Eşîrên Reqayê bang li eşîrên Dêrazorê kir: Piştgiriyê bidin QSD’ê
Eşîrên Reqayê bang li eşîrên Dêrazorê kir ku piştgiriyê bidin QSD’ê ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û bazirganên madeyên hişbir operasyonê dimeşîne.
Eşîrên Reqayê bang li eşîrên Dêrazorê kir ku piştgiriyê bidin QSD’ê ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û bazirganên madeyên hişbir operasyonê dimeşîne.
Şêx û rûspiyên eşîrên Reqa li ber avahiya Meclisa Bajarok Hezîra ya li bakurê bajêr kom bûn û daxuyand da. Rûspiyê eşîra Tay, Şêx Elî El Tayî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de bang li eşîrên Dêrazorê hat kirin ku pêşî li hewldanên xirabkirina ewlehî û îstîqrara herêma Rêveberiya Xweser bigirin û piştgiriyê bidin QSD′ê.
Eşîrên Reqayê gotin: "Em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Kurd, Ereb, Suryan û Çeçen di xendekê de ne.′′
Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku armanca QSD′ê şerê li dijî hişbir, DAIŞ, fesad û planên derve yên bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye. Her wiha hate gotin: "Piştî ku Rêveberiya Xweser teror têk bir, hinek aliyên derve hewl didin ewlahiya herêmê têk bibin."
Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hatin şermzarkirin û bang li QSD′ê hate kirin ku erkên xwe yên parastina deskteftiyên şehîdan pêk bînin, şêniyan biparêzin û şerê talankeran bikin.
Eşîrên Reqayê di dawiyê de serketin ji QSD′ê re xwest.