BI DÎMEN

'Fêhmkirina parêznameyan fêhmkirina xwe, maf û azadiya xwe ye'

Rojavayiyên tevlî komên xwendina parêznameyên Abdullah Ocalan bûn gotin, "Bi xwendinê me xwest ku fikir û felsefeya Rêber Apo hîn baştir fêhm bikin û bigihînin civakê."

KOMÊN XWENDINA PARÊZNAMEYÊN ABDULLAH OCALAN

Di çarçoveya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komên xwendina parêznameyên Abdullah Ocalan hatin avakirin. Nêzî saleke li 10 bajar û 33 navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karên van koman dewam dikin. Hejmara koman her roj zêde dibe. Di koman de ku parêznameya Sosyolojiya Azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê xwendin, li ser hin beşên pirtûkê nîqaş têne kirin.

Ji koma xwendinê endamê Akademiya Abdullah Ocalan Îsa Selîm Mihemed Emîn qala armanca avakirina van koman kir.

Îsa Selîm diyar kir ku armanca wan belavkirina fikrê Abdullah Ocalan li nava civakê ye û got, "Em dixwazin fikir û felsefeya Rêber Apo fêhm bikin û bixin meriyetê. Bêguman ev yek ne tenê ji bo Kurdan e, di heman demê de ji bo Ereb, Suryan, bi kurtasî ji bo hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji ber ku felsefeya Rêber Apo ne tenê gelekî temsîl dike, ne tenê ji bo gelekî ye."

Îsa Selîm anî ziman ku di nava van koman de yên li nava akademiyê hatine avakirin, divê ew destpêkê felsefeya Rêberê Gelê Kurd fêhm bikin ku karibin ji civakê bidin fêhmkirin û got, "Bi vî rengî em dikarin pêşengiyê bikin. Lewma di nava van koman de em ne tenê dixwînin, her wiha nîqaş dikin, şîrove dikin.

Me bi komên biçûk dest bi vî karî kir. Ne tenê li Rojava, li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Bêguman ne tenê li taxan û li nava gel, di heman demê de li nava saziyên Rêveberiya Xweser jî wê weke perwerdeyê bê dîtin û kom bêne avakirin. Bêguman ne tenê bi sazî, dibistan û akademiyan dimîne. Li vê derê civak bi fêhmkirina Rêbertî mafên xwe, xwedîderketina li mafên xwe hîn dibe û bêguman rê û rêbazên xwedîderketina li Rêbertî hîn dibe."

'EM DIXWAZIN RÊBERTÎ BI RENGEKÎ RAST FÊHM BIKIN Û BI CIVAKÊ BIDIN FÊHMKIRIN'

Berdevka komê Taz Başa anî ziman ku ji bo Komploya Navneteweyî fêhm bike tevlî vê komê bûye û got, "Ne cara yekê ye ku ez parêznameyên Rêbertî dixwînim. Berê jî min xwendibû. Lê belê cara yekê ye ku tevlî komeke bi vî rengî dibim. Bêguman ev yek ji bo min tecrûbeyeke cuda ye.

Rêbertî di parêznameyên xwe de bi taybetî qala jinê û azadiya jinê dike. Yek ji wan mijaran e ku giraniyê didim ser wê. Gelekî girîng e ku azadiya jinê rast bê fêhmkirin, girîng e em azadiya xwe rast fêhm bikin. Her wiha girîng e em vê yekê ji civakê re jî vebêje, li nava civakê belav bike. Bi xwendina felsefeya Rêbertî bersivê ji pirsan re dibînim. Felsefeya Rêbertî ji bo sîstemên hegemonîk xetere ye. Lewma ewqas welat li hemberî Rêbertî li hev kom bûn û komployeke mezin kirin. Ji ber ku belavbûna felsefeya Rêbertî li nava civakan dihate wateya dawiya wan.

Rêbertî gelekî li ser exlaq û exlaqê civakê disekine. Em jî dixwazin vê yekê bi rengekî rast li nava civakê vebêjin û xwe bigihînin civaka exlaqî ku Rêbertî destnîşan kir. Fikrên Rêbertî li tevahiya cîhanê belav dibe, lê belê ji bo me hîn bêhtir girîng e ku em fikrên Rêbertî fêhm bikin. Ji ber ku me li vê derê şoreşek pêk anîn û ev şoreş bi fikir û felsefeya Rêbertî pêk hat. Li tevahiya cîhanê belav bû û Şoreşa Rojava li cîhanê dengekî mezin veda.

Em jin dixwazin pêşengiyê ji vê felsefeyê re bikin. Em dixwazin jin hemû vê felsefeyê rast fêhm bikin."

'HER KU MIN PARÊZNAME XWEND, MIN DÎT KU DI JIYANA MIN DE GELEK TIŞT BI RÊK Û PÊK DIBE'

Ji komê Medya Osî jî li ser armanca tevlîbûna xwe ya li nava komê got, "Hem li nava saziya ku lê dixebitim, hem jî li nava civakê dixwazim fikrê Rêbertî baştir bidim fêhmkirin û belavkirim. Lewma tevlî vê komê bûm.

Em ji destpêkê ve dixwînin, piştre bi hev re şîrove dikin, nîqaş dikin. Ev yek ji bo me kêrhatî ye ku em fêhm bikin. Ez gelekî kêfxweş im ku tevlî vê komê bûme. Ji ber ku her ku mirov dixwîne, fêhm dike ku giraniya wê baştir têdigihêje û dikare ji civakê re vebêje.

Her wiha bi vê koma xwendinê re min gelek pêşketin di kesayetiya xwe de dît. Hem di rêbaza axaftinê, hem di tempoya kar de hem jî di sekna xwe de gelek pêşketinên girîng dibînim. Karên me hîn rêxistinî û berhemdar dibe. Bi kurtasî bi her awayî guhertin çêdibe. Bêguman em ji berê ve felsefeya Rêbertî ji xwe re dikin esas û me fikrên Rêbertî dixwend. Lê belê xwendina parêznameya Rêbertî ya bi vî rengî hîn bêhtir hêzê dide me."