Encamnameya Komxebata Zanîngeha Azad û Demokratîk

Encamnameya Komxebata Zanîngeha Azad û Demokratîk hate eşkerekirin ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin.

Rojên În û Şemiyê li bajarê Qamişloyê Komxebata Zanîngeha Azad û Demokratîk hate lidarxistin û sîstema neteweya demokratîk, esasên zanîngeha zad û demokratîk hatin nirxandin.

Encamnameya ji 15 xalan pêk tê wiha ye:

"20-21’ê Tîrmeha 2018 komxebata bi navê 'Zanîngeha Azad û Demokratîk' li Zanîngeha Rojava pêk hat. Amedekariya komxebatê Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Efrînê û Zanîngeha Kobanê bi hevre pêk anîn. Di Neteweya Demokratîk de rola zanîngeh û akademîyên, bi paradigmaya demokratîk zaniste de û zanêngehê de em gerek kîjan mebdeyên esas bigirin. Di dîroka Rojhilata Navîn de mîrataya Akademî û zanîngeh, dîroka û guhertinên li zanîngehên dinyayê bi çi awayî bûn.  Zanîngeha azad û demokratîk de xwesariya akademîk, aborîya têra xwe dike, revebiriyek demokratîk çawa be. Şêwaze perwerdeyê cawa, şûna ezmûna pergala nirxadine, revêbiriyek demokratîk mijarên komxebatê bû. Encamên ku komxebata me de derketin wisa bun;

1-Rojhilata Navîn ya yekeme erdingarî weke piraniya destkeftên mirovahiyê xwediyê yekemîn nimûneyên zanistî ye. Ev mîrateya ku li ser vê axê pêk hatine di şêwazê perwerdê de jî gerek werin lekolîn kirin. Zanista Rojavayî ku niha bûye zanista cîhanî gelek destkeftiyên wê hene, pêwîste weke yekane bijare neyê dîtin û em li rê û rêbazên dîtir ji bo perwerdê bifikirin. Teslîmî ramanê Rojavayî nebin û bi sûdwergirtin ji wan bikarin şêwazê xwe yê herêmî destnîşan bikin.

2-Erkên zanistî ku dikeve li ser zanîngehek azad em dikarin wisa rêz bikin;

a-Parastina ev civakbûyîna ku êdî di bin pergala resmalî de bi qirkirine re rû bi rû ye. Ji bo em bikaribin civakbûyînê biparêzin nirxên ku bûne hêmanê civake rast tehlîl bikin. Tişteke li ser êrîş tê kirin rastiya civaka exleqî-polîtîk e. Erkê yekemîn ev e ku ev bê exlaqî û karên xirab ku bi hevkariya zanist û sulta tê çekirin gerek em nebin şirîk û rexne bikin.

b-Zanistê civakî xistina esasê hemû zanistan. Zanist û zanyarî çavkaniya xwe li civake digirin. ‘Ne zanistên xwezaya yekemîn fizya, astronomî, kimya, biyolojî ne jî zanistên xwezaya duyemîn weje, felsefe, huner û aborî tu car nikarin pêşengtiye bikin. ev heqîqete nikarin bidin xuya kirin. Her du qadên zanistî jî demek ku bi zanistên civakî re girêdanbûyîna xwe bikaribin çêkin dikarin bigihejîn heqîqete”.

c-Dema ku em di bingeha hemû zanistan de zanistên civakî datînîn gerek rexneyên li ser zanistên civakî jî di  bala me de be. Yek mijara esasî ya ku zanistên civakî tê rexnekirin jî destgirtina zanistên civakî li ser mijara jinê ye. Ger aborî, siyaset, dîrok, tib û gelek zanistên din jî li ser rastiya jinê werin lekolîn kirin zanistên civakî de gelek rastî eşkere bibin. Ev şoreşa zanistên civakî de jî xwedî bandoreke diyarker be. Jineolojî li ser zanebûn û tecrubeyên tevgerên azadîya jinan dikare bike zanisteke civakî bi nerîna jinê. Zanista civakî ya rast dema ku lêkolînên li ser têkilîyê jin û zilam li ser esasê hevjiyanê werin pêş xistin dikare gavên mezin bavêje.

d-Bi zanîngeh û akademîyek azad re em dikarin di zanistê de şorşek sazîbûyîneke çêbikin. Di dîroka mirovahiyê de şoreşên fikrî ya ku yekemîn bi gotina gordon chîlde şoreşa yekemîn yê entelektuelî û zanistî serdema neolîtîk de pêk hat. Abdullah Ocalan vê şoreşê weke şoreşa jinê bi nav dike. Ya duyemîn şoreşa fikrî ya li Grek-İonya pêk hat. Akademiyên serbixwe yê felsefî ji re peşengtî kir. Ya seyemîn; him medreseyên îslamî him jî manastirên mesihî jê re peşengtî kirin. Ya çaremîn; şoreşa bi ronesans, reform û ronakbîrî re bû. Niha jî dîsa bi şoreşeke zanistî re pewistî heye. Di bin paradîgmaya modernîteya demokratîk de fikrên ku rexnê li pozîtivîzme dikin dikarin kom bikin.

3-Zanîngehek di aliyê rêvebirî zanistî û aborî de xweser rêgezek gerdûnî ye. Ger ev rêgez jiyanî nebin zanîngeh nakeve xizmeta civakê berovajî vê bibe amûrê deshîladariyê. Bi taybet jî zanîngehek ku di aliyê aborî de xwe bi rêxistin bike û têra xwe bike rêgeza herî serkefî ye. Ya herî giring jî zanîngehek ku di aliyê Akademîk de xwe bispere lekolîn, pisportî û mejiyek azad.

