'Em ê bi xurtî bersiva êrişan bidin'

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişên Dîfa El Wetenî ya ser bi rêveberiya Şamê daxuyanî da û diyar kir ku di êrişan de şervanekî wan şehîd bûye û di mijara bersivdanê de wê ji bo kêliyekê jî dudil nebin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser êrişa li Qamişloyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Çeteyên milîsên Dîfaa El-Wetanî kiryarên xwe yên bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya li bajarê Qamişlo didomînin. Di vê çarçoveyê de endamekî çeteyên milîsên Dîfaa El-Wetanî êvara 20'ê Nîsanê gule li benda hêzên me ya li çerxerêya El-Wehda ya bajarê Qamişlo reşand. Di encamê de endamekî me ku bi giranî birîndar bû, şehîd bû.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina xwe û têkbirina tevahî hewldanên milîsan ên hedefgirtina nuqteyên me yên ewlehiyê, derxistina fitneyê û afirandina rewşeke ne aram ji bo şêniyên herêmê yek kêliyê dudilî nabin. Em teqez dikin ku em ê bi hêz bersiva van kiryaran bidin."