Erzîncan: Sîstema te nebe tu nikarî bijî

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan: Sîstema te nebe tu nikarî bijî. Niha ji bo me hêza herî mezin fikra Serok Apo ye. Niha gelek hêz hene dixwazin kar bikin, lê belê îdolojiyek wan a xurt nîne, ji bo wê jî nikarin dem dirêj têbikoşin.

Endama koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û têkilî rojevê bersiv da pirsen rojnamevan Jiyan Têkoşîn.

Ev meh ji bo tevgera azadiyê wekî Meha Şehîdan tê pênasekirin. Di vê mehê de pir kesên ku peşengtî ji tevgera azadiyê re kirin, bi taybetî jî jinên pêşeng şehîd bûn. Wate û giringî ya vê mehê hûn çawa dinirxînin?

Ez destpêkê hemû şehîden meha Gulanê bi bîr tînim. Hakî Karer, Şîrîn Elemhulî, şehîd Mizgîn dîsa pêşengên mezin Denîz Gezmîş û hevalên wî, hemû şehîdan bi bîr tînim. Wek rexistina jinê jî li ser esasê bîrdoziya Serok Apo, em ava bûn û heta îro jî ser vî esasê em têdikoşin. Ji bo şehîdan nezîkbûna Rêber Apo ji bo me esas e. Serok Apo dema ku gerîlayek şehîd dikeve, bi wateyek pir mezin didiyê û têkoşînê geştir dike. Bi taybetî şehîdên tevgera jinê girîngiyeke xwe ya mezintir heye. Ji ber ku têkoşîna me ne tenê di milê neteweyî de ye. Ji bo azadiya jinan, ji bo rizgariya gelan di her milî de têkoşînek mezin em didin. Û jinên Kurd her tim di dîrokê de pêşengî ji berxwedanê re kirine. Di dîroka me de jinên wiha pêşeng pir in, wek şehîd Mizgîn a ku cara yekem peşengtiya eyaletekê kirî. Şehîd Mizgîn di her milî de xwe bi pêş xistibû, hem şoreşger bû  hem jî hunermend bû. Ji ber vê yekê di dîroka me de cihekî xwe yê taybet heye. Em dikarin bêjin, jinê dema ku felsefaya Rêber Apo nas kir, pê re xwe nas kir. Jina ku xwe nas kir, ji bo xwe, ji bo gelê xwe heta dawiyê şer kir û şehîd ket. Ji wan jinan yek jî Şirîn Elemhulî bû. Şirîn Elemhulî di nav malbateke welatparêz de mezin dibe. Dema ku tevlî dibe xwe di nava tevgerê de bi pêş dixe, ruxmê ku xwendina wê nîne jî pir bi pêş ve diçe. Şirîn Elemhulî ne tenê ji bo gelê rojhilat, ji bo hemû jinên cîhanê pêşengtî dike. Em di şexsê Ş. Şirîn de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin.

We qala wate û girîngiya şehîdan kir. Vê dema dawî dewleta Tirk a dagirker ji Amedê heya Hezexê êrîşê dibe ser goran. Di heman demê de zextê li ser malbatên şehîdan dike. Hûn van êrişan çawa dinirxînin û heman demê pêwîste gel çawa xwedî nirxên xwe derkeve?

Êrişê dewleta Tirk li ser gorên şehîdan pewîst e mirov baş fêm bike. Ev êriş polîtîkayê qirkirinê ye. Ji avabûna komara dewleta Tirk heya niha ev polîtîka berdewam e û ji 2013’an û şûn ve girantir dikin. Dixwazin bi her awayî gelê Kurd ji holê rakin. Ev êriş li ser vê esase ne. Êrişek li ser manewiyatê gelê Kurd e. Ev ne erîşek ji rêzê ye, êrişek taybet e. Ser wê esasê dixwazin gelê Kurd teslîm bigrin. Gelê me ne dûrê vê polîtîkayê ye, ji ber wê jî çiqas êriş dijwar bin berxwedan jî taybet, berxwedana dayikan zêdetir bilind dibe.

Bi rêya telefonê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çêbû. Peyama Ocalan ji bo yekîtiya neteweyî bû. Piştî vê peyamê dewleta Tirk li çar parçeyên Kurdistanê êrişên xwe giran kir. Heman demê nezîkatiya PDK-YNK’ê jî li holê ye, ciwanê ku xwestin ji bo Zînî Wertê meş li darbixin, asayîşa YNK’ê nehişt ku derbas bibin. Êrişên dewleta Tirk û nezîkatiyê PDK-YNK’ê hûn çawa dinirxînin? Pêwîst e helwesta gel çawa be, taybet wek pêşengê civakê helwesta jinê divê çawa be?

