'Erdogan wê bi fitneyê nikaribe gelên Sûriyeyê parçe bike'

Eşîrên Reqayî diyar kirin ku dewleta Tirk hewl dide fitneyê bixe nava gelên Sûriyeyê û û destnîşan kirin, Tirkiye dixwaze welatên Ereb hemûyan dagir bike.

Piştî ku DAÎŞ ji aliyê QSD'ê ve hate têkbirin, dewleta Tirk bi navê 'Artêşa Azad' bi artêşeke nû ya ji çeteyan dest bi êrişa li ser xaka Sûriyeyê kir. Şêxên eşîrên Reqayê diyar kirin ku ji bilî QSD û Rêveberiya Xweser ew hêzeke din li xaka xwe naxwazin û bi bîr xistin, ku dijmin dixwaze li Dêra Zorê gel û QSD'ê ji hev parçe bikin. Şêxên eşîran destnîşan kirin ku gelê Sûriyeyê wê destê nede vê yekê.

Şêxê Eşîra Sapxayê Mihemed Turkî diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide fitneyê bixe nava gelan û bi bîr xist, dewleta Tirk mîna dagirkeriya Osmanî li Girê Spî dest danî ser mal û xaka sivîlan.

Mihemed Turkî her wiha ragihand ku navê gund û wargehan ji aliyê dewleta Tirk ve hatine guhertin û got, "Mirov ji warê wan derxistin û yên ji derve anîn xistin şûna wan. Erdogan çeteyên xwe anî û li xaka me bi cih kir. Welatê me, bajarê me dişewitîne. Tevî ku em hemû Sûriyeyî ne em ji mala em derxistin. Yên hatine jî hem xwe hem jî welatê xwe firotin. Bûn koleyê Erdogan."

'EŞÎR BI QSD'Ê RE NE'

Şêx Mihemed Turkî ragihand ku Erdogan welatê wan talan û dagir kiriye û got, "Ji me dixwazin ku em bi wan re tevbigerin. Em bi QSD'ê re ne û em ê piştgiriyê nedin hêzeke cuda. Em ê nehêlin ku projeya demokratîk têk biçe. Xwîna şehîdên me li vê xakê rijiya. Ji bo em bi rengekî azad bijîn şehîdan bêteredût canê xwe feda kirin. QSD ji bo parastina xaka me şer dike û em zanin ku wê ti carî dest ji me bernede. Ji ber vê yekê wê destûrê nede ku dewleta Tirk bê û vê yekê têk bibe. Sûriye, Îran û yên din dema ku hatin ne em eşîr cidî girtin ne jî muxatab dîtin. Lê belê QSD'ê em muxatab dît û însiyatîf da me.

Şêxên eşîran ên li Dêra Zorê dibin hedef, ji ber ku dane pey rastiyê bûne hedef. Hewl didin fitneyê bixin navbera QSD'ê û gel. Mirovên bi şeref ên Dêra Zorê haya xwe ji vê fitneyê heye. Bawerim haya şêxên eşîran ên li Dêra Zorê jî haya xwe ji vê fitneyê hene. Wê destûrê nedin vê polîtîkaya qirêj a dewleta Tirk."

Şêx Mihemed Turkî anî ziman ku dewleta Tirk ji wan aciz e, ji ber ku wan li kobanê, li Baxozê DAÎŞ têk birin, eşîran di nava QSD'ê de şehîd dan û got, "Zarokên me ji bo oparastina welatê xwe di nava QSD'ê de ne. Em şêxên eşîran jî, em ê her tim bi QSD'ê û rêveberiya xweser re bin. Tevî her zor û zehmetiyan jî em ê xaka xwe biparêzin."

'YÊN KU LI SÛRIYEYÊ KOMKUJÎ KIRIN NIHA JÎ DIÇIN LÎBYAYÊ JI BO HEMAN TIŞTÎ BIKIN'

Şêxê eşîra Welde Remezan El Rihel jî destnîşan kir ku yekan tişta dewleta Tirk li Sûriyeyê dike; talan, dagirkerî û afirandina fitneyê di nava gelan de ye û got, "Lê belê di destê gelê Sûriyeyê de ye ku destûrê nede vê yekê. Mixabin hin Sûriyeyiyan di berdêla pereyan de xwe firotina Erdogan. Ew niha bi navê gelê Sûriyeyê komkujiyan dikin. Mîna kuştina Hevrîn Xelef û destavêtina ji zarokên 16 salî yên li Efrînê, gelê Sûriyeyê qetil kirin, dest danîn ser xaka wan.

