BI DÎMEN

'Em ê her tim li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ser piyan bin’

Ebdilqadir Remî diyar kir ku ew ê her tim li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser piyan bin û got ku dewleta Tirk ji hêza gel û hêza gaziyên şer ditirse, lewma êrîş dike.

Di 11’ê Sibata 2024’an de balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker û faşîst êrîşî Federasyona Gaziyên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê. Di vê êrîşê de fermandar Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik şehîd bûn.

Cîgirê Endamê Komeleya Siwarên Azadiyê yê Gaziyên Kobanê Ebdilqadir Remî têkildarî êrîşa dagirkeriya Tirk a li ser Federasyona Gaziyan, ji ANF’ê re axivî

Ebdilqadir Remî diyar kir ku meha Sibatê ji bo Kurdan û Mirovahiyê mehekî reş e û got: "15’ê Sibatê di dîroka mirovahiyê de roja herî reş e. Di şexsê Rêber Apo de komplo li dijî Kurdan destpê kir û komplo heta roja me ya îro jî bi êrîşên dagirkeriyê berdewam e."

Remî destnîşan kir ku Gaziyên ku li dijî terora herî mezin a li ser rûyê cîhanê li ber xwe dan, îro dibin hedefa faşîzma Tirk û wiha pêde çû: "Di êrîşa delweta Tirk a dagirker ya li ser cihê Federasyona Gaziyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hevrêyên me Sorxwîn û Azadî şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirker ji hêza gel û hêza gaziyên ku parçeyek ji canê xwe dan û ji bo netewekê kirin berdêla azadiyê, ditirse.

Hevrêya me Sorxwîn di şerê Kobanê de berxwedanî kir. Di her malekê de giyanê Sorxwîn tê jiyankirin. Wê her tim ew giyan jî di dilê me de be. Em ê heta dawiyê li pey wê berxwedaniya ku Sorxwîn û Azadî li pey xwe hiştî, bimeşin."

Ebdilqadir Remî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi destê dewleta Tirk terora herî hov hat avakirin. Lê bi berxwedaniya hevrêyên me ew teror têk çû. Ew jî zora dewleta Tirk çû û hewl dide tola xwe bi van êrîşan rake. Lê em ê heta dawiyê li hemberî hovîtiya dewleta Tirk li ser piyan bin."