'Em ê dawî li komplo û dagikeriyê bînin'
Şervanên Ereb ên QSD'ê û YPJ'ê yên ku piştî şerê dagirkeriyê yê 9'ê Cotmeha 2019'an tevlî nava refên parastinê bûn, diyar kirin ku wê dawî li dagirkerî û komployan bînin.
Şervanên Ereb ên QSD'ê û YPJ'ê yên ku piştî şerê dagirkeriyê yê 9'ê Cotmeha 2019'an tevlî nava refên parastinê bûn, diyar kirin ku wê dawî li dagirkerî û komployan bînin.
Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên 9’ê Cotmeha 2019'an hewl da ku pergala neteweya demokratîk û hêza wê ya parastinê QSD’ê belav bike. Li gel hewldanên dagirkirina herêmê, hişmendiya xwe ya qirker a ku hemû neteweyan, hemû zimanan înkar dike û yek netew ew jî netewa Tirkbûnê ferz dike, li hemû herêmê serwer bike. Ciwanên bakur-rojhilatê Sûrî yên ku ev planên dewleta Tirk a dagirker nepejirandin û berê xwe dan nava refên QSD’ê sedema tevlêbûna xwe ji ajansa me re vegotin.
Ciwanê bi navê Halim Minbic ku di pêvajoya şerê 9’ê Cotmehê de tevlê bû rastiya dagirkeriyê û sedema tevlêbûna xwe nirxand; "Êrîşên ku bi taybetî Til Ebyad û Serêkaniyê kirin hedef, me dît çawa şervanan di eniyên şer de destanên lehengiyê nivîsandin. Bi rastî em weke zarokên vê herêmê, sedema tevlêbûna me ya nava refên QSD’ê ew e ku me zilma li gelê herêmê hate kirin dîtin. Ji ber plana dagirkeriyê ya dewleta Tirk pir berfireh e û dixwaze xeyalên xwe yê Osmaniya Nû pêk bîne, ango armanca xwe dagirkirina tevahî Rojhilata Navîne. Ji bo ku vê armanca xwe pêk bîne, divê destpêkê deriyê Rojhilata Navîn dagir bike, ew jî ev herêmên me yên bakur-rojhilatê Sûriyê ne. Ji xwe polîtîkaya xwe ya sereke ew e ku dijminahiyê bixe navbera gelên herêmê. Ji ber niha fikr û ramanên Rêber APO ên neteweya demokratîk ji bo bi hevretiya hemû gelên herêmê ye. Em dibînin çawa gelên Kurd, Ereb an jî Sûryanî û Asûrî hemû bi hevre dijîn û dewleta Tirk dixwaze vê bi hevrebûnê belav bike. Ji xwe dema êrîşê Til Ebyad û Serêkaniyê kirin, wisa dihizirîn ku wê gelê Ereb bi dewleta Tirk re be, lê dema berê xwe da van deran, bi dîmeneke dijberî tişta ku xeyalkirî rû bi rû hat. Ya rastîn heta sekn û berxwedaniya gelê me berxwedaniyeke li dijî dagirkeriya Tirk bû û em jî tevlêbûn ji ber wîjdana me ev êrîşên li ser welatê me tehmûl nekir û me biryarda ku tevlê bibin. Tişta herî zêde bandor li ser min jî kirî berxwedaniya Rûmetê bû."
Şervanê bi navê Mecid ku ji bajarê Reqa ye, ew jî mîna hevalê xwe Halim helwesta xwe ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk diyar kir û berê xwe da nava refên QSD’ê. Mecid jî wiha qala tevlêbûna xwe kir; "Yek ji armancên dewleta Tirk qirkirina gelên herêmê ye, bi taybetî jî qirkirineke çandî ye. Ji ber em dizanin ev xaka me ya kevnar şahidî ji xwişk û biratiya gelan re kir. Lê em dibînin ku dewleta Tirk siyaseta xwe ya dagirkeriyê firehtir dike. Mînak li Dêrazorê li dijî pêngavên tinekirina terorê û hucreyên razayî û wiha gelê herêmê diparêzin, lê em dibînin ku dewleta Tirk bi taybet hin kesan weke amûr bi kar tîne û bi destê wan şêxên eşîran dide kuştin û wan direvîne. Lê em ê li hemberî van tiştan her tim xwedî helwest bin. Li hemberî hewldanên dagirkirinê hevrêyên me yên weke heval Amara Jiyanda û şehîd Argêş Hesekê di pêngava berxwedana Rûmetê de bi qehremaniyeke mezin şehîd ketin, em îro tevlêbûne ku em karibin rêka wan bişopînin. Û em ê destûr nedin hêzên dagirker ku me ji hev bixe yan jî me qir bike. Em ê bi hemû hêza xwe şer bikin li ber xwe bidin ku em vê dagirkeriyê vala derxînin. Weke peyam ez bang li tevahî ciwanên herêmê dikim ku îro pêdiviya welat bi me heye, ji ber wê divê ciwanên bakur-rojhilatê Sûrî tevlê nava refên QSD’ê bibin û em bi hev re welatê xwe biparêzin."
Şervana YPJ a bi navê Rîtac Minbic jî bal kişande ser êrîşên ku bi taybetî jinê dikin hedef û anî ziman ku divê jin li her derê cihê xwe di nava refên tekoşîn û berxwedanê de bigrin. Rîtac jî bi van gotinan sedema tevlêbûna xwe vegot; "Ez jî di pêvajoya ku êrîş li ser herêma me çêbûn de tevlê bûm. Çawa ku êrîş li ser Girê Sipî û Serêkaniyê çêbû, me bi çavê xwe dît çawa xak tê dizîn û tê dagirkirin. Me jî weke helwest berê xwe da nava refên YPJ’ê da ku em welatê xwe ji destê dagirkeran rizgar bikin. Li ber çavê me zarok, jin hatin qetilkirin. Weke jin tehemûla min ji vî tiştê re nema û wiha ez tevlê bûm. Vaye niha armanca me jî ew e ku em bi yek destî li dijî dagirkeriyê rawestin. Û bi taybetî hemû jinan ji destên çeteyên hov ên dewleta Tirk xilas bikin. Êdî wek jin em zanin xwe çawa biparêzin û li dijî her awayî destdirêjiyê xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin. Em di warê xwe gihandina azadiya jinê de deyndarê Rêberê gelan, Rêber Ocalan in. Ji ber wê jî em ê ti carî ew koletiya ku li ser me jinan tê ferzkirin, qebûl nekin. Û heya dawî ji bo azadiya jinê, ji bo parastina nirxên şoreşê li ber xwe bidin."