Endamên Erka Xweparastinê Diyan Fawaz Hisên û Peyman Merîî li ser girîngiya erka xweparastinê ji ANF'ê re axivîn.
Endama Erka Xweparastinê ya Jin Diyan Fawaz Hisên bal kişand ser girîngiya parastina welat û got, "Ya rast, beriya ku tevlî Erka Xweparastinê bibim, min rola parastinê û girîngiya wê baş nizanî bû. Bi taybetî çima jin di nav de cih digire, armanca parastinê çi ye? Ev mijarên gelekî girîng in. Piştî ku bi girîngiya vê hesiyam, tevlî Erka Xweparastinê bûm. Saleke bi vê erkê radibim. Piştî ku tevlî bûm di jiyana min de gelek guhertin çêbûn. Min hîn zêdetir xwe nas kir û hêza jinê di kîjan astê de ye dît û ev jî bû sedem ku bi xwe bawer bim."
Peyman Merîî jî işaret bi lîstikên li ser herêmê kir û wiha axivî: "Her çi dibe bila bibe pêwîste em dest ji parastina xaka xwe bernedin. Ji ber ku bêyî parastinê ne mirov dikare azad bibe, ne jî bi rengekî bi rûmet bijî. Ji ber vê jî hêzen me yên parastinê ji bo me gelekî girîng in. Bi taybetî jî van demên dawiyê rejîma Suriyeyê dixwaze di nava gelên heremê de fitne û fesadiyan çêbikin. Gelê me pêwîste li hemberî wan lîstikan hişyar be. Ji ber heta niha jî hinek hêzan pergala Rêveberiya Xweseriya a Bakûr û Rojhilatê Surî hezim nekiriye. Lê ew çi bikin jî nikarin armanca me ya jiyana azad asteng bikin. Em ê li hember van lîstikan hêza xwe ya parastinê xurtir bikin da ku sîstema xwe ya Rêveberiya Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mayînde bikin. Armanca me xwedîderketina li keda Rêber Apo û şehîdên xwe ye."
Diyan Peyman Merîî herî dawî got, "Divê em welatê xwe biparêzin. Ji bo parastina welat her kesek berpirsyare. Ji ber ku li hemberî axa me her roj êriş tê kirin. Pêwîste herkes li hemberî van êrîşan bi berpirsyariya parastina xaka xwe rabe. Ji ber encax em bi parastina nirxê xwe hebûna xwe biparêzin. Bi taybetî pêwiste jin di nava Erka Xweparastinê de cihê bigrin, ji ber ku şoreşa me bi keda jinan hate vê astê."