Eşîrên Minbîcê: Em ê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin

Eşîrên li Minbîcê li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk meşek li dar xistin û gotin “Em ê gelê Sûriyeyê berxwedêr in û em ê li hemberî vî tiştî jî li ber xwe bidin.”

Xwepêşandan ji Çerxerêya Mîzan ber bi Çerxerêya Meseb a li naverasta Minbicê ve dewam kir û tê de pankartên "Na ji dagirkeriya Tirk û guhartina demografiyê re”, “Na ji şer û koçberkirinê re”, “Eşîrên Minbicê bi yekdengî dibêjin bes e ji şer re, bes e ji koçberkirinê re û bes e ji wêrankirinê re" hildan.

Piştî şênî gihaştin Çerxerêya Meseb, şêxê eşîra El-Bobene Xalid El-Ecûr li ser navê şêxên eşîran axivî û wiha got: "Em sûcên dagirkeran ên li hember xak û gelê me bi tundî red dikin. Em gelekî ji jiyan û berxwedanê hez dikin, heqaret û neheqiyê qebûl nakin."

El-Ecûr wiha domand: "Piştî 10 salan ji bêîstîqrarkirina Sûriyeyê, dewleta Tirk hîna jî hewl dide ewlehî û îstîqrara li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya gefên xwe yên domdar û sûcên xwe, derbe bike."

El-Ecûr qala projeya mêtîngeriyê ya qirêj a dewleta Tirk a dagirker kir û got: "Carekê bi rêya qutkirina avê şerê gel dike û carekê jî bi rêya talankirina şûnwar û dîroka Sûriyê li herêmên dagirkirî bi rêya guhartina demografîk pêk tîne. Herî dawî jî hewldana wê ya vegerandina penaberên Sûriyeyê li avahiyên mêtingehiyê ye ku dê bi sedema jihevketina civaka Sûriyeyê."

El-Ecûr di dawiyê de diyar kir ku niha jî zimanê dijminahiyê û dagirkirina xakên nû bilind kiriye û wiha got: "Lê em gelê Sûriyeyê têkoşer in û dê li hember vê yekê sekneke xurt nîşan bidin. Em îro li Minbicê derketine qadan da ku peyamekê bidin û bibêjin ev xak xaka mezinên me ye û dê parastina wê bikin û ji bo wê bimirin, da ku azad bijîn."

Li dawiyê jî, rûspiyê eşîra Benî Seîd, Îbrahîm Şelaş peyamek da û got: "Bang li kesên tev li Artêşa Azad bûn dikim û dibêjim dê dewleta Tirk dev ji we berde, mîna çawa berê çend caran dev ji we berdaye. Nebin amûrê pêkanîna planên dewleta Tirk ên dijber. Vegerin da ku destê xwe bixin destê hev ku van dagirkeran derxînin."