev re bijîn. Ev yek di heman demê de peyameke xurt e ji bo hêzên herêmî û navneteweyî jî. Beşdariya xurt nîşan dide ku proje wê bi ser keve. Ev hilbijartin wê gelekî destekê bidin daxwaza gelan ya ji bo ku gel bi hev re di nava aştiyê de bijîn.

Ji serî ve avahiyên siyasî yên bi Tirkiyeyê re hereket dikin û PDK rê dide ber wan, xwedî helwêsteke dijber bûn, hûn helwêsta wan çawa dinirxînin? Nexasim jî piştî referandûmê hezîmeta dayî der tesîr li wan jî nekir?

Van komên elaqedarî dewleta Tirk hilbijartinên komunan boykot kir. Van hilbijartinên dawiyê jî xwestin vê bikin. Di dema hilbijartinên komunan de hîna referandûm li Başûrê Kurdistanê bi rê ve neçûbûn û encam nehatibûn eşkerekirin. Tevî vê jî komên ser bi ENKS´ê jî çûn ser sindoqan û bi rêjeyeke mezin dengê xwe dan. Tesîra ENKS’ê li ser derdorên gelekî nêzî wan jî pirr kêm e. Her kes dibîne ku projeya pêkhatî anî, projeyeke neteweyî ye, û ji bo parastina mafê hemû Kurdan hatiye bipêşxistin. Derdorên ku di warê siyasî de xwe weke ENKS´yî didin nîşan, hem beşdarî hilbijartinên komunan û hem jî yên meclîsan bûn. Di qonaxa sêyem a hilbijartinan de hem Kurd û hem gelên din ên herêmê wê xurttir beşdar bibin.