Evîna welat a 35 salan
Elî Osman di sala 1988'an de Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir û ji hingî ve têkoşîna xwe dewam dike.
Elî Osman di sala 1988'an de Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir û ji hingî ve têkoşîna xwe dewam dike.
Elî Osman ku sala 1990, 1991, 1993 û 1994'an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît, dilsoziya xwe ya bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re her firsendê tîne ziman.
Yek ji malên destpêkê yên ku milîtanên Tevgera Azadiyê ya Kurd li Rojava serdana wan kir û lê man, mala Elî Osman bû. Elî Osman ê li Xerbî dima, hem bi rêya cîranên xwe, hem jî bi saya serdana talebeyên tevgera azadiyê ya mala wî, tevgera azadiyê ya Kurd nas kir. Lê belê pejirandin ne bi hêsanî bû. Piştî ku telebe cara 7'an çûn mala wî, Elî Osman deriyê mala xwe li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê vekir. Elî Osman ku niha 73 salî ye, qala wê demê kir: "Gelek tevgera rabûn û îdîa kirin kuk ji bo Kurdan têdikoşin. Lê belê li gorî berjewendiyên xwe tevdigeriyan. Weke malbateke Kurd a ku hêviya xwe winda kiribû, destpêkê min xwe nêzî Apoyiyan nekir. Piştî ku cara 7'an hatin mala me, ez bûm Apoyiyek. Hinekî bi derengî îqna bûm, lê belê dema min hîs kir ku rêwiyên rastiyê û durist in, min xwe nêzî wan kir û mala min bû mala telebeyan."
BI QEMYONA XWE DIBIR LUBNANÊ
Elî Osman sala 1988'an soza dilsoziya bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re da û çar caran çû gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Xelkê Rojavayê Kurdistanê bi qemyona xwe dibir qada Lubnanê û Şamê. Elî Osman ji xwe di nava xelkê Rojava de weke kesekî welatparêzekî kûr dihate naskirin. Gelek welatparêz ên Rojavayî bi qemyona Osman cara yekemîn çûn Lubnan û Şamê û Abdullah Ocalan nas kirin.
GOTIN Û NÊZÎKATIYA WÎ YEK BÛ
Osman qala dîtina destpêkê ya Rêberê Gelê Kurd kir, "Sala 1988'an û heta sala 1990'î min navê Rêbertî dibihîst. Nêrînên wî digihîşt nava gel. Min jî bi baldarî guh dida van nêrînan û jiyana telebeyan dişopand. Tiştekî cuda bû ku bi rengekî zindî Rêbertî bibîne. Ji xwe pê ve hatibûm girêdan, lê belê dîtina wî ev têkiliya min xurtir kir. Gotin û nêzîkatiya wî yek bû. Hêza wî ya çareserkirina pirsgirêkan xurt bû."
MIN ZANÎBÛ KU BÊ BERDÊL NABE
Osman diyar kir ku bi qemyona xwe yekemcar di sala 1991'ê de gel bir qada Lubnanê, pêwîstiyên gel bi qemyona xwe pêşwazî dikir û got," Eger ji aliyê rejîma Baasê ve hatibûma girtin wê xeteriyeke mezin bûya. Min ev xetere dabû ber çavên xwe. Dilsoz bûm. Min zanîbû ku têkoşîn bê berdêl nabe. Gelê ku bi vê têgihiştinê tevdigeriya, min dibir gel Rêbertî. Ya rast ji bo min firsend bû ku her cara min gel dibir qadê min firsend didît ku Rêbertî careke din bibînim."
KEDA JI BO RÊXISTINIYA KOMUN
Bi ragihandina Şoreşa Rojava ya sala 2012'an re jî Osman têkoşîna xwe nesekinand û ji sala 2015'an heta 2020'î li Xerbî Hevserokatî ji Komuna Şehîd Remzî re kir. Osman tevî 40 hevalên xwe wê demê yekser bi 740 malî re eleqedar bû û di rêxistiniya komunê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kedeke mezin da.
TÊKOŞÎN DIVÊ BÊ XURTKIRIN
Elî Osman bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Ji destê her welatparêzî çi tê divê bike. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe divê em têkoşîna xwe xurt bikin. Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd têkoşiya. Paradîgmaya Rêbertî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê. Gel di nava aştî û demokrasiyê de ne. Eger Rêbertî îro ne li zindanê bûya ev paradîgma wê li gelek deveran bi cih bihata anîn. Rastiya Rêbertî ev e. Lewma ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî divê em têkoşîna xwe hîn xurt bikin."