Fermandariya Giştî ya YPG’ê, Fermandar Xebat Dêrik bi bîr anî

Fermandariya Giştî ya YPG’ê: Destkeftiyên ku îro li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bidestxistin, bi saya fedekariya şehîd Xebat Dêrik û 12 hezar şehîdan hatin bidestxistin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi boneya 12’emîn salvegera şehadeta Demezirînerê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Xebat Dêrîk, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Hevrê Xebat di temenê xwe yê ciwan de ji fikrên Rêber Apo bandor bû û bi vê wesîleyê Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir. Rasterast perwerdeya ku ji Rêber Apo bi xwe girtiye, berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Rêheval Xebat ku di demeke kin de xwe di warê leşkerî de li çiyayên Kurdistanê bi pêş xist, di gelek qadan de erka xwe ya şervantî û fermandartiyê bi layiqî bi cih anî. Piştî ku rola xwe ya pêşeng di qonaxên krîtîk ên pêşketina Tevgera Azadiya Kurdistanê de bi serketî bi cih anî, li hember tevgerên gelêrî yên ku li seranserê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê derketine bêdeng nema, vegeriya warê xwe yê jidayikbûyinê. Li ser bingehê fikir û felsefeya Rêber Apo, amadekariyên destpêkê yên şoreşa Rojava kir. Di berdêla keda 20 salan a Rêber Apo ya li herêma Rojava de, bingehê modela Neteweya Demokratîk ku hemû gelan di hûndirê xwe de dihewîne, bi pêşengiya rêheval Xebat hate pratîk kirin. Wî destnîşan kir ku ji bilî afirandina hêza parastina gel, pêwîste civak xwe birêxistin bike û xwe bi rêve bibe û di vê çarçoveyê de pêşengiya xebatên rêxistinkirina gel kir. Bi danûstandina rasterast bi her beşê civakê re, ciwan û civaka giştî da zanîn ku rêxistinbûna ciwanan pêwîstî û pêdiviyek e, da ku ciwanên ku hêza dînamîk a civakê ne, rola pêşengiyê bilîzin. Bi vê re hêz da ciwanan û ciwanan di her demên krîtîk ên şoreşê de rola xwe leyîstin.

Rêheval Xebat di wê bîr û baweriyê de bû, her gelê ku dixwaze di nava gelên cîhanê de cih bigire divê beriya her tiştî bibe xwedî hêza xwe ya parastinê, ger gelê ku nikaribe xwe biparêze wê têk biçe. Li ser vê bingehê ji bo avakirina hêzeke leşkerî, gelek hewl da û rê li ber avakirina YPG'ê vekir. YPG’ê ku bi şoreşa 19’ê Tîrmehê hate avakirin, sedema ku di demeke kin de li cîhanê hate naskirin û hembêzkirin, nirxên wê û destkeftiyên mirovahiyê ye ku afirandiye. Hêza ku îro li Rojava û Sûriyeyê herî zêde li dijî terorê şer dike û gelek komên çete û terorîst ji holê rakir YPG bi xwe ye. Ji ber vê yekê ger îro YPG ji aliyê gelên bindest ve hatibe hembêzkirin, ev bi saya şehîd Xebat Dêrik û bi hezaran hevrêyên me yên şehîd e. Ger tirs û fikarên ku DAÎŞ’ê li cîhanê afirandiye ji holê rabû, ev bi saya hêza ku Şehîd Xebat pêşengiya wê kir û ruhê wî temsîl dike ye.

Rêheval Xebat ku ne tenê hêzek li ser esasê xweparastinê afirand, di heman demê de ji bo pêşketina wê ya siyasî, çandî û aborî jî têkoşînek xurt da meşandin, pêşengê hemû pêşketinên îroyîn e. Ji ber ku bû hedefa hêzên dij-şoreşê û di encama xiyanetekê de şehîd ket, ev rastiya têkoşîneke wiha ye.

Destkeftiyên ku îro li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bidestxistin, bi saya fedekariya şehîd Xebat Dêrik û 12 hezar şehîdan hatin bidestxistin. Divê em hemû şopdarên rêya fermandar Xebat û tevahî şehîdên xwe bin. Her kesê li ser vî esasî têdikoşe, divê têkoşîna Fermandar Xebat Dêrik ji xwe re esas bigire. Her çi qas em di destpêka şoreşê de xwedî kêm derfet bûn jî, lê bi saya Şehîd Xebat gavên mezin hatin avêtin. Em îro xwedî derfet in û pêwîste her kesek li gor hêza xwe û qebîlîyeta xwe têkoşîna azadiyê bilind bike. Ji bo em welatekî baştir ji nifşên nû re bihêlin, divê em rêxistina xwe xurt bikin, destkeftiyên xwe biparêzin û azadiyê misoger bikin.”