BI DÎMEN

Elî Doko û Dilşad Qamişlo hatin veşartin

Şehîd Elî Doko û Dilşad Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmek girseyî hatin veşartin.

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê ji bo yek ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Elî Doko û şervanê Komandosê yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Dilşad Qamişlo (Emar El Seyîdo) li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê merasîma veşartinê lidar xistin.

Fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Elî Doko di 4`ê Çileyê de di encamê qezayeke trafîkê de li ser rêya navçeya Til Hemîsê şehîd bûbû û Dilşad Qamişlo jî di 2`ê Çileyê de li Dêrazorê şehîd bûbû.

Li goristanê hevserokê Meclîsa Malbata Şehîdan a bajarê Qamişloyê Mehsûm Hesen axivî û wiha behsa şehîd Elî Doko kir: “Her dem serdana Meclîsa Malbatên Şehîdan dikir û digot heke malbatên şehîdan baş bin, em jî baş in. Em ji malbatên şehîdan moralê digirin. Hemû erkên xwe pêk dianîn, xwedî ruhekî welatparêz û ciwan bû.”

Mehsûm Hesen got: “Şehîd Emar ciwanekî Ereb e, gelek salan bûbû şervanê welatê xwe. Helwesta gelê me li qadan diyar dibe, ew ê heta dawiyê jî li ser xeta şehîdên xwe bin.”

Endamê Kongra Îslama Demokratîk Elî Resûl jî axivî û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û got: “Bi navê îslamê êrîşî mal, milk û mizgeftên me dike. Dewleta Tirk jî niha bûye sedema reşkirina îslamê.”

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Çiya Amed axivî û diyar kir ku ew ti carî şehîdên xwe ji bîr nakin, ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve gelan biryara pêkanîna projeya yekîtiya gelan da û wiha pê de çû: “Me bi vî fikrî karîbû li hember hemû êrîşan rawestin.”

Xwişka şehîd Elî Doko Nisrîn Doko jî got: “Birayê min li ser fikra Tevgera Azadiyê di nava malbatê de mezin bû, erka welatparêziyê da ser milê xwe.”

Piştî axaftinan Meclîsa Malbatên Şehîdan wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan, her wiha yê welatiyê bi navê Faris El Faris ku di 25`ê Kanûnê (2023) di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, radestî malbatên wan kirin.

Şehîd Elî Doko û Dilşad Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hatin veşartin.