Ermeniyên Qamişloyê: Duh qirkirina Ermeniyan, îro Efrîn

Bi boneya 103’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan li Qamişloyê bîranînek hate lidarxistin. Ermeniyên tevlî bîranînê bûne anîn ziman ku Osmaniyên ku di şerê Cîhanê yê 1’ê de zilm û qetlîamên anî serê Ermeniyan, îro Erdogan li Efrînê dike.

Ji beriya niha bi 103’ê salan, ango 24’ê Nîsana 1915’an gelê Ermenî di qirkirinê re hatin derbaskirin. Di vê qirkirinê de 1,5 milyon Ermenî hatibûn qetilkirin. Welatiyên ji ber qetlîamê rizgar bibûn jî berê xwe dabûn Sûriyeyê. Xizmên qurbaniyan li Qamişlo ji bo qetlîamê bîranînek lidar xistin. Ermeniyên li Qamişlo di saetên sibê de berê xwe dan Dêra Ermenî, bi dua û îlahiyan kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn ji bo bîranînên wan find pêkirin.

Ermeniyên ku ji ANF’ê re axivîn, anîn ziman ku dewleta Osmaniyên ku qetlîam kirin îro bi destê neviyên wan di serî de Erdogan li ser gelê Kurd û gelên Sûriyeyê di qetlîaman re derbas dike.

Ermeniyan anî ziman ku duh ên li dijî qetilkirina Ermeniyan bêdeng bûn îro jî li dijî qetilkirin û dagirkirina Efrînê bêdeng in, nerazîbûn nîşanî vê helwestê dan.

‘KOMKUJIYÊN LI EFRÎNÊ JÎ WEKE YA ERMENIYAN NAXWAZIN BIBÎNIN’

DR. Serob Ezîz: Em Qamişloyîne, di sala 1915’an de dewleta Osmanî gelê Ermenî bi zorê qetilkir û xwestin tUne bikin. Îro Tirkiye li ser xaka Ermeniyan dijî û beriya 103’ê salan qirkirinek pêk hat. Dema ku ev komkujî dihate kirin ti dewletê li pêşiya vê ne sekinî.

Ger wê rojê li pêşiya vê komkujiyê bihata girtin, îro em ê ne li Amûdê û Qamişlo yê , em ê li Amed, Sason, Wan û Mûşê bûna. Niha jî komkujiyên wan didomin. Li Efrînê bi heman şêweyî êrîş dikin û komkujiyan pêk tînin. Bê sedem dîsa gelê Kurd, Ermenî, Êzîdî û Elewî tên qetilkirin. Dêrên me yên li wan deran talan dikin û dişewitînin. Dîsan hemû dewlet dibînin û dengê xwe nakin. Em weke Ermeniyan em vê şermezar dikin.

‘NE JI BO OL JI BO TÛRANTIYÊ DIKIN’

Dr. Asîrvart Sarkîsyan: Em îsal weke her salên din ji bo bîranîna mîlyonek û nîv şehîdên me yên di 24’ê Nîsana 1915’an de hatine qetilkirin, li vir in. Armanca dewleta Tirk ti eleqeya xwe bi olî ve tine ye. Hemû kes vêya dizane. Armanca wan ew bû ku xaka me bi zorê ji me bistîne û Ermeniyekê tenê jî nehêlin.

Îro li Efrînê heman tiştî dikin. Mirovan dikujin, malên wan dişewitînin û talan dikin. Dîsan van pêkanînên xwe dibêje ji bo olî dikin. Lê tenê armanceke wan heye ew jî tûran e. Îro Erdogan bi heman armancî êrîşî Efrînê dike û dixwaze Kurdan tine bike lê ti kes êdî tehamûla vê nake û hemû kes wê ji bo mafê xwe li berxwe bide. Em ê hemû caran van komkujiyan di rojevê de bihêlin.

‘ERDOGAN DIJMINÊ ERMENÎ Û JINÊN KURD E’

Şûşanîg Hazaryan: Weke jinên Ermenî me gelek zehmetî dît. Ji sala 1915’an ve Tirkan gelek ji me qetil kir û îro jî vê qetilkirinê didomîne. Wê demê jinên du canî û pitîkên ku hê nehatin cîhanê hatin qetilkirin.

Erdogan jî zilma yên beriya xwe didomîne. Li ser navê ol me qetil dike. Ti girêdanbûna xwe bi ol re nîne. Li Reqayê li Efrînê heman tişt kir Netewên Yekbûyî dengê xwe jî dernexist. Cîhan hemû li gel Erdoganê terorîst e. Li Efrînê cenazeyê Şehîd Barîn tazî kirin û pêl li serê wê kirin. Dewletên cîhanê dengê xwe ji vê re nekirin. Ger ku cîhan dengê xwe nekir Erdogan jî komkujiyên xwe domandin. Em weke jîn êdî li dijî vê bêdeng namînin. Divê weke jin em dengê xwe bigihînin hemû cîhanê. Erdogan di serî de dijminê Ermenî û jinên Kurd û hemû jinan e.

 ‘DIJMINÊ ME YEK E, DIVÊ BIBIN YEK’

Lewon Ormanyan: Em Ermenî 103 sal berê vê rojê wek roja reş bibîr tînîn. Dewleta Osmanî di şerê cîhanê yê 1’emîn de xwest me tine bike. Di sala 1915’an de Kurd, Ermenî hebûn û îro jî hene. Li Erzirom, Qers, Ardahan, Mûş, Betlîs, wan... Ermenî û Kurd li her derê hebûn. Em li vêderê Ereb, Ermenî, Kurd bi hevre dijîn. Di şerê cihanê yê 1’emîn de çawa li Ermeniyan kirine dixwazin îro li Kurdan bikin. Dewleta Tirk he rtim dewletekî qirker û qetilker e. Wekî ku Vîctor Hugo jî gotî , li kûderê qetlîam û xirabî hebe dewleta Tirk li wê derê heye. Divê hemû Kurd û Ermenî bibin yek, bijî berxwedana gelê Kurd, Ereb û Ermenî, li dijî zilmê bibin yek.