'Erdogan weke sûcdarê şer divê were cezakirin'

Îbrahîm Şêxo û Dr. Mixtar El Xebaşî bal kişandin ser sûcên dewleta Tirk ên şer ku bi bombekirina binesaziya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike û destnîşan kirin ku ji bo Erdogan li qada navneteweyî bê darizandin, divê hewldan bêne zêdekirin.

Sûcên şer ên ku dewleta Tirk li dijî xelkê sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne dewam dikin. Binesaziya herêmê li ber çavê civaka navneteweyî tê bombekirin.

Serokê Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê Îbrahîm Şêxo bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker bombeyan li stasyonên elektrîkê, navendên hilberîna petrolê yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dibarîne.

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku divê dewleta Tirk ji ber vê bombardûma binesaziya herêmê bê cezakirin, ji ber ku li gorî qanûna Romayê ev kiryar sûcê şer e.

Îbrahîm Şêxo anî ziman ku berjewendiyên dewletan, her wiha endametiya Tirkiyeyê ya li nava NATO'yê li pêşiya darizandina dewleta Tirk a ji ber van sûcên şer dibe asteng û got, "Beriya niha bijîşkekî Kurd giliyê Erdogan kiribû. Ev gilî ji ber gelek sedeman hat redkirin. Hem ji ber parêzbendiya dîplomatîk a Erdogan, hem jî pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Elmanyayê re."

Cîgirê Serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Dr. Mixtar El-Xebaşî jî anî ziman ku êrişên dewleta Tirk binpêkirina qanûna navneteweyî ye û got, "Lê belê pirsgirêk ew e ku hin welatên ku qanûnên navneteweyî napejirînin hene, weke Îsraîl ku çawa li Xezeyê rêgezên hiqûqa navneteweyî binpê dike."

Dr. Mixtar El Xebaşî got, aloziyên navdewletî rê da Tirkiyeyê ku êrîşî jêrxaneya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û wiha dewam kir: "Ev rewşek nû ye û bi sedema şerê li Xezayê, ku bala gelek nakokiyên cîhanê û aloziyên navneteweyî kişandiye, rê ji tirkiyê re vebûye ku êrîşên xwe zêdetir bike. Her çawa Washîngton û Moskowayê di rewşekê de ne ku nabe Tirkiye dûrî wan bikeve. Li aliyekî din; Îran û Rûsya û Tirkiyê sê aliyên ku herî zêde li ser dosya Sûriyeyê lîstokan dikin."

Cîgirê Serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk anî ziman ku divê dadgeha mafên mirovan a Ewropayê û dîwana edaletê ya navdewletî, Erdogan li ser sûcên şer ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike darizînin.

Dr. Mixtar El Xebaşî got, "Me giliyê Efrîkaya Başûr ya li dijî Îsraîlê ku bi sûcê jenosîdê sûcdar kiribû, dît ta ku dadgehê ev gilî qebûl kir. Hewcedarî pê heye ku sûcên dewleta Tirkiyeyê jî bi rengekî berfireh bê belgekirin ku gilî li dadgehên navneteweyî bê qebûlkirin."