Yên ku Sûriye neparastin niha bi heman rengî diçin Lîbyayê. Çawa ku gelê Sûriyeyê qetil kirin, xaka wan talan kirin, niha diçin Lîbyayê ji bo heman tiştî bikin. Ev hemû bi destê Erdogan hatin kirin. Piştî ku Erdogan kete Sûriyeyê ev karên qirêj çêbûn. Ji bo gelê Sûriyeyê dest ji xaka xwe berde û biçe Erdogan çi jê hat kir. Demografiyê diguherîne. Mirovên cuda li xaka me bi cih kir."

'QSD'Ê BAJARÊN MEZ AZAD KIR'

Şêx Remezan El Rihel diyar kir ku ew bi saya şehîdan gihîştine vê demê û ev bang kir: "Banga min li her kesî ye. Bila kincê 'Artêşa Azad' li xwe nekin, Kurdan nerevînin û zilmê li Kurdan nekin. Em li mala xwe ne, em li warê xwe ne, lê belê ew êriş dikin. Ji yên ku Sûriye firotine re dibêjim; Sûriye li mirovên bi şeref vekiriye. Em, ji yên ku namûs û şerefa xwe parastine re dibêjin hûn bi xêr hatine welatê xwe... Bila bi QSD'ê re bin û li welatê xwe bi rengekî rast bijîn. Bila ji gel Erdogan biçin, eger vê bikin hingî em ê bi ser bikevin. Bi vî rengî em ê karibin Sûriyeyê rizgar bikin.

Şêx Remezan El Rihel ragihand ku fitneya tê kirin ne tenê li ser şêxên eşîran e û got, "Li dijî gelê me û mirovên bi şeref tê kirin. Mîna ku pêxemberê me got, ji yên ku fitneyê dikin bawer nekin. Kurd, Êzidî, Suryanî zarokên me ne, xwişk û birayên me ne. QSD welat rizgar dike, xaka me ji dagirkeriyê diparêze. Em ji dil bi wan re ne. Werin em bi hev re welatê xwe biparêzin. Ev fitne û polîtîkaya parçekirinê wê agir berde welêt. Werin em bi hev re vî welatî biparêizn û destûrê nedin lîstikên qirêj."

'YÊN KU SÛRIYEYÊ TEMSÎL DIKIN DIVÊ LI SÛRIYEYÊ BI QSD'Ê RE BIN'

Şêxê eşîra El Beryecê Huseyîn El Berces diyar kir ku dewleta Tirk li xaka Sûriyeyê gelekî zêdegavî kiriye û destnîşan kir ku dem hatiye ew êdî pêşî li zilm û dagirkeriya dewleta Tirk bigirin. Şêx El Berces bi bîr xist ku QSD'ê bi şerê dijî çeteyan bajar rizgar kiriye û got, "Niha ji bo QSD'ê dibêjin terorîst, lê belê terorîst dewleta Tirk bi xwe ye." El Berces got, "Ew terorîstan perwerde dikin, xwedî dikin. Em bang li dinyayê hemûyî dikin; bila dawî li terorîzma dewleta Tirk a li ser xaka Sûriyeyê bînin. ya ku DAÎŞ'ê dikir niha bi navê 'Artêşa Azad' tê kirin. Çeteyan perwerde dikin û bi rêya wan êrişî xaka me dikin. Hêzên navneteweyî jî piştgiriya wan dikin. Em naxwazin ne dewleta Tirk ne jî welatekî cuda bikeve xaka me. Yên ku welatê me diparêzin û terorîstan ji Sûriyeyê derdixîne Sûriyeyî ne, QSD ne."

El Berces diyar kir ku yên Sûriyeyê temsîl dikin divê li nava Sûriyeyê welatê xwe biparêzin, cihê xwe li gel QSD'ê bigirin û destnîşan kir ku şêxên eşîran bi QSD'ê re ne û heta dawiyê wê piştgiriya QSD'ê bikin.