Ev êş wê bibe dersa jiyana nû -II
Di nava sivîlên ji aliyê QSD'ê ve ji DAIŞ'ê hatine rizgarkirin yên herî zêde balê dikişînin, zarok, extiyar û jin in. Tevî zilm û zordariya artêşa azad, Nûsra û DAIŞ'ê jî, hê bi çavekî bi hêvî li jiyanê dinerin.
Di nava sivîlên ji aliyê QSD'ê ve ji DAIŞ'ê hatine rizgarkirin yên herî zêde balê dikişînin, zarok, extiyar û jin in. Tevî zilm û zordariya artêşa azad, Nûsra û DAIŞ'ê jî, hê bi çavekî bi hêvî li jiyanê dinerin.
Di nava sivîlên ji aliyê QSD'ê ve ji DAIŞ'ê hatine rizgarkirin yên herî zêde balê dikişînin, zarok, extiyar û jin in. Tevî zilm û zordariya artêşa azad, Nûsra û DAIŞ'ê jî, hê bi çavekî bi hêvî li jiyanê dinerin. Mirov carna matmayî dimînin, ku ev mirovên ewqas êş kişandine, zilm û hovîtî dîtine çawa dikarin tevî vê yekê jî bi hêvî li jiyanê binerin. Ev yek nîşan dide bê hêvî çiqasî xurt e.
Traktor, qemyon, TIR, motorsîklet, wesayît, wesayîta hespan... Kîjan wesayît bi destê kê dikeve, bi wê wesayîtê ji dojeha Reqayê direvin. Carna bi derfetên xwe direvin, carna jî ji rêyên taybet ên ku QSD'ê vekiriye tên rizgarkirin.
Wesayît tijî ne. Mirov tevî çend eşyayên ji mala xwe, berê xwe didin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD). Zarok, piştî ku ji qadên di destê DAIŞ'ê de derdikevin, tişta ku ewilî dikin; nîşaneya serketinê ye. Tiştekî ecêb e, ev zarok kengî, çawa hînî vê bûne gelo? Min ev pirsa xwe ji şervanekî QSD'ê yê bi navê Mistefa Mihemmed kir û ev bersiv da: "Xuya ye di televîzyonê de dîtine; dibe ku dîmenê dema rizgarkirina Şedadê, Minbic an jî Tebqayê temaşe kirine. Ev nîşane tê vê wateyê; dora azadiyê ya me ye'.
PIŞTÎ TIL SEMENÊ
Em ji Til Semenê bi rê ketin. Me xwest, hatina mirovên rizgarkirî, pêşveçûna şervanan li eniya şer û gundên hatine rizgarkirin ji nêz ve bibînin. Piştî ku ji benda kontrolê derbas bûn, em ji rêya talî ya li kêleka pirên ji bo DAIŞ êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî nikaribin bikin hatine xerakirin, derbas bûn. Di vê rêyê de ref bi ref mirovên hatine rizgarkirin derketin pêşiya me. Me xwe gihandin gundên Hezîma, Cerwa, Mezra Hukmiye, Muezila Şininê û bajarokê Tişrînê. Ji wir jî me berê xwe dan gundên Bedir, Baran, Çiya, Hamran, Xannem, Hamrat Belsim, Meyselun û bajarokê Hamrat Nesrayê.
NÎŞANEYA SERKETINÊ
Ji nava mirovên rizgarkirî, zarok her ku şervanên QSD'ê dibînin nîşaneya serketinê dikin. Dayik, bav, kek, xwişk, kal û pîrên wan jî mîna wan dikin. Jin, şervanên jin hembêz dikin û maçî dikin. Hemû dayikên extiyar ji bo şervanan dia dikin. Hin jê tenê karîbûn çend eşyayên xwe bînin. Hinekan jî keriyê pezê xwe daye pêşiya xwe.
