Fermandar Xebat bû sembola Şoreşa Rojava
Heval Xebat bû sembola Şoreşa Rojava. Di serî de şehîd Xebat bi saya ked û berxwedana hemû şehîdan îro Şoreşa Rojava gihiştiye asta Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Heval Xebat bû sembola Şoreşa Rojava. Di serî de şehîd Xebat bi saya ked û berxwedana hemû şehîdan îro Şoreşa Rojava gihiştiye asta Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Di demekê de ku gelê Kurd derbasî pêvajoyeke nû dibû de, bi derketina Rêber Apo re di 27’ê Mijdara 1978’an de PKK hat damezrandin û ji bo rizgariya Kurdistanê hêviyên nû çêbûn. Bi berxwedana girtiyên PKK’î ya li zindanan û bi destpêkirina pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an de, êdî şoreşa Kurdistanê derbasî qonaxeke nû bû. Êdî têkoşîn li her çar perçeyên Kurdistanê û li Rojhilata Navîn belav bû. Di demeke wiha de Hevalê Xebat Dêrik jî weke piraniya ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ku ji ber siyasetên înkar û çewisandinê û ji bo derbara malbata xwe pêk bînin, neçar ma biçe dervey welêt.
Heval Xebat li Libnanê kadroyên pêşeng yên PKK’ê nas kir. Riya çareseriya tevahî pirsgirêkan nas kir û dît ku ger tekoşîna gel a ji bo azadiyê neyê nurtkirin, ne pêkan ku takekesek û malbatek karibe bi rûmet û azad jiyan bike. Li ser van bingehan di sala 1983’an de têkîliyên xwe bi kadroyên PKK’ê re ava kir. Êdî ew li Libnanê bû aligir û xebatkarê şoreşa Kurdistanê. Di sala 1985’an de jî derfet dît ku biçe Akademiya Mahsûm Korkmaz, perwerdeya bîrdozî û Leşkerî bibîne li wir Rêber Apo nas bike. Ji Rêbertî yekser fêrî raman û jiyana şoreşgerî bû û bû kadroyê PKK’ê. Heval Xebat bi ruhê welatparêzî, kedkarî, fedekarî û dilnizmiya xwe dihat naskirin û xwedî wê baweriyê bû ku çarenûsa her çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye.
Digot: “Jibo dagirker hebûna me qebûl bikin, divê destpêkê em hebûna xwe îsbat bikin, em bibin hêza leşkerî, civakî û siyasî.” Bi baweriyeke mezin û bê teredut di sala 1987’an de berê xwe da çiyayên Kurdisyanê û tevlî nava refên gerîla bû. Birîndar bû, gelek zehmetî kişandin lê tevî vê yekê jî, şehîd Xebat bi fedekariyeke mezin tekoşîna xwe domand. Her tim fermandarê şer û çalakiyên leşkerî bû. Pêşeng û şervanê azadiyê bû. Lê di heman demê de ew kadroyeke pêşeng yê partiya xwe bû. Xwe weke şagirt û milîtaneke li ser xet û felsefeya jiyanê ya Rêber Apo pênase dikir. Her çendî ku ew pir caran wek fermandarê şer dihat naskirin, lê dema xeta bîrdozî û rêxistinî ya partiyê rastî êrîşan dihat wî xwe ji têkoşîna parastina xeta partiyê ne dida paş. Ew ji bo parastina nirx û pîvanên jiyana partiyê ya li gorî felsefeya Rêber Apo amade bû her tiştî bike, ger were xwestin amade bû ku xwe feda bike. Şehîd Xebat mînak bû di wêrekî û hevaltiya xwe de. Bi qasî ku amade bû li dijî dijminê derve şer û tekoşînê bide meşandin, ew qasî jî amade bû ku li dijî nêzîkatiyên hundirîn yên derveyî xeta Rêbert û Partiyê têkoşîn bide meşandin. Erka wî di nava Partiyê de gihişt asta komîteya navendî ya Partiyê. Her wiha ji milê leşkerî ve di asta herî jor de bû fermandarê qadên gerîla, li hemû qadan şer da meşandin û berxwedan li her deverê pêşxist.
