BI DÎMEN

'Em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe Rêber Apo azad bikin'

Welatparêzê bi navê Fayîq Xeyrî Ehmedê Ûsê, diyar kir ku eger Kurdistan bê avakirin wê bi keda PKK’ê pêk were û got, “Em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe Rêber Apo azad bikin.”

Welatparêzê bi navê Fayîq Xeyrî Ehmedê Ûsê, ku ji sala 1983’an ve tevgera azadiya gelê Kurd nas dike û bira, du pismamê wî jî di nava tevgera PKK’ê de şehîd bûne, ji ANF’ê re axivî û qala hevdîtina xwe ya ewil a li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

'KURDISTAN WÊ BI DESTÊ PKK'Ê BÊ AVAKIRIN'

Ûsê, da zanîn ku pêşî ew cihê xwe di nava tevgera Kurdî ya Sûriyeyê de girtiye û got ku piştî PKK’ê naskiriye ew bêteredut tevlî têkilî daniye û wiha got, “Tevgera Apoyî di sala 1983’yan de min cara ewil nas kir. Min dît ku ji bo çareseriya pirsgirêka me têdikoşin. Her kes deriyê xwe ji bo Tevgera Apoyî vekiribû û xwedîderketinek xurt hebû. Ligel zexta rejîma BAAS’ê jî, gelek kes tevlî tevgerê dibûn. Tevgerek xurt hebû. Di wan deman de gelek tevger û partiyên Kurdî derketin, lê yê herî bi bandor ku min got wê Kurdistan bi PKK'ê bê avakirin û ji wê çaxê û ta roja îro de jî, têdikoş im. Birayê min şehîd Baz jî ji bo têkoşînê di sala 1991'an tevlî bû û berê xwe da çiyayên azad, piştra jî ket nava karwanê şehîdan. Du pismamên min yên din jî tevlî tevgerê bûn û ew jî şehîd bûn. " 

Ûsê, anî ziman ku cara ewil ew Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 29’ê Mijdara 1995’an dîtiye û wiha dewam kir, “Ji kêfxweşan re min dikir ku bifiriyabama. Ji bo min ew kêlî bi hevokan nayên pênasekirin. Em heşt kes çûbûn bajarê Şamê li gel Rêber Apo. Rêber Apo xwedî şexsiyeke ku mirovan ber bi xwe ve dikişîne. Ji bo me civîn çêkir. Di dema axaftinê de her tim çavên xwe digirt û diaxivî. Yek bi yek ji me pirsan dikir. Pirsên mîna ‘tu ji kurî, çi karî dikî, şehîdên we hene yan na?’. Civîn du saetan bi rojevên mîna pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, Dîroka Kurdistanê û rastiya PDK’ê û têkoşîna tevgera PKK’ê berdewam kir. Piştre me ji Rêber Apo xatir xwest. Rêber Apo yek bi yek me hembêz dikir û digot ‘hezar kesî li ber min silav bikin.’ Ji bo hemû hevrêyan heman tiştî gotin.”

‘MIN HÊVIYA XWE YA DÎTINA RÊBER APO PÊK ANÎ’

Ûsê, diyar kir ku dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wî şanseke mezin bûye û wiha berdewam kir, “Di vê rewşê de her çavên min li wêneyê Rêber Apo dikeve, ew kêliyên dîtina wî dibe fîlîm û li ber çavên min re derbas dibe. Ez bibûm aşiq ku Rêber Apo bibînim. Min tevger di sala 1983 de nas kir, lê min Rêber Apo di sala 1995'an de dît. 12 salan ez bendewarê dîtina Rêber Apo bûm. Dema ji bo dîtina Rêber Apo ber bi Şamê ve diçûm, hêj min bawer nedikir ka rastiye an xeyal e. Lê derket ku rastiye û min hêviya xwe ya jiyanê pêk anî."

‘BI HEZARAN FEDAÎ HENE KU CANÊ XWE JI BO RÊBER APO FEDA BIKIN’ 

Ûsê, destnîşan kir ku bi hezaran fedaî hene ku canê xwe ji bo Rêber Apo bidin ber agir û got, “Mînaka vê li tevahiya cîhanê nîne. Di serdema komployê de, li her derî ji bo Rêber Apo çalakiyên fedaî hatin pêk anîn. Bi mîlyonan gel rabûn ser piyan. Îro jî li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, bi hezaran girtî di girtîgehan de dest bi grevê kirine û malbatên girtiyan li derve piştgirî didin vê çalakiyê. Rêber Apo di aliyê fîzîkî de dîlgirtiye, lê raman û felsefeya wî li tevahiya cîhanê belav bûye. Ji bo em Rêberê xwe di warê fîzîkî de jî rizgar bikin, wê têkoşîn û berxwedana me berdewam bike.”