Erdogan Efrîn jî xist nav dek û dolabên xwe yên hilbijartinê

Derket holê ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo ku di 24’ê Hezîranê de karibin dengê xwe bidin, li Efrînê ya ku hatiye dagirkirin dest bi dayîna nasnameyan kiriye.

Dewleta Tirk piştî êrîşên xwe yên dagirker ên di 20’ê Çileyê de, di çarçoveya kampanyaya paqijiya etnîkî çete û malbatên wan li Efrînê bi cih kir. Hate ragihandin ku di çarçoveya hilbijartina 24’ê Hezîranê de nasname li van malbatan hatiye belavkirin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê kesên ku karta nasnameyê wergirtine, li ser wan tê ferzkirin ku di hilbijartinê de dengê xwe bidin AKP’ê. Hate ragihandin ku leşkerên Tirk li Efrîn û Îdlîbê bendên leşkerî ava kirine û li van deran nasname tên belavkirin. Nasname ji aliyê Walîtiya Hatayê ve hatiye amadekirin.

Ji aliyekî ve ji bo hilbijartinê dek û dolab tên gerandin, ji aliyê din ve jî sûcê şer ê sîstematîk tê kirin. Li gorî agahiyên ku ji herêmê tên, kesên ku ne misilman in, li ser wan tê ferzkirin ku bibin misilman.

Li herêma Racoyê Dibistana Şehîd Hecî Mûs hatiye rûxandin û cotkarekî bi navê Recep Şukrî Reşît jî hatiye qetilkirin. Hate diyarkirin, ji ber ku Reşît xwestiye çete ji mala wî derkevin, hatiye qetilkirin.

Dewleta Tirk li dora sazî û bendên xwe yên leşkerî dîwar ava kirine, yên ku 3 metreyan bilind e.

Di wêneyan de tê dîtin ku ên ku ANHA’yê weşandiye li dora Meclîsa Rêveer, Meclîsa Malbatên Şehîdan û Şaredariya Gel a Efrînê a ku Tirkiyeyê wê wekî benda leşkerî bi kar tîne, dîwarên bilind hatine lêkirin.