Fermandarê YPG’ê: Wê Efrîn artêşa Tirk a dagirker têk bibe

Fermandarê YPG’ê Mehmûd Berxwedan diyar kir ku dewleta Tirk li dijî Efrînê konsepteke nû ya êrîşê daye destpêkirin û got, “Wê Efrîn artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê têk bibe.”

Artêşa Tirk a dagirker li gorî peymana Astana 7’ê li ser navê “avakirina herêma ewle” ket Îdlîbê bi El-Nûsrayê li hev kir a ku navê xwe kiriye Heyet Tahrîr El Şam. Piştî tifaqa vê komê ya bi artêşa Tirk re, artêşa Tirk rojavayê Efrînê girt.

Di demên dawîn de tevgera artêşa Tirk a li ser Efrînê zêde ye. Fermandarê YPG’ê Mehmûd Berxwedan diyar kir ku “ev konsepta êrîşeke nû ye” û artêşa Tirk li ser sînor kozik û xendeqan dikole û avakirina qereqolan didomîne.

WEZÎRÊ TIRK GEF LÊ XWAR

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglû îro daxuyaniyek da û got, “Ji aliyê Efrînê ber bi Tirkiyeyê ve gef û êrîş tên. Li gorî plansaziyên me yên teknîkî, em kîngê biçin em dikarin mudaxele bikin, dibe ku em ji nişka ve jî têkevinê.”

Artêşa Tirk herî dawîn duh şev gundên Basûfan û Beiyê yê Şêrava bomberdûman kiribû. Têkildarî şer û rewşa herêmê fermandarê YPG’ê Mehmûd Berxwedan agahî da ANF’ê.

‘DEWLETA TIRK ŞEREKÎ QIRÊJ DIDE MEŞANDIN’

Berxwedan diyar kir ku dewleta Tirk ji zû ve ye li dijî Efrînê şerekî psîkolojîk dide meşandin û got, “Bi rêya şerê taybet dixwaze îddîayên bêbingeh bîne rojevê û şerê xwe yê qirêj veşêre. Dixwaze tevî çeteyên xwe êrîşî Efrînê bike. Hemû hewldana wan ev e.”

‘KONSEPTA ÊRÎŞEKE NÛ TÊ DESTPÊKIRIN’

Berxwedan diyar kir ku artêşa Tirk dixwaze êrîşeke nû bide destpêkirin û got, “Çeteyên El Nûsrayê yên li Îdlîb û Ezazê û bi bermahiyên DAIŞ’ê re dixwazin li hemberî destkeftiyên Efrîn û gelê Kurd konsepteke nû ya êrîşê bidin destpêkirin. Êrîşên li dijî Efrînê berê bi destê çeteyan dihat kirin. Lê di demên dawîn de bi destê leşkerên Tirk tê kirin û tê koordînekirin.”

‘EFRÎNÊ RÊ NEDA DAGIRKERIYA TIRKAN’

Berwedan diyar kir ku li hemberî êrîşan ji kalan bigire heta zarokan hemû gelê Efrînê ji bo xweparastinê bi rêxistin kirine û got, “Li Sûriyeyê heta niha, herêma herî ewle herêma Efrînê ye. Dewleta Tirk ji vî tiştî aciz dibe. Tenê Efrînê rê neda dagirkeriya Tirkan û îstîkrara xwe ya li herêmê parast. Dewleta Tirk niha jî dixwaze qetlîamê bike û gel bide koçberkirin.”

“DERFET KÊM IN LÊ ÎRADE XURT E…”

“Di demên dawîn de dewleta Tirk û çeteyên wê li ser xeta Basûfan, Baiyê, Cindirês û Ezaz, Eyn Daqnê û Şew Îsû Qestel Cindo êrîşên xwe zêdetir kiriye. Li van deran şer çêdibin. Ew ê gelê Efrînê bi derfetên xwe yên kêm lê bi îradeya xwe ya xurt li hemberî dagirkeriya Tirkan bisekine û ew ê axa xwe neterikîne. Tehdîd çiqasî zêde bin jî wê ev nebe kêşe û problem. Em bawer dikin ku wê îradeya gelê Efrînê dewleta Tirk û çeteyên wê têk bibe.”