Encamnameya Kongreya 7. a PYD'ê
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê encamnameya Kongreya xwe ya 7. eşkere kir.
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê encamnameya Kongreya xwe ya 7. eşkere kir.
7. Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di navbera 27 û 28‘ê Îlonê de li bararokê Rimêlanê hate lidarxistin. Partiyê encamên kongreyê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re hate eşkerekirin.
Daxuyanî wiha ye:
"7'emîn Kongreya partiya me di 27 – 28'ê Îlonê de, bi dirûşma 'Ji Rojavaya azad ber Federaliya Sûriye Demokratîk ve' li herêma Cizîrê li dar ket. Kongre bi beşdariya 450 endamên ji hemû rêxistinên partiyên hundir û derve, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên kurdî û Sûrî, bi dehan sazî û desteyên hiqûqî û sivîl, nûnerên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin, her wiha nûnerên hêzên opozisyonê yên hundir û hin kesayetên ji derve, pêk hat. Bi dehan peyamên pîrozbahiyê yên ji partiyên Kurdistanî, KCK, Ewropayê, erebî, rêxistinan, çalakvanên siyasî, civakî û çandî ku ji bo partiyê hatin şandin hatin xwendin. Di hemû peyaman de têkoşîna partiya ya di vê qonaxa hestiyar ku Sûriye, Rojhilata Navîn û tevahî cîhan tê de derbas dibe hate silavkirin, her wiha piştgirî ji bo xebeta me ya di çarçoveya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeye li gel kesên ku vîna hemû pêkhateyên Rojava temsîl dike, hate dayîn. Di peyamên pîrozbahiyê de, hewlesta partiya me ji bo çareserkirina aloziya Sûriye û peydakirina çareya demokratîk ji bo doza Kurd li herêmê durist hate destnîşan kirin.
Roja yekemîn a kongre û piştî axaftina vekirinê ji aliyê hevserokatiyê partiyê ve, mêvanan jî axaftin kirin, peyamên pîrozbahiya kongre hatin xwendin. Herdu roj bi nirxandina xebatên partiyê, xwendina perspektîvên siyasî, niştimanî û demokratîk, rapora hevserokatiyê û meclîsa giştî ya partiyê û buroya jinê, nirxandina bernameya siyasî, rêzikname û guhertinên piştî nîqaşan hatin kirin derbas bûn.
Beşdaran, xeta partiya me ya xwe dispêre felsefeya neteweya demokratîk, li ser esasê siyaseta demokratîk ji bo aloziya Sûriyeyê nirxandin. Xeta ku me meşandiye, nêrîna me ya durist ji bo aloziya Sûriye û tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn isbat kiriye. Ji destpêka aloziyê me xeta sêyemîn pejirand. Ev xet jî avakirina projeyek Sûrî, demokratîk ku hêviyên hemû pêkhateyên Sûriyê pêk tîne ye, ev proje jî bi pêkanîna Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûrieye diyar dibe. Berxwedana Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê, bi giştî Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Reqa û Dêra Zorê misogriya demokratîkbûyîna Sûriyeye û çareserkirina hemû dozan û di serî de doza kurdên Sûriye tekez dike. Partiya me di derbarê vê yekê gavên mezin avêtin, di xebatên xwe de îradeya azad a gelan wekî bingeh girt dest. Mînakên vê yekê rola wî di avakirina Meclîsa Sûriyeye Demokratîk de, paşê meclîsên damezîrner û rêveber ên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye. Her wiha endamtiya xwe di Kongreya Navdewletî ya Sosyastîk girt. Dîsa jî têkiliyên xwe bi hêzên niştimanî û demokratîk çi li Sûriye be û çi li ser asta cîhanê be qût nekiriye. Girêdayî rewşa Kurdistanê û li gorî biryarên ku di kongreya 6 û 7 a partiyê de hatin derxistin, xebatên partiyê armancên xwe pêkanîna hêviyên gelê kurd di yekîtiya niştimanî û lidarxistina Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê ye û ji bo serxistina hevdîtinên şêwirî yên KNK‘ê ye.
Beşdarên kongre gelek biryarên rêxistina û siyasî û pêkanîna stratîjiya van biryaran wekî partiyeke aktîv ku bibe xwedî zemîngekî gelerî li ser asta Bakurê Sûriyeye, rola jin û ciwan pêşeng, derxistin.
Partiya me tekez dike ku ew çalakiyên xwe ji bo serxistina diyalogên derbarê çareserkirina aloziya Sûriye bi awayekî demokratîk û li ser bingehê projeya federaliya demokratîk û biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeye bidomîne. Her wiha wê ji bo peydakirina stratîjiyeke ku rê li ber penbertiya ji Kurdistanê bigre kar bike. Ji ber ku penabertiya ji Kurdistanê xetriyeke li ser pêkhateyên Mezopotamiyayê bi giştî û bi taybetî Kurd e. Beşdaran destnîşna kirin ku ev penabertî bi awayekî siyasî ji aliyê hin hêzên ve hate pîlankirin.
Di dawiya kongre de, beşdaran Eyşe Hiso û Şahoz Hesen ji bo hevserokatiya partiyê hilbijartin. Her wiha 49 endamên meclîsê di nav de 23 jin, hilbijartin.
Hevserokên partiyê û endamên meclîsê û endamên kongreyê soz dan ku ew ê têkoşîna xwe ya li ser rêya şehîdên ji hemû pêkhateyên Rojava û Bakurê Sûriyeye, bidomînin.
Di dawiya kongreyê de Hevserokên Partiyê Eyşe Hiso û Şahoz Hesen û endamên meclîsa giştî sunda xwarin ku ew ê erka xwe ya di nav Partiya Yekîtiya Demokartîk de pêk bînin."