FEDERASYONA GAZIYÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî pevçûn û geşedanên li herêmê diqewimin, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya federasyonê bi vî rengî ye:
“Şer û gengeşeya li cîhanê û Rojhilata Navîn tesîra xwe li tevahiya Sûriyeyê dike, rewşa li welat a heyî hîn mezintir dike û gelên herêmê dixe nava tengasiyên pir mezin. Hêzên çete yên El Nûsra yên ku parçeyek ji DAÎŞ’ê ne, ji 27’ê Mijdarê ve bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker û faşîst, dîsa dest bi êrîşan kiriye.
Guman nîne ku di plansaziya van êrîşên dawî yên çeteyên El Nûsra yên li ser Helebê û derdora wê de, Rûsya û rejîma Sûriyeyê jî heye. Dîsa divê were zanîn ku serdema van êrîş û gengeşeyên heyî, rejîma Sûriyeyê bi xwe ye û heya kesayetek weke Beşar Esad ê lawaz û pasîf hebe, wê rewşa welat wiha be û dibe ku xerabtir jî bibe.
Lewaziya pergala Sûriyeyê û bêhakimiyeta wê dihêle ku welat ber bi serjêriyek xeter ve biçe, gelên herêmê her şerpeze bibin, bikevin rewşa penaberî û koçberiyê. Ev zêdetirî 12 salane gelên Sûriyeyê qet aramî û xweşî nedîtine, her mala wan li ser pişta wan e û heqaret li wan tê kirin.
Pêwîst e gelên Sûriyeyê zanibin ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn îro li ser serê wan tê pêkanîn û li ser vî esasî divê ji her şer û pevçûnan re xwe amade bikin, di zanebûna şer û komployan de bin. Lewma divê em li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe amade bikin.
Weke gaziyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina gelên xwe û xaka xwe em ji her tiştî re amade ne. Bi destekî, lingekî û çavekî be jî li ser esasê bîrdozî, bawerî û hêza em ji Rêber Apo û şehîdan digirin, em ê li hember van hemû êrîşên nemerdane di nav berxwedan û têkoşînê de bin.
Em soz didin tevahiya gelên xwe ku em ê ji bo parastina şeref û rûmeta wan di nav şer û berxwedanê de bin. Ji dil û can em bawer dikin ku wê serketin a gelên berxwedêr û şervanên azadiyê bin.”