Elmanekî li Rojava bang kir: Ev der cihekî bêhempa ye

Goran Kobanê yê enternasyonalîst: Divê gelê Elman hîn bêhtir tevlî çalakiyên bi vî rengî bibe. Pêwîste raya giştî hîn bêhtir zextê li siyaset bike. Çekên ku ji Tirkiyeyê re tên dayin bi baca gelê me tên fînansekirin.

Enternasyonalîstê Elman Goran Kobanê ku ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê beriya şeş salan hate Rojava, di nava vê demê de gelek tecrûbe wergirtiye. Şervanê Elman bang li her kesî dike ku Şoreşa Rojava ji nêz ve nas bike û got, "Piştgirtiya ku ji rola jinê re tê dayin, li devereke din a Rojhilata Navîn nîne. Lewma werin û lê binerin. Çend mehan bên lê binerin, tiştekî bêhempa ye."

Enternasyonalîstê Elman Goran Kobanê ê ku bi ruhê seferberiyê yê Berxwedana Kobanê hate Rojava got: "Havîna 2015’an hatim Rojava. Sedema sereke ya ku ez anîm Rojava, şerê Kobanê bû. Hemû çapemeniya biyanî ya li Elmanyayê jî behsa şerê Kobanê dikir. Her kesî rewşa Kobanê bihistîbû. Êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê pir zêde bûn. Li Sûriyê û Iraqê gelek bajar bi dest xistibû. Ji ber vê jî şerê li Kobanê diyarker bû. Her kesî digot heke Kobanê bikeve destê DAÎŞ wê bigihe Ewropayê û gelek deverên din bi dest bixe. Vê rewşê ez motive kirim ku werim vir. Kir ku lê bifirikim ku ez werim vir û çawa dikarim alîkariyê bikim.”

Goran Kobanê têkilî berxwedana li Kobanê got: "Bêhempa bû. Hêzeke biçûk, bi çekên şexsî li dijî hêzeke mezin bi dest wan de tang li ber xwe da. Li Kobanê li dijî hêzeke pir mezin berxwedan hate kirin. Wêrekiyeke mezin hebû. Bi rengekî ku ber bi mirinê ve biçin bi fedayî çûne şer. Ji bo armancên xwe yên mezin jiyana xwe dan. Hazir bûn ku vê fedekariyê bikin. Pê dizanin, heke şer nekin wê li ser Kobanê û Kurdistanê taloke çêbibe. Heke ne ji vê berxwedanê bûya bê ka wê çend sivîlên din bihatana qetilkirin. Li nav berxwedanê gelek reng hebûn. Tirk, Kurd, Ereb û enternasyonal dixwestin bi hev re li ber xwe bidin. Herî pir vê bandor li ser min kir. Ji gelek deverên cîhanê mirov ji bo ku destekê bidin hatin vir.”

Şervanê enternasyonal ê Elman bi bîr xist ku hikûmeta Elman di şerê Kobanê de helwest nîşan nedaye, tenê çend gotinên xweş gotine, ti alîkariyeke madî nekiriye, li gel ku dihate zanîn ku Tirkiye destek daye DAÎŞ’ê jî dewleta Elman bi dewleta Tirk têkiliya xwe domandiye.

Kobanê wiha domand: “Tirkiye ji bo DAÎŞ’ê koridor vekir û birîndarên wan tedawî kir. Ev desteka Tirkiyê ji alî her kesî ve dihate zanîn. Dewleta Elman desteka xwe ya li Tirkiyê domand. Lê dewleta Elman ti destek neda hêza ku li dijî DAÎŞ’ê şer dikir. Lê raya giştî ya Elman rewşa vir dişopand. Sempatiya wan li berxwedana Kurdan hebû. Lê yên ku xwe kirin rîskê û hatin vir pir kêm bûn. Kêmbûna hijmarê ez motive kirim ku werim vir. Min got du destê min saxlem in ez dikarim biçim wir. Tendiristiya min jî baş bû û ti asteng nebû ku werim wir.”

Kobanê destnîşan kir ku DAÎŞ bi pêşî li Kobanê ketiye pêvajoya têkçûnê, ji bo DAÎŞ’ê bûye destpêka şikandina DAÎŞ’ê. Kobanê wiha pê de çû: “Her kesî digot kesek nikare li dijî DAÎŞ’ê bisekine. Lê Kurdan û hevrêyên wan bi berxwedaneke destanî kirin ku DAÎŞ ji bêgavî vekişe. Piştî Kobanê mecbûr man ku zêdetir bi paş ve bikişin. Ev destpêka xilasbûna DAÎŞ’ê bû. Heke Kobanê biketa nediyar bû bê ka encam wê çawa bûya.”

Şervanê Elman got herêm di dest DAÎŞ’ê de nemane lê bi navê El Nusra, OSO ramanên wan ên radîkal ên Îslamîst didomin, Tirkiye hem destekê dide wan û hem wan diparêze û armanca Tirkiyê ew e ku Kurdan tasfiye bike û bikaribe tevahiya Kurdistanê tine bike, dixwaze modêla Rêveberiya Xweser a serketî tine bike.

Kobanê bal kişande ser şantaja dewleta Tirk a penabaran a li ser Elmanya û Ewropayê, got Elmanya ji bo ku Tirkiye ji Efrîn û Serêkaniyê û deverên din ên dagirkirî vekişe divê têkiliyên xwe yên aborî bi Tirkiyê re bibire û zextê bike lê wiha nake, weke ku tiştek nebû bi Erdogan re dixebite.

Kobanê got: “Çekên ku Elmanya dide Tirkiyê bi baca ku gelê me dide tê fînansekirin. Gel ji bo ku zextê li siyasetê bike divê protestoyan bike. Ji vî alî ve di her mirinê de berpirsyariya her kesî heye. Dawiya dawî hemû çekên li vir ji Elmanya tên.”

Şervanê enternasyonal ê Elman Goran Kobanê diyar kir ku dewleta Elman hem ji bo ku naxwaze têkiliyên xwe yên aborî bi Tirkiyê re xira bike çekan dide Tirkiyê û hem jî ji ber şantaja penaberan a Tirkiyê û got divê Elmanya li ber vê şantajê serê xwe netewîne.

Goran Kobanê bang li ciwan û raya giştî ya Elman kir ku derkevin kuçeyan, çalakiyan protestoyan bikin, zextê li ser hikûmetê bikin, ji ber ku her roj bi dehan kes dimirin, koç dikin û sûcê dewleta Elman û raya giştî ya Elman jî di vê de heye.
Kobanê herî dawî ev got: “Ciwanino derkevin derve, zextê li ser siyasete bikin. Kampanyaya îmzeyan bidin destpêkirin û şanî siyasetmedaran bidin bê ka çi tê xwestin. Nîşanî wan bidin ku derheqê mirin û koçkirinê hûn çi difikirin, ev di dest we de ye.”