BI DÎMEN

‘Em ê xwedî li mîrateya jinên têkoşer derkevin’

Nûçegînana Jin TV’yê Xeznê Celal bi wesîleyê 8’ê Adarê got, “Weke rojnamevanên jin, ji bo ku em xwedî li mîrateya jinên têkoşer û jinên ku di kargehan de hatin şewitandin derkevin, têkoşîna me berdewam dike.”

Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê nûçegihana Jin TV’yê ya li kantona Firatê Xeznê Celal ji ANF’ê re axivî.

DESTHILATDARÎ JI FIKRÊ JIN DITIRSE

Xeznê, da zanîn ku jinên ku di dîrokê de xwedawend bû, bi derketina pergala desthilatdarî ya mêr re hemû mafên wê hatine desteserkirin û got,”Lê berxwedana jinan ya ji bo bidestxistina mafên xwe ti car bi dawî nebûye. Her tim ji bo mafê xwe têkoşîn meşandine.”

Xeznê, diyar kir ku jin her di nava têkoşîn û berxwedaniyê de bû û wiha domand; "Ji 5 hezar sal heta roja me ya îro ew zîhniyeta qirêj a baviksalarî ya li dijî jin dihat bikaranîn. Dema ku jin ji bo azadiya xwe, mafê xwe serî hildida, ew jin dibû hedefa wê zîhniyeta qirêj. Tirsa wan jî ji wê yekê hebû. Ji hêza jin ditirsiyan. Ew mêrê serdest ku her desthilatdariya xwe li ser jin daye ferzkirin, bi hemû awayî xwestiye êrîşî wê jina azad bike û jinê weke amûrekê bikar bîne.  Çi bi rêya êrîşa derûnî çi jî êşkenceyê fîzîkî, her xwestiye jinê ji nasname, maf û xwezayîbûna wê dûr bixe."

DIVÊ HER ROJ BIBE ROJA JIN  

Xeznê got, “Roja 8’ê Adarê di sala 1857’an li New Yorkê, ew jinê ku di kargehan de kar dikirin, tenê daxwaza mafê kar ên wekhev kiribûn. Lê ji aliyê desthilatdariyê ve ew kargeh hat şewitandin. Di encamê de bi sedan jin hatin şewitandin. Bi dehan bûyerên wekî vê jî yê bi sedan jin têre derbas bûne hene. Lê îrade û hêza jin jî mezintir bû. Jinê li hemberî neheqî serî netewandin. Her û her di nava serhildan û şoreşan de bûn. Gelek jinên ku pêşengtî jî dikirin derketin û mohra xwe li civakê da. Piştî wê jî jinê bê navber xebat da meşandin û piştî wê jî 8’ê Adarê bû rojeke taybet ji bo jin û jinê xwe tê de îsbat kir û li dijî fikra baviksalarî serî hilda." 

Xeznê, raghand ku divê hemû roj bibin roja jinan û wiha dewam kir, "Ya ku herî zêde ked daye û ji bo civakê têdikoşe jine. Ya ku civakê jî pêş dixe dîsa jine. Bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re jin bêhtir xwe nas kir û dest bi têkoşînê kir. Jinê bêhtir 8’ê Adarê nas kir û vaye li Bakur Rojhilat Sûriyê xwedî li vê rojê derdikevin û her sal jî bi çalakiyên cur bi cur pêşwazî dikin." 

DI 8`Ê ADARÊ DE JIN TV DEST BI WEŞANA TÊST A NÛ DIKE 

Xeznê, di dawiyê de diyar kir ku ew mîna rojnamevanên jin dê dengê jinan her ji cîhanê re ragihînin û got, “Wek rojnamevanên jin ji bo ku em xwedî li mîrateya jinên têkoşer û jinên ku di kargehan de hatin şewitandin derkevin, têkoşîna me berdewam dike. Jin TV’yê bi vê wesîleyê di 8’ê Adarê de dest bi weşana xwe kiribû. Ew qinata ku reng û dengê jinê di nava civakê de hatiye belavkirin. Lê em ê ji bo derxistina çîrok û jiyana jinê em ê her li ser piyan bin û bibin dengê heqîqetê."