Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Endamên PYD’ê çalakiya li Sêmalka wergirtin

Endamên PYD’ê yên ji Taxa Xerbî ya Qamişloyê hatin, çalakiya bi kon a li Sêmalkayê wergirtin.

Çalakiya konvedanê ya li dergeha Sêmalkayê di roja 58’an de berdewam dike. Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê çalakî ji bo wergiritna cenazeyên gerîlayên li Xelîfanê di kemîna hêzên PDK’ê de şehîd bûbûn, dabû destpêkirin.

Endamên PYD’ê yên Taxa Xerbî ya Qamişloyê îro hatin dergeha Sêmalkayê û çalakî dewr wergirtin.

Piştî dewrgirtinê ji rêveberên PYD’ê yên taxa Xerbî Kamûran Levend axivî û got: “Heta ku em cenazeyên hevrêyên xwe werdigirin, em ê vê çalakiyê berdewam bikin. Heke bi salan jî dewam bike, heta ku em cenazeyên şehîdên wernegirin, em çalakiyê bi dawî nakin.”

Kamûran Lewend li hember xiyaneta PDK’ê jî banga geşkirina têkoşînê li gelê Kurd kir û got: “PDK wê heta kengî xiyaneta xwe li dijî tevgera azadiyê ya gele Kurd bidomîne? Êdî bes e ji xiyanetê re.”

Çalakiya konvedanê ji 5’ê Cotmehê ve ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên di kemîna hêzên PDK’ê de şehîd bûne, berdewam dike. Rayedarên PDK’ê heta niha tu bersiv nedane çalakvanan.