'Em li benda we bûn, me zanîbû hûn ê me rizgar bikin'
Pêl bi pêl tên. Di destpêkê de bi sedan kes bûn, piştre bûn bi hezaran. Niha jî bi deh hezaran tên.
Pêl bi pêl tên. Di destpêkê de bi sedan kes bûn, piştre bûn bi hezaran. Niha jî bi deh hezaran tên.
Ev rev e. Lê di heman demê de rizgarî ye. Matmayî ne, dilxweş in. Li ser rûyê hin ji wan hê tirs heye. Hin jê jî hê bawer nekirine ku rizgar bûne.
Li hembêza hinekan zarok, di destê hinekan de boxçik, li pişta hinekan jî çend ji eşyayên malê. Çiqasî ji wan hat, rahiştin tiştên xwe. Yên bi peyatî reviyan, nekarîn zêde tiştekî bi xwe re bînin. Ji ber ku dibû barekî giran.
Hin ji jinan, bi temamî nixumandî ne. Hin jê jî tenê serê wan nixumandî ye. Hin ji mêran jî bi rî ne.
Şervan bi wan re dimeşin. Ev şervan, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk in, ku di 6'ê Hezîranê de dest bi operasyona rizgarkirina Reqayê kirin. Kaleşnîkova wan li milê wan e. Bi rengekî ewle, mirovên ji Reqayê reviyane digihînin cihên ewle.
Di rê de alî sivîlan dikin. Piştgiriyeke xurt a psîkolojîk dide wan. Şervanên jin diçin cem jinên ciwan, zarok û extiyaran, li hal û daxwazên wan dipirsin û hewl didin bibin alîkar.
Yek ji şêniyên Reqayê, bi destekî xwe bar hilgirtiye ser milê xwe û bi heman destî nîşaneya serketinê dike û kêfxweşiya xwe nîşan dide.
Şervaneke jin, memika zarokekî li cem jinekê didê. Jineke ku xwe bi çarşefa reş nixumandiye. Hê gelekî ciwan e. Li cem wê zarokên din jî hene. Ciwan jî hene di nava yên reviyane. Xêliyên sor û şîn ên li serê jinên ciwan balê dikişînin.
Yek ji şervanên jin, ku sivîl birin cihê lê bicih bibin, piştî ku yek bi yek bi wan re axivî anî ziman ku kêfxweş in. Şervana bi unîformaya leşkerî got, "Gel gelekî kêfxweş e. Kêfxweş in ji ber ku ji Reqayê rizgar bûne. Dibêjin; yên mayî jî rizgar bikin." Heman şervan destnîşan dike, ku şêniyên Reqayê gotine, ew kêfxweş in ji ber ku şervanên YPG û YPJ'ê dîtine.
Şervana jin piştre dîsa diçe nava sivîlan. Ji zarokan hez dike, avê li sivîlan belav dike. Û jina ji Reqayê berê xwe dide şervanan û ji wan re dibêje, "Em li benda we bûn, me zanîbû hûnê me rizgar bikin..."
Sivîlek din ji Reqayê, çûkên xwe yên di qefesê de jî bi xwe re aniye. Yekê derdixîne û dide şervana jin. Şervana jin bi kêfxweşî destê xwe dide çûkê. Piştre çayê belav dikin.
Mirovên li herêma Reqayê ji zilma DAIŞ'ê reviyane, li herêmên ewle yên Federasyona Bakurê Sûriyeyê tên bicihkirin. Derfetên wan kêm in, lê belê tevî vê yekê jî şervan û gelê sivîl ê herêmê, ji bo alîkariyê bi mirovên koç kirine bikin, çi ji destê wan tê dikin. Beşek ji koçberan li kampan, beşek jî li cihên demkî tên bicihkirin.