Fedaiyên ku bi destê PDK'ê şehîd hatin xistin – IX

Şevket Henan qala keça xwe Rûxweş kir ku bi destê PDK'ê şehîd hate xistin û got, "Yên ku êşên bi vî rengî li me der kirin, yên ku hebûna xwe di hebûna dewleta Tirk de dibînin gelo ji bo Kurdan dikarin çi bikin?"

Rûxweş Şevket Mihemed. Bi navê xwe yê li nava gerîla Necbîr, sala 1973'an li gundê Şitka yê Efrînê ji dayik bû. Malbata wê sala 1983'an Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kir û ji nêz ve pê re eleqedar bû. Ji ber welatparêziya malbatê, Necbîr hînê di zarokatiyê de têkoşîna azadiyê nas kir, di nav de mezin bû. Sala 1989'an hînê 16 salî bû tevlî kar bû.

Necbîr 4 salan li Helebê û derdora wê karên rêxistinî kir. Di heman demê de perwerde da gel. Piştî ku li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerde wergirt sala 1993'an çû gerîla. Demekê li Botan û Bestayê gerîlatî kir. Sala 1997'an li herêma Bergarê ya Garê, di kemîna PDK'ê de şehîd bû.

HEQ JI HER KARÎ DERDIKET

Şevket Henan bi bîr xist ku wan sala 1983'an têkoşîna azadiyê nas kirin û bi vî rengî di jiyana wan de pêvajoyeke nû destpê kir.

Şevket Henan Mihemed ji bo keça xwe Necbîr got, "Gelekî bi kelecanî bû, rûken bû. Her kar dikir. Bi biryar bû. Dema ku şaşitî didît rexne dikir. Bi aqil bû, jêhatî bû. Di her mijarê de xwe bi pêş ve dibir. Heq ji her karî derdiket."

'ME BI COŞ EW ŞAND NAVA REFÊN GERÎLA'

Bav Mihemed anî ziman ku Necbîr hîn 14 salî bû hewl dida ji bo têkoşîna azadiyê bixebite û qala çîroka tevlîbûna wê kir: "Dema komkirina zeytûnan bû. Rojekê ji min re got, 'Eger tu rojane satilek zeytûn bide min ez ê bi te re werim komkirina zeytûnan'. Dema min jê pirsî bê wê çi bi zeytûnan bike, wê jî got 'Ez ê alîkariyê bi têkoşînê re bikim'. Ewqasî bala wê li ser têkoşînê bû. Di 16 salî de tevlî kar bû û 4 salan li Helebê kar kir. Rojekê bi hevalên xwe hate malê û got, ew dixwaze tevlî nava refên gerîla bibe. Hevalên wê jî ji me re got, 'Hûn qebûl dikin?' me jî got, em qebûl dikin. Me bi coş Rûxweş bi rê kir. Min Rûxweş hembêz kir û destê xwe da pişta wê, jê re got 'Rêya te vekirî be, oxir be'."

HEBÛNA XWE DI NAVA DIJMINÊ KURDAN DE DIBÎNIN

Şevket Henan anî ziman ku PDK ji destpêkê ve xayintiyê dike û wiha dewam kir, "Ji destpêkê ve karê wan xayintî ye. Her çend gelê Kurd timî dibêje divê Kurd bi destê Kurdan neyê kuştin jî xayintiya wan bi dawî nebû. Hîn jî bi dewleta Tirk re xiyaneta xwe dewam dikin. PDK dibêje 'Heta ku dewleta Tirk hebe em ê jî hebin'."

Şevket Mihemed destnîşan kir ku xiyanet bi tunekirina xayinan dikare ji holê bê rakirin û got, "Em her tiştî bikin lê xiyanetê nekin. Em ê vê xiyanetê û van xayinan ti carsî ji bîr nekin. Mirovekî xayin çi bike wê her tim xayintiyê bike. Dermanê wê tunekirina xiyanetê ye. Çareseriyeke din nîne. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe divê em li ber xiyanetê rabin. Eger zimanê me, Kurdîtiya me tune be em jî tune ne."

GELO YÊN BI VÎ RENGÎ JI BO KURDAN DIKARIN ÇI BIKIN?

Şevket Henan Mihemed bal kişand ser çalakiya li Rojava ya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan ên li Xelîfanê ji aliyê PDK'ê ve şehîd hatin xistin û got, "Malbatan ji bo wergirtina cenazeyan 4 mehan çalakî kirin. Lê ne xema wan bû. Mîna ku tiştek nebûye nêzîk dibin. Êşa dayikên Kurd ne xema wan e. Gelo yên bi vî rengî dikarin çi bide Kurdan?"

Sibe: Ehmed Muslîm qala birayê xwe Berbang kir ku ji aliyê PDK'ê ve şehîd hate xistin.