Du peyamên Serok Apo yên sereke hebûn. Ya yekemîn divê Kurd têkoşîna xwe bilintir bikin. Di sîstema Îmrali de hem îzolasyon heye heman demê îşkenceyek mezin heye. Ev 21 sal in peyamên Serok Apo her tim geşkirin têkoşîn û ruhê yekîtiye ye. Li her çar parçeyê Kurdistanê têkoşînek heye û gelê me bîrewer bûye. Dema ku têkoşîn geş dibe erîşên dewleta Tirk jî zêdetir dibin. Rewşa gelê Mexmûrê, dîsa mijara Zînî Wertê sedemê yeknebûyîna gelê Kurd e. Dema ku mirov van bûyeran hemû tîne gel hev, tê fêmkirin ku li ser Kurdan li Rojhilata Navîn bernameyek nû dixwazin pêk bînin. Pê ve girêdayî mirov dikare bêje ku dixwazin dewleta Tirk bihêztir bikin. Jinên Kurd jî pewîst e çawa têbikoşin, çawa xwe rêxistin bikin ji bo yekîtiya gelê Kurd ev jî girîng e. Û ger ku yekîtî çênebe ji bo azadiya jinê jî xeteriyek ava dibe. Em dizanin nêzîkatiyê dewleta Tirk ji bo jinê çiye. Sîstema kapîtalîst ji bo jinê mirin e. Ger ku têkoşîna azadiya gelê Kurd paş de biçe, têkoşîna azadiya jinê jî wê paş de biçe. Em nikarin ji hev qut bibînin, ji ber ku bi hev ve girêdayî ne. Em çi qasî ji bo azadiya jinê têbikoşin, azadiya neteweyî jî wê bi pêş bikeve. Em çi qasî ji bo neteweya xwe têbikoşin wê azadiya jinê jî bi pêş bikeve. Pewîst e em hemû bi hev re dest bidin hev û têbikoşin. Jinên ku di nav YNK’ê de kar dikin yê ku bi PDK’ê re kar dikin, yê bi Goran re jî dîsa pêwîst e hemû ji bo yekîtiya gelê Kurd têbikoşin. Ev paşeroja jinan diyar dike, paşeroja gelê Kurd diyar dike. Dewleta Tirk naxwaze jin azad bibe, naxwaze alternatîfek derkeve pêş. Ew sekna alîgirtiya PDK’ê nayê qebûlkirin û pêwîste neyê qebûlkirin. Ez bawerim ku ev sekna PDK’ê, gelê başûr jî qebûl nake. Pewîste em jinên Kurd hemû bibin yek û pêşengtiya yekîtiya neteweyî bikin.

15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî bû. Ji bo wate û girîngiya ziman, heman demê ji bo ku zimanê Kurdî pêş bikeve rol û mîsyonê ku dikeve ser milê jinê çiye?

Êrîşên ku li ser ziman çêdibin di heman demê de li ser jinê çêdibin. DAÎŞ jî wisa dike dema ku mirovan digire destpêke zimanê xwe dide fêrkirin. Dewleta Tirk jî wisa dike dixwaze her kesî bike Tirk, ji bo vê jî erîşê tîne ser zimanê me. Çiqas dewleta Tirk êriş jî bike gelê Kurd qebûl nake, li ber xwe dide. Wek ku li her derê kampanyaya ziman dide destpêkirin. Ne tenê zimanê Kurmanckî, pewîste Dimilkî jî pêş bikeve, em nehêlin winda bibe. Têkoşînek heye, pêwîste ev têkoşîn hîn zêdetir xurttir be. Pir xwîn hat rijandin, gelê Kurd pir bedel da, ji bo wê jî ez bawer nakim piştî ewqas bedel gelê Kurd paş de gav bavêjê. Ji bo vê jî di serî de jin û gelê Kurd pêwîste têkoşîna xwe, rêxistina xwe ji bo ziman xurttir bide meşandin.

Bi vê nexweşiya Koronayê re jin bêhtir mehkûmê malê bûn û pê re zêdetir zext li wan tê kirin. Ji bo ku jin çareseriya bingehîn pêk bîne, pêwîste têkoşîna xwe çawa xurt bike û çawa xwe rêxistin bike?

Ji dîroka mirovatiyê hetanî niha jî li ser jinê her tim êriş hebûye, lê belê li gel wê jî berxwedaniyek jî hertim hebûye. Dema ku civakbûn xilas bû wê demê jinê wenda kir. Aniha jî dixwazin dîsa wî tiştî bikin, jinê di malê de tenê hiştin. Sîstemê kapîtalîzimê çiqas pêş ket jin ewqas kole bû. Lê belê jin dema ku bixwaze tiştekî ku nikaribe bike nîne. Em jin pewîst e ti wextî nesekinin têkoşîna xwe qels nekin. Sedsala 21'ê sedsala jinê ye, lê belê ev gotin têkoşînê dixwaze. Ger ku em dibêjin ev sedsala jinê ye pewîste em li gorî vê bijîn. Tenê di gotinê de em bêjin nabe, ji bo têkoşînê zanebûn pewîst e, ji bo zanebûnê jî perwerde pewîst e. Van rojên Koronayê em dikarin bikin rojên perwerdehiyê, bikin rojên mezinkirina fikir û berxwedanê. Bi vê nexweşiyê re me baştir fêm kir ku mirov girêdayî dewletê nikare bijî. Ji bo wê jî pewîste em sistema xwe ava bikin. Rojava mînak e. Sîstema te nîn be tu nikarî bijî. Niha ji bo me hêza herî mezin fikrê Serok Apo ye, niha gelek hêz hene dixwazin kar bikin lê belê îdolojiyek wan a xurt nîne, ji bo wê jî nikarin dem dirêj têbikoşin. Ji bo vê ez berxwedana gelê Kurd silav dikim. Çalakiyên ku gerîla çêdibin ez wan jî silav dikim. Gelê me li her derê li ber xwe dide. Em ê têkoşîna xwe geştir bikin, îddîaya me yê azadiya mezin e û em ê bi ser bikevin.