WESAYÎTA HERÎ KÊRHATÎ: TRAKTOR
Di nava wesayîta de zêdebûna traktorê bala min kişand. Tankerên avê û mazotê jî gelek in. Taksî û mînîbus jî bê hejmar in. Ez hatim cem traktorekê. Bi rêya tercûmanekî min pirsî, ku barê traktorê hemû yê wî ye yan na. Ev bersiv da: "Eşyayê 13 malbatan e. 9 jê malbatên me ne, yên din jî cîranên me ne ku wesayîta wan nîne. Me zarok û extiyar jî lê siwar kirine. Yên ciwan bi traktorê re meşiyan û hatin heta vê derê."
BAHOZA XÎZÊ...
Mirovên ji DAIŞ'ê reviyan, sê rojan di nava bahoza ji xîzê de meşiyan. Ya rast, nedihat payin ku mirov di nava vê bahoza xîzê ya her tiştî dide ber xwe, mirov bê. Lê belê wan bahoz ji xwe re kiribûn firsendek û ketibûn ser rê. Piştî bahoza ji xîzê ez derbasî nava kampa Ayn Îsa bûm. Bi qasî 2 qat ji kapasîteya wê zêdetir mirov li kampê civiyabûn. Malbat, mirovên rizgarkirî li vî erdî rûniştî bûn. Hin jê dixwestin biçin kampên li Minbic, Cerablûs û Ezazê, dixwestin biçin cem xizmên xwe. Ji bo vê jî bi rayedaran re daxivîn.
LÎSTIKA ZAROKAN
Zarokên li vî erdî ji xwe re lîstik dafirandin. Hin ji van zarokan, mîna ku pênc sal berê min li Serêkaniyê dît, bi lûle û textan çekên heneko çêkirin û beşek jê bû DAIŞ, beşek jî şervanên QSD'ê û dest bi lîstikê kirin. Lê belê ti ji zarokan nedixwestin bibin DAIŞ, qehremanê hemûyan şervanên QSD'ê bûn. Şervanên QSD'ê nîşanî malbatên xwe didan û digotin, 'dixwazin bibin mîna wan'.
HEVAL MISTEFA
Zarokên li kampê yên bi kameraya me hesiyan, li hev civiyan û nîşaneya serketinê kirin. Xwişk û birayek hatin cem me. 7-8 salî bûn. Kes nizane bê çend roj in nekarîne rûyê xwe bişon, lê dîsa jî rû li ken bûn. Kurik bi Erebî tiştek got, lê min tenê gotina 'Heval' jê fêhm kir. Tercumanê min bi ken tercûme kir: "Navê min heval Mistefa". Min jê pirsî bê peyva 'Heval' ji ku hîn bûye? Got, "Şervan ji heval re dibêjin Heval."
SERPÊHATIYA JINEKÊ
Dema ku bi 'Heval Mistefa' re daxivîm, ji nişka ve liv û tevgerek li dora me çêbû. Dema li dora xwe nerî, min dît ku jineke ciwan jineke din a ciwan a bi eşofman hembêz kiriye. Piştî wê jî rêzeke ji jin û extiyaran pêk hatiye. Min xwe nêzî wan kir û pirsê bê kî ne. Du jinan li hev nerî; jinekê vê carê zarokekî 3-4 salî hembêz kir. Rondik ji çav bariya. Min pirsî ku nû ji Reqayê hatine? Serê xwe hejand, lê ji girî nekarî bersivê bide. Têra xwe zarok hembêz kir û piştî wextekê rabû ser xwe û bersiv da: "Em nû ji wê dojehê rizgar bûn. Ji bo em ji wir derkevin, em li 33 cihan sekinîn. Berî şeş rojan, xetere jî be me rêyek dît û em derket. Ev bû 6 roj e em di rê de bûn. Bi pirsê em hatin, ji bo dîtina malbata xwe. Niha jî me hemû li vir dît. Ji ber ku min malbata xwe bi selametî li vir dît, ji ber ku em ji wê dojehê rizgar bûn, ji bo yên mayî ku bêçare li benda rizgarkirinê ne digirîm. Em êdî dixwazin bajarê me bê rizgarkirin. Eger malên me bên rizgarkirin em ê vegerin. Tiştên ku me kişandine em ji bîr nakin, lê dîsa jî ew mal mala me ye, ew tax taxa me ye. Em ê li wir bijîn."
