'Bi piştevaniya civakî em dikarin heq ji vê pêvajoya zehmet derkevin'

Endama Rêveberiya PYD'ê Foza Yûsif diyar kir, ku ew li dijî şewbê û êrişên dewleta Tirk li ber xwe didin û got, tevî tevdîran wê bi yekîtî, moral, manewiyat, sebir, fedakarî û berpirsyariyê ji nava vê pêvajoya zehmet derkevin.

Endama Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif diyar kir, Rêveberiya Xweser bi saziyên xwe yên tenduristiyê û kedkarên xwe yên tenduristiyê li gorî derfetên xwe seferber bûye û berpirsyariya xwe bi civakê re parve dike.

Endama Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif ji ANF'ê re axivî.

Foza Yûsif bi bîr xist, ku şer û êriş rîska belavbûna şewbê zêde dike, pêşî li tevdîran digire, lewma Neteweyên Yekbûyî bang li her kesî kir û got, "Lê belê dewleta Tirk guh nade vê bangê. Gihîştiye wê radeyê ku bombeyan li stasyonên avê bibarîne, avê qut bike. bi şer û siyaseteke bêexlaq dixwaze şewb li vê derê jî belav bibe û rê li ber felaketekê veke. Heta niha çete bi kar dianî, niha jî dixwaze şewbê bi kar bîne."

Foza Yûsif diyar kir, helwesta hêzên rejîma Sûriyeyê ya li dijî êrişan gelekî qels û got, "Bi taybetî di êrişa dawî de ya li Til Temirê hate dîtin. Dewleta Tirk careke din qanûnên navneteweyî û serweriya Sûriyeyê binpê dike. Helwesta ku li dijî vê tê nîşandan lawaz e."

Têkildarî tevdîrên wan ên li dijî şewba vîrûsa koronayê jî Foza Yûsif got, "Rêveberiya Xweser heta niha biryarên di cih de girt û kedeke mezin nîşan dide. Eger li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hîn nexweşekî bi vîrûsê tine be ev yek tiştekî tesadûfî nîne. Sazî û kedkarên tenduristiyê, şaredarî û kedkarên wê, Asayîş, yanî Rêveberiya Xweser sazî û derfetên xwe hemû seferber kiriye. Bêguman hin rastî jî hene. Li tevahiya Sûriyeyê navendên tenduristiyê, plansaziya tenduristiyê hemû bûne qurbanên tenduristiyê. Alîkariye hikumeta navendî ji bo vê derê nîne. Sazî û rêxisitnên navneteweyî jî ku şaxên wan li vê derê hene piştgiriyê nadin. Di rewşeke wiha de em berpirsyariyê bi civakê re parve dikin. Em dixwazin her kes xwe berpirsyar bibîne. Eger em bi xemsarî, sist û necidî nêzîk bibin hingî em ê rê li ber belvabûna şewbê vekin. Ji ber ku li çar aliyên me şewb heye. Divê em hîn bi dîsîplîn, bi piştevanî û tevdîran tevbigerin ku karibin pêşî li hatina şewbê bigirin. Divê em hev bi tenê nehêlin, derfetên xwe parve bikin."

Foza Yûsif bal kişand ser kampanya Heyva Sor û got, "Her mirovên xwedî exlaq, bi rûmet, hezkiriyê civaka xwe û dixwaze bi tenduristiyeke baş bijî divê tevlî vê kampanyayê bibe. Pêwîste komun û meclîsên me baş bixebitin. Li kîjan gundî, li kîjan taxî pêwîstiya kîjan malbatê hebe divê li gel wê malbatê bin.

Rizgarî bi civakîbûnê dibe, bi jiyaneke wekhev û piştevaniyê dibe. Bi yekîtî, moral, manewiyat, sebir, fedakarî û berpirsyariyê em dikarin ji nava vê pêvajoya zehmet derkevin."