DI PÊVAJOYA ŞOREŞÊ DE HAT ROJAVA
Di wan salê direj ên tekoşîna di nava qada germ a refên gerîla de bû pêşeng û fermandar. Bû şahidê pir serkeftinan, lê di heman demê de pir heval li kêleka wî şehîd jî bûn. Wî her tim meşa li ser şopa hevalên xwe yên şehîd esas digirt, wefadariya bi şehîdan re weke erk û sozek ji xwe re esas digirt. Di Dema pêvajoya bihara gelan de dema li Sûriyeyê bi giştî û li Rojavayê Kurdistanê şoreş destpê kir. Yek ji hevalên pêşeng ku bê teredud xwe da ber erkên demê û vegeriya Rojavayê Kurdistanê şehîd Xebat bû. Em pir şanaz û kêfxweş bûn dema ku heval Xebat hat. Ji ber ku ew xwedî tecrube û tecrubeyên bi dewlemend ên şer û rêxistinê bû. Weke tê zanîn ji xeynî parastina civakî, siyasî û bîrdozî, parastina leşkerî jî pir girîng e. Lewma li ser bingehê parastina cewherî hêzeke leşkerî hate afirandin.
Şehîd Xebat tevî derfetên kêm jî bi hevrêyên xwe re şev-roj ciwan rêxistin kir û ji tunebûnê hebûn afirand. Bi taybetî jî di wê pratîkê de ew ciwan bi derfetên kêm li qadê lehengiyên mezin raber kirin. Bi vî rengî gel ji wan bawer kir û piştgirî da wan, di demeke kurt de bi hezaran ciwan li dora wan kom bûn, yanî bûn parçeyekî komê. Şoreşa Rojava li ser vî bingehî pêş ket.
Heval Xebat derbarê nirxên partiyê de hevalekî zelal bû. 12’ê Çileya 2012’an ji bo çareseriya pirsgirêkekî çû Qamişloyê û li wir di encama komployekî de birîndar bû. 14’ê Çileya 2012’an tevî hewldana bijîjkan jî şehîd bû. Şehadeta heval Xebat windahiyeke mezin bû. Piştî şehîdbûna wî li dijî xiyanet û zilmê hêrseke mezin derket holê. Bi hezaran ciwanên ku dilsozê bîranîna şehîd bûn, tevlî şoreşê bûn.
Bi tevlîbûna bi hezaran ciwanan hêzên YPG û YPJ’ê hatin avakirin. Heval Xebat bû sembola Şoreşa Rojava. Di serî de şehîd Xebat bi saya ked û berxwedana hemû şehîdan îro Şoreşa Rojava gihiştiye asta Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Ev şoreş ji bo hemû gelên Sûriye û Rojhilata Navîn bûye hêvî. Hevrêyên me yên mîna şehîd Xebat her tim wê bibin pêşeng û sembol. Ji bo ku em şoreşa azadî û demokrasiyê bi ser bixînin, em ê her tim hêz û cesareta wan mînak ji xwe re mînak bigirin.
Piştî şoreşê êrîşên pir mezin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kirin. Li aliyekî divê em li dijî van êrîşan xaka xwe biparêzin, li aliyê din jî divê li dijî sîstema netew-dewletê sîstema Xweseriya Demokratîk pêş bixin. Ev yek jî bi tarz û zanebûna şoreşgerî pêkan e. Jina azad û civaka azad bi zanebûneke nû tê afirandin. Ew zanebûn jî wê wisa pêş bikeve ku her kes li gorî paradîgmaya Rêber Apo xwe rêxistin bike û li pey şopa şehîdan bimeşe. Niha peymana civakî hat revîzekirin, wê bibe bingehê avakirina jinûve ya sîstemê. Eger îro em tevî hemû êrîş û gefan sekin û tarzê têkoşîna şehîdan mînak bigirin, wê bi ser bikevin.