ZÎPIKA LI ÇOLÊ
Piştî rojek serdana li kampê, ji bo xwe bigihînin eniya rojava ya Reqayê em bi rê ketin. Baskê QSD'ê yê eniya rojava, beriya niha gundên Ceb Şeîr, Kebiş ên rojava û rojhilat, Royan, Endulus, Reşîd û herî dawî bakurê Bendava Azadî rizgar kiribûn. Piştî ku bi qasî deh kîlometreyan em ji Ayn Îsa dûr ketin, birûskan lê dan. Ewr tehl bû, baraneke dijwar dest pê kir. 15 deqeyan bi vî rengî dewam kir. Me xwe li wesayîtên mirovên rizgarkirî girtin.
Baran piştre veguherî zîpikê. Zîpikên têra xwe mezin. Ji ber vê mirovan hewl didan xwe biparêzin. Berî rojekê min bahoza xîzê dîtibû, niha jî li ser rêya Reqayê zîpik dibare. Li nava çolê...
GUNDÊN GUNDÎ LÊ VEGERIYAN
Piştî zîpikê me rêwîtiya xwe dewam kir. Piştî 10 kîlometreyan em gihîştin gundê Ceb Şeîr. Li vî gundî hewa bi goz û tehl bû. Piştî Ceb Şeîrê g undên Kebiş a rojhilat, Reşîd, Royan, Endulus û piştî rojekê jî Bîr Hemed hatin rizgarkirin. Şopa DAIŞ'ê li van gundan hê hebû. Tevî birînên kûr ên şer.
Berî ku bibe şev em neçar man vegerin. Li gundên dawî yên min dît, jiyan hebû. Beşek ji gundiyan vegeriya bûn. Şervanên QSD'ê û Meclîsa Sivîl a Reqayê, piştî ku ev gund ji mayinan hatin paqijkirin gotibûn ku gundî dikarin vegerin. Li ser vê yekê li zêdeyî bîst gundan jiyanê ji nû ve dest pê kiribû.
Li van gundan, bi pêşengiya Meclîsa Sivîl a Reqayê komun tên avakirin û jiyan ji nû ve tê birêxistinkirin. Mirov rêveberiyên xwe ava dikin.
ÊŞ WÊ VEGUHERIN DERSÊ
Gelek dîmen û wêne gihîştin ser hev, ku zehmet e mirov vebêjin. Ev pênc sal in mirovên koç dikin dişopînim û vê ji xwe timî dipirsim, "Gelo çima ev ji gelên Sûriyeyê re rewa tê dîtin?"
Gelê Sûriyeyê dizane ku ev bela çawa hatiye serê wan. Dizane ku kê welatê wan şeiwitandiye, kê ew ji cih û warên wan kiriye. Her kes dibêje, "Em ê rojekê tola xwe hilînin". Dibêjin, "Bêguman wê rojekê li welatê me şer biqede."
QSD, YPG, YPJ gundan, malan ji çeteyan rizgar dikin û radestî xwediyê wan dikin. Bi vê jî namînin, xwerêveberiyan ava dikin û di mijara parastinê de mirovan perwerde dikin. Mirovên li hemû herêmên ji zilma DAIŞ'ê rizgar bûne, qala bedewiya jiyana nû ya bi pêşengiya QSD, YPG û YPJ'ê dikin. Gelên Sûriyeyê yên ev model nas kirine, karesata bi serê wan ve hatiye baştir fêhm dikin. Dizanin ku wê çawa ji vê karesatê rizgar bibin.
Bêguman wê êş neyên jibîrkirin; le belê ev êş wê bi pêşengiya QSD'ê veguherin dersa jiyana nû. Hêvîdar im.