4-Di xweseriya zanîngehê de vekirina asoyên zanistî ya ku jiyana ekolojîk dipareze, li ser mebdeya azadiya jinê tevdigere, tevlêbûyîna demokratîk esas digire. Xweseriyek li hember paşverûtî û pergala kapîstalist dikare berxwe bide.

5-Perwerdeyeke azad gerek li ser mebdeyên exlaq, pratîk, avakirina hêza çareseriya li gel xwendakaran bikaribe ava bike. Avakirina têkilîye rast di navbera mamoste û xwendakaran de. Avakirina hêz û hezkirina perwerdeyê di nav xwedakaran de bikaribe çebike. Her wiha avakirina xwedisiplinkirin, xwerêvebirin, xwerêxistinkirin û berpirsiyatî û karkirina komînal li cem xwendakaran çebike .

6-Perwerde ne ku mejî bi agahiyan dagirtine. Gerek kesayet bizanibe wê çawa agahî binirxîne xwe bigihîne berheman û xwe bigihîne hunera lêkolînê. Ji bo vê pergala nirxandineke asta serkeftina xwendakar bi ezbekirinê teşwiq nake, hêza tehlîlî, hêza çareseriyê xurt dike were avakirin.

7- Pergala nirxandinê têkilîya di navbera mamoste û xwedakar ya li ser desthilatdarî ava bûye û tknikî dimîne dikara biqulîbîne têkilîyekî azad û demokratîk.

8-Beriya her tiştî pêwîst e zanîngeh ji hemû pêkhate, deng û rengê civakê re deriyê xwe vekirî be. Bê guman li gel vê rêgeza demokratîk, rêgez û pîvanên akademîk jî divê li pêş çavan werin girtin.

9-Di rêvebirina zanîngehê de navendgerî û hiyerarşiyeke hişk nebe. Bê guman bê otorîte jî nabe lê pêwîst e ew jî otorîteya demokratîk be. Otorîteya demokratîk hêz û zanîna bê desthilatdarî ye. Di rêveberiyê de ji bo ku zemînê demokrasiyê û îradeya jinê bi hêztir bibe, di zanîngehên me de sîstem û rêgeza `hevserokatî`yê û xweseriya jinê esas tê girtin.

10-Karê hişmendî û zanistî encex di şert û mercên azad, ji desthilatdariyê dûr û herikbar de bi ser dikeve. Çawa ku di erdeke hişk û ziwa de çandinî û şînkayî pêk naye, di mercên hişk ên deshilatdariyê de jî zanîn û zanist pêşnakeve. Dîrokê bi awayekî bê hejmar çavdêrî kiriye ku di mercên hişk ên desthilatdariyê de tenê dogma, kalib û nexweşiyên civakî pêşketine.

11-Ji bo ku hemû kesayet û saziyên zanistî yên zanîngehê bibin xwedî îradeyeke cewherî; merc û derfetên lêkolîn, tevlêbûna pêvajoyên nîqaş û biryaran bêne amade kirin. Pêşiya înîsîyatîf û afirêneriya vekirî be. Xweserî û demokratîkbûna zanîngehê jî encex bi vî awayî pêk were.

12-Bê guman xwendekar pêkhateya herî zêde û bingehîn a zanîngehê ne. Ji bo ku xwendekar bi awayekî herî baş ji perwerdê û pisporiya zanîngehê sûd werbigrin û serkeftî bin û bi rastî jî bibin dahatiyeke geş a civakê, hemû merc û derfetên pêkan, bêne amade kirin.

13-Her wiha ji bo ku xwendekar di nava kar û bar û rêveberiya zanîngehê de deng, îrade û cewherê xwe têxin pratîkê û xwedî mafê xwe yê rewa bin,  merc û derfet bêne amade kirin. Dîsa di navbera rêveberî-xwendekar û mamoste-xwendekar de dîwarên hîyerarşiyê neyên avakirinê. Bi taybet rêveberî ji daxwaz û pêdiviyên xwendekaran re vekirî be.

14-Heman derfet ji bo çalakiyên civakî, çandî, akademîk, werzişî û hwd jî ji bo xwendekaran bêne avakirin.

15-Hemû kar û xebatên zanîngehê li ser bingehê rêgeza `bikaranîna herî baş a dem û derfetan` pêk were. Rê li ber burokrasiya giran neyê vekirin. Tarz û tempo sade, sivik û herikbar be. Karbeşî ne di şêwaz de be lê li gor cewherê kar û afirêneriyê be. Ya herî girîng jî berpirsiyarî ye. Berpirsiyariya xwezayî rêgeza jiyanê be.

16-Di nava erkên zanîngehê de û bi taybet jî di rêveberiyê de pisporî, liyaqet an ku hêjayî, şiyan an ku qebiliyet û tekûzî pîvanên sereke bin. Di erkdayînê de pîvanên şexsî, tewazin an ku hevsengiyên li derveyî rastiyê neyên bi kar anîn.

Di Komxebata me de hate xuyakirin ku li ser mijarên zaningeheke azad hîn behtir niqaş, lekolîn û perwerde pewîst dike. Li ser van encamen ku derketine mamoste bi taybetî xwedakrên hîn behtir kûrbuyîneke bikaribin çêbikin weke gelekî bindest û bi zimane xwe derfete perwerde neditî em dikarîn bibin mînak ji bo zanigehek azad û demokratîk."