Cîgirê Hevserokatiya Encûmen a Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilata Sûriyeyê Hemdan El-Ebid têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ji ANF’ê re axivî.
Hemdan El-Ebid diyar kir ku ji destpêka krîza Sûriyeyê ve, wan destwerdana Tirkiyeyê di karûbarên Sûriyeyê de, çi leşkerî û siyasî be, çi jî piştgiriya wê ji komên çekdar ên terorîst re dîtine û wiha got: "Dewleta Tirk dixwaze riyekê ji bo Rojhilata Navîn bike û mafê Biryarên Erebî û Îslamî yên li Rojhilata Navîn desteser bike, bibîne. Dewleta Tirk xwe li ser dijminatiyên li dijî gelê Sûrî bi taybet Kurd û Ereb daye jiyankirin. Her aliyek ber bi şoreşê ve an jî ber bi Demokratîkbûnê ve diçe, şerê wê dike. Ji bo ku otorîter bimîne jî sîstema deshilatdariyê li Tirkiyê ji parlamentî veguheriye serokatiyê."
'DAÎŞ BI KÊR NEHAT BI XWE ÊRÎŞ DIKE'
El-Ebid, behsa zêdekirina asta êrîşan di van demên dawiyê de kir û wiha got, "Em ji êrîşên hovane yên dewleta Tirk matmayî namînin, bi taybetî piştî ku DAÎŞ, Cebhet El-Nusra û komên din ên çete hatin şikandin û bûn rêxistinên terorîst ên cîhanî. Lê bi wê re Tirkiyeyê bi riya aktîfkirina şaneyên terorîst ên DAÎŞ’ê û balafirên bê mirov rê û rêbazên din bi kar anîn; weke qetilkirina şêxên eşîran, rûspî, rewşenbîr û çalakvanên Rêveberiya Xweser. Bi wê nekir hîn jî bi riya belavkirina madeyên hişbir û bombeyan xwest hemû tevna civaka Sûrî derbe bike. Li kêleka wê jî dosyaya penaberên Sûrî ji bo provokasyonkirina Yekîtiya Ewropa bi kar anî. Her wiha dest bi çetekirina çekdarên opozîsyonê kir û şandin deverên din ên cîhanê weke Lîbya û Azerbaycan. Li Kêleka wê jî piştî ku Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin, dest bi guhertineke demografî li wan deveran kir. Ji ber wê jî niha ti rêbazên wî ji bo derