Eşîreta El-Welde: Pirsgirêka ewlekariyê ji derveyî derewê ne tiştek din e

Rûspiyên eşîreta El-Welde ya yek ji eşîreta herî girseyî ya herêma Mensûra a Tebqa ku li ser sînorê herêma di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de civiyan gotin: “Erdogan dixwaze aramî û ewlekariya herêmê xirab bike.”

Rûspıyên eşîreta El-Welde, li ser sînorê herêmên di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de li hev civiyan. Şêxê eşîretê Abduletîf Mehemed Ferec ê di civînê de axivî diyar kir ku dewleta Tirk gefên dagirkirinê dikin hincet bibîr xist ku ‘pirsgirêka ewlekariyê’ ji derveyî derewê ne tiştekî dine û got: “Erdogan dixwaze aramî û ewlekariya herêmê xirab bike.”

Şêx Abduletîf Ferec bibîr xist ku Tirkiyê parastina gora Sultan Silêman dike hincet da ku têkeve xaka Sûriyê û got, bi wê re jî hewl dide bi navê gelek hincetên seranserî sînorê Sûriyê dagir bike.

Şêx Ferec bal kişand ser kiryarên rejîm û komên piştevaniya wê dikin, bi taybet li ser sînorê bajarê başûrê Tebqayê û anî ziman ku artêşa rejîma Sûriyê beriya 2 hefteyan malbateke bi giştî kuşt û di nav de jî zarok hebûn, da ku baweriya di navbera gel û rêveberiya herêmên rizgarkirî de derbe bike û wiha pêde çû: "Herêmên bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin çi dibe bila bibe dev jê dernadin. Parastina demokrasiyê û jiyana hevbeş, soza me ye û bihaya wê çi dibe bila bibe dev jê bernadin."

Di dirêjahiya axaftina xwe de Şêx Ferec anî ziman: "Em ji bo kesên îdîa dike ku nûnertiya gelê Sûriyê dike û li derveyî sînor e îtîraf nakin. Em ê destûra xwe bi destên xwe binivîsin. Ew jî destûra ku rojane mîna biratiya bi hev re dijîn û wê welat ava bikin."

Di dawiyê de Şêx Abduletîf Mihemed Ferec destnîşan kir ku ji bilî Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) weke hêza siyasî û Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) weke hêza leşkerî ku DAÎŞ ji herêmê paqij kiriye, ti nûnerî ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re tine ye."

Qebîleya El-Welde, mezintirîn qebîleya li herêmê ye. Ji gelek êlan pêk tê, El-Nasir, El-Bomesra, El-Ceabat, El-Huyuat, El-Elî, El-Teren, El-Boremedan, El-Boreceb û hwd û li herêmên Teqba, Reqa û parçeyên din ên Sûriyê bi cih dibin.