Endama Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Sotoroyê Alerya Yaqûb hate veşartin

Cenazeyê Endama Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Sotoroyê Alerya Yaqûb li Dêrikê bi merasîmekê hate veşartin.

Bi sedan Keldanî, Hêzên Sotoro û Hêzên Ewlehiya Navxweyî ber bi mala şehîd Alerya Yeqûb de çûn da ku cenazeyê wê bigirin, piştre berê xwe dan Dêra Mar Cercis a Keldanî da ku nimêjê bikin.

Piştî nimêj bi dawî kir, şêniyan berê xwe da Goristana Mar Yeqûb a Keldanî û bi zimanî Keldanî dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re cenazeyê şehîd Alerya veşartin.

Şehîd Alerya Yeqûb bi nasnav Aştar di 15`ê Çileyê de, ji ber kirîza dil şehîd bûbû.