'Esed xizmetê ji Tirkiyeyê û dewletên din re dike'

Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweser got, "Em van gotinên Beşar Esed ku li dijî gelên herêmê şer radigihînin, şermezar dikin. Li hember vê yekê em ê li gorî prensîbên xwe yên niştîmanî, jiyana hevbeş û parastina rewa tevbigerin."

Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojava, li ser gef û tawanbariyên rejîma Esad daxuyaniyeke nivîskî weşand û bersiv da rejîmê.

Daxuyanî koordînasyonê wiha ye:

"Di dema ku tê de hewldanên peydakirina çareseriyên siyasî ji bo aloziya Sûriyê têne kirin, Beşar Esed hêzên QSD û gelên herêmê (bêyî ku tu cûdahiyê bixe navbera gelên Kurd, Ereb, Çeçen û Tirkmen) bi îxanetê tawanbar dike.

Ev yek nîşaneya ragihandina şerekî nû li herêmên rizgarkirî ye. Rejîma Baas a ku welat rûxand û komên çete li herêmê bi cih kirin mafê wê tune ye ku hêzên demokratîk ên ku li terorê şer kirin, bi îxanetê tawanbar bike. Hêzên rejîmê gelek herêmên berfireh, parêzgeh û alavên leşkerî radestî DAÎŞʹê kirin.

Ev gotinên Beşar Esed ne di xizmeta gelê Sûriyê de ne, lê di xizmeta ajandayên Tirkiye û dewletên din dike. Tevahî cîhan li ser berxwedana QSD'ê (ku ji hemû gelên herêmê hatiye avakirin) li dijî DAÎŞʹê û rizgarkirina herêmê şahide. Lê artêşa Sûriyê ji bajarên Reqa û Dêra Zorê reviyan û gel di nava pençên DAÎŞ'ê de hiştin.

Em van gotinên Beşar Esed ku li dijî gelên herêmê şer radigihînin, şermezar dikin. Li hember vê yekê em ê li gorî prensîbên xwe yên niştîmanî, jiyana hevbeş û parastina rewa tev bigerin.

Erka me ya niştîmanî, exlaqî û mirovî ye ku em piştgiriya hêzên QSD'ê yên ku bi fedekariya xwe herêm ji terorê rizgar kirin, bikin û herêmên xwe biparêzin."