'Em ê bi ruhê Avesta û berxwedêriya Kobanê, dagirkeriyê bişikînin'

Avesta Xabûr ku 27'ê Çileya 2018'an di Berxwedana Serdemê de ya li Efrînê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakiya canbexşane pêk anî, di salvegera şehadeta xwe de bi merasîmekê ji aliyê şervanên YPJ'ê ve hate bîranîn.

Ji bo salvegera şehadeta Şehîd Avesta Xabûr a ku di 27'ê Çileya 2018'an de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê çalakiya canbexşane pêk anî bû û ji bo salvegera azadkirina 6'an a Kobanê de şervanên YPJ'ê merasîm çêkirin.

Merasîm li şehîdgeha Hesekê ya şehîd Dijwar pêk hat û ji fermandarên YPJ'ê Sosin Bîrhat lê axivî. Sosin Bîrhat got, "Di her şerê giran de jinên şoreşger bi ruhê xwe ji bo azadiyê li ber xwe dane. Ji bo ruhê fedayî yê Şehîd Avesta Xabûr, ku rêya têkoşîna me ronî dike, em di şexsê hevrê Avesta de şehîdên şoreşê hemûyan bi bîr tînin û bejna xwe li ber têkoşîna wan ditewînin. Di pêvajoya Berxwedana Serdemê de hevrêya me Avesta bi bedena xwe li hember dagirkeriyê sekinî û me jî weke şervanên YPJ'ê û gelê vî welatî hêz û baweriyeke mezin ji vê çalakiyê girt. Dîroka jina berxwedêr îro bi ruhê heval Avesta careke din di kesayeta YPJ'ê de zîndî dibe."

Fermandar Bîrhat di merasîmê de axaftina xwe wisa domand: "Îro jî Dewleta Tirk a dagirker li Şehbayê, Kobenê, Til Temirê, Eyn Îsayê di heman demê de li bajarê Dêrik û Şengalê gefan dixwe. Dewleta Tirk bi awayê herî hovane êrîşê tîne ser jin, zarok, kal û xwezaya herêma me, dixwaze li ser welatê me nirxekê nehêle. Lê em şopdarên şehîdan in û di vê serdema nû de jî erkên me yên rizgarkirina welat û parastina şoreşê erkê sereke ye. Ji ber wê jî em ê bi têkoşîna xwe êrîşên dewleta Tirk a faşist bişkînin. Em ê YPJ, em ê  parastina hemû jinan û axa herêmê bikin."

Fermandar Sosin Bîrhat bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: "Çawa ku YPJ'ê li Kobanê bi pêşengtiya jinê têkoşiyayî û Kobanê îro bûye remza azadiyê em ê bi heman berxwedanê azadiyê serwer bikin. Em bi ruhê têkoşer Avestayan, şahiya rizgariya Kobanê pêşwazî bikin. Kobanê bi rengê Rêvan û Arînan azad bû û hêviya azadiya cîhanê afirand. Weke şopdarên Avesta, Arîn û Rêvanan em ê jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî ji dagirkeriyê rizgar bikin û em ê bi azadiyê dilsoziya xwe ya bi hevrêyên xwe yê şehîd diyar bikin."

Merasîm bi dirûşmeyên "Bijî Serok APO, Bijî Berxwedana Serdemê, Şehîd Namirin, Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.