Endamê YAT’ê Fewaz Muslim spartin axê

Endamê YAT’ê Şehîd Fewaz Muslim (Dilşêr) li Goristana Şehîd Dîcle ya li Kobanê bi merasîmekê spartin axê. Nasnameya gerîlayê HPG’ê Xebat Bozan (Cesûr Axîn) ku li Avaşînê şehîd bûbû jî radestê malbata wî hat kirin.

Ji bo endamê Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) Şehîd Fewaz Muslim (Dilşêr) li Goristana Şehîd Dîcle ya li Kobanê merasîmek hat lidarxistin.  

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, civaka sivîl, hêzên leşkerî û hin partiyên kurdî tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li herêma Firatê Hisên Koçer sersaxî ji gel û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re xwest û got: “Rêber Ocalan dema tevî hevalên xwe PKK`ê ava kir, li hemberî şerê qirkirinê sekinî.”

Hisên Koçer wiha domand: “Em hêza xwe ji fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û ji şehîdan digirin. Divê gelê me zanibe ku berdêla azadiyê xwîna şehîdan e. Em ê li ser vê rêyê bin heta ku azadî pêk tê. Em natirsin ji ber ku em xwedî vîneke xurt in.”

Hisên Koçer wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Heke xayîn di nav me de hebin, leheng û welatparêz jî hene. Em pişta xwe tenê didin hêzên xwe, fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan.”

Her wiha Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şaxê navçeya Qinayê Nazê Mihemed Elî jî axaftinek kir û got: “Armancên şehîdan gelekî mezin bûn. Ciwanên me şerê dijmin dikin û axa xwe diparêzin. Ji lew re divê em wan ji bîr nekin û rêya wan temam bikin da ku armancên wan pêk bînin.”

Li ser navê malbata şehîd Xebat Bozan jî, Mihemed Xidir Becî axivî û got: “Di şexsê van her du şehîdan de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Em soza şopandina rêya wan didin.”

Osman Muslim jî li ser navê malbata şehîd Fewaz Muslim diyarkir ku ne ji şehîdan bûya, ew îro li vir nedibûn û wiha pêde çû: “Bi saya şehîdan em îro li vir in. Ew bingeha me ne. Rêbertî dibêje me bi ciwantî destpê kir û em ê bi ciwantî bi ser bikevin. PKK heta niha ji bo gelê me têdikoşe. Ji bo em azadiya xwe bi dest bixin, divê em têkoşînê berdewam bikin.”

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, nasnameyên şehîd Fewaz Muslim û şehîd Xebat Bozan hatin xwendin û radestî malbatên wan hat kirin. Di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehîd Fewaz Muslim bi tilîlî û dirûşmeyan spart axê.

Şehîd Fewaz Muslim (Dilşêr) 30’yê Mijdara borî di encama qezeyekê de li navçeya Sirînê şehîd bû. Şehîd Xebat Bozan (Cesûr Axîn) 8’ê Sibatê li herêma Avaşînê di berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker de li Başûrê Kurdistanê şehîd bû.