Festîvala Lêlûnê bi xelatkirina fîlmên serketî bi dawî bû

Festîvala Lêlûn a Fîlman a Navneteweyî li kampa Berxwedan a Şehbayê bi xelatkirina fîlmên ku ji aliyê komîteya nirxandinê hatine hilbijartin, bi dawî bû.

Di 21'ê Îlonê li kampa Berxwedan a Şehbayê festîvala Lêlûn a Fîlman a Navneteweyî di bin dirûşmeya "Tek gulek nabe gulistan" hate lidarxistin.

Îro jî di 27'ê Îlonê de bi hezaran ji xelkê Efrînê û Şehbayê bi kelecanî û kêfxweşî derbasî qada festîvalê ya li Kampa Berxwedanê bûn.

Festîval bi rêzgirtina ji bo hemû şehîdên têkoşîna azadiyê hate destpêkirin û piştre strana festîvalê ya ji aliyê Ciwan Hesen hatibû amadekirin, hate pêşkêşkirin. Stran bi Kurdî, Erebî û Îngilîzî hate strandin.

Di berdewamiyê de li ser navê Meclîsa Malbata Şehîdan a herêma Efrînê Şaziya Ibrahîm û li ser navê rêveberiya herêma Şehbayê Hediya Yûsêf axivîn. Axaftvanan diyar kirin ku dagirkerî bi tang û topan şer dike em ê bi çand û hunera xwe şer bikin û gotin, “Festîvala Lêlon a fîlman a navneteweyî diyar dike ku Kurd tu carî şer naxwazin û her dem aştiyê dixwazin.”

Piştre li ser navê rêveberiya festîvalê Mih El-Dîn Erselan, Mesûd Kirad û Cangî Ebdo axivîn. Axaftvanan spasî li derhêneran kirin ku fîlmên xwe şandine.

Di berdewamiya festîvalê de belgefîlma li ser ked û komuna sînemayê ya ji bo lidarxistina vê festîvalê hate pêşkêşkirin.

Piştre bi rêya Skype Komîteya Nirxandinê a festîvala Lêlonê bi awayekî zindî tevlî festîvalê bûn û nirxandinên xwe pêşkêş kirin.

Komîteya Nirxandinê diyar kir ku;

Xelata baştirîn fîlma anîmasyonê dane fîlma bi navê "This side, Other side" ya derhêner Lînda Fadlî.

Xelata baştirîn a Xelata Komîteya Nirxandinê dane fîlmê "El-Zemkan" ê derhêner Karim Tajouaout.

Xelata anîmasyonê dane fîlmê "Ev alî, ew alî".

Xelata belgefîlmê herî baş jî dane fîlmê "Zilamê pîr û stranbêj" yê derhênerê Îranî Amir Osnalou.

Xelata Jinê ji bo lîstikvaniya ku kesayeta Anahîta dane fîlmê "Return" ê derhêner Selman Denîz.

Xelata Jinê ya baştirîn dane fîlmê "Ber bi rojê ve" yê derhêner Zîlan Silêman.

Xelata Kurtefîlmê herî baş dane fîlmê "Return" ê derhênerê Kurd Selman Denîz.

Xelata baştirîn derhênerî dane fîlmê "Ji bo azadiyê" yê derhêner Ersîn Çelîk.

Her wiha 35 xelatên sembolîk dane saziyên sivîl ên beşdarî mîhrîcanê bûne.

Mîhrîcana Lêlûn a Fîlman a Navneteweyî bi çalakiyên hunerî yên Komên Çand û Hunera Efrînê bi dawî bû.