‘Em ê heta dawiyê parastina xaka xwe bikin’

Yekîtiya Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û tdiyar kir ku ew heta dawiyê bi QSD’ê û Rêveberiya Xweser re bin.

Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li ber nexweşxaneya Wetanî ya bajarê Hesekê kom bûn û di erbarê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê DAÎŞ, Cebhet El-Nusra daxuyaniyek bi raya giştî re parve kirin.

Daxuyanê ji aliyê endamê Yekîtiya Gaziyan Hozan Zinar ve hate xwendin û ev hate gotin:

‘EM Ê AX Û GELÊ XWE BIPARÊZIN’

‘‘Em îro bi şerê ku bi destê celadê sedsala 21`an tê birêvebirin re rû bi rû ne. Weke ku tê zanîn bi giştî cîhan bi çavê xwe dibîne, yê ku li ser axa xwe ye, yê ku axa xwe parastiye gelekî resen e û dîrokek kevnar li ser vê axê heye. Ev 8 sal in ev gel, bi êrişên çeteyên faşist ên ku tu exlaq, wijdan û tu mafekî wan yê ku li ser vê axê bimîne nîne re, rû bi rû ne. Di tu hiqûq û qanûnên cihanê de êriş û dagirkiriyek bi vî awayî nayê pejirandin. Lê mixabin çavgirtinek jî, ji vî sûcê mirovahî re tê kirin.

Em li ser axa xwe parastina axa xwe dikin. Ev 8 sal in em li hemberî dagirkerî, faşizm û çeteyên bê esil şer dikin. Em li ser ax, gund, bajar û malên xwe ne. Hemû cîhan dizane ku me destdirêjî û êrişên terorîst li ser axa kesekî nekirine. Her wiha me mal û milkên kesî talan nekiriye. Me li hember van erişên ku bi destê faşizma sedsala 21`an, bermahiyên komên çete yên ku xwe spartine. Erdogan li Serêkaniyê, Girê Spî û li ser axa Bakur u Rojhilatê Sûriyê tên kirin axa xwe parastiye û berê jî me ax û gelê xwe parastiye. Me di têkoşîna li hember çeteyên DAIŞ’ê de 11 hezar şehîd û bi deh hezaran jî birîndar dane. Em îro jî li hember heman dagirkerî, faşîzma Erdogan û çeteyên wî têkoşîn dikin. Di vê berxwedaniyê de hê jî em şehîd û birîndaran didin. Bi deh hezaran xelkên me ji cih û warên, ji malên xwe koçber bûn. Malên wan hatine dagirkirin û talankirin.

Em dikarin bibêjin ji sedî 30 axa Sûriyê bi têkoşîna me hatiye rizgarkirin. Wekî Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em dikarin bêjin, bi hezaran şervanên YPG/YPJ, QSD, Asayiş, Hêza Cehwerî û kesên herêmî yên ku tevlî vî şerî bûne parçeyek ji laşe xwe winda kirine.

‘DAWIYA ERDOGAN A SEDDAM E’

Em bang li raya giştî dikin, li hember çekên qedexekirî yên ku li ser gelê me bi taybet gelê Serêkaniyê hatiye bikaranîn çavên xwe negirin. Em dixwazin bibîr bixin ku ruxmî ku bi salan çav ji kiryarê Seddam ê bi vî rengî re hate girtin jî, lê di encam de dîsa van kiryaran dawiya Seddam anîn. Em dixwazin bi pirsin, gelo ji bo Seddamê duyemîn Erdogan hûn çi dibêjin û hûn ê heta kengî li hemberî van sûcên wî çavê xwe bigirin û bê deng bin?

Em careke din dixwazin bibîr bixin; me tu carî êrîşî kesekî nekiriye. Em tenê parastina ax, gund û bajarên xwe dikin. Divê bê zanîn ku em ê heya dawî jî li hember hemû êrÎşan parastina xwe bikin. Dîsa divê bê zanîn ku; rexmî ji bo rêveberiyên me pênaseyên “terorîst” tê kirin, di navneteweyî de xwesteka girtina rêveberiyên me tên kirin û li hember vî jî tu helwest nayên nişandan. Ev tê wateya erekirina dagirkirî û binpêkirinên ku tê kirine. Ya rast ev îhlalkirina qanûnên navneteweyî ye.

‘BIRYARÊN CIVÎNA KU EM TÊDE NÎNIN ME ELEQEDAR NAKE’

Weke herkes dizanê li ser destûra bingehîn a Sûrî ya nû li Cenevreyê civîn tê lidarxistin. Lê divê raya giştî bizanibe ku, ger hêzek tevlî Cenevreyê nebe ew biryarên ku di derheqê wê hêzê de werin girtin jî wê derbasdar nebin, wê tu encam negire û divê bê zanîn bi van civînan tenê xapandinek tê kirin. Her wiha, ger hûn dibêjin, me li gel birayên xwe yên Kurd şerê çeteyên faşÎst kiriye ger we ev qehremantî, berxwedanî û serkeftin bi çavê xwe dîtîbe, wê demê hûn çawa çavên xwe li hember xeteriya li ser gelê me tê jiyîn re digirin. Hûn bi xwe jî dizanin ku Cinev û Soçî bê tevlîbûna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser nakeve. Tevlibûna pekhateyên Bakur u Rojhilatê Sûrıyê wê bi xwe re rastiyan û çareseriyeke mayînde derbixe holê. Gelo netevlêkirina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna Cinev de, wê çiqasî exlaqî û edil be.

Divê bê zanîn ku, biryarên ku li Soçî hatin girtin çi encam bi xwe re anîbin wê civîna Cinêv jî bi heman encamî be.

‘EM LI GEL QSD Û RÊVEBERIYA XWESER IN’

Ji bo vê yekê jî weke gaziyên qedîm û wekî birîndarên ku di şerên dawiyê de, yên li hember faşizma DAîŞ û Erdogan birîndar bûne, em careke din dibêjin; her çiqasî tang, top, teyare û teknîka wan xurt be jî, em careke din bi îrade û bawerî li hemberî hemû teknîka wan li kêleka gelê xwe, QSD û Reveberiya Xweser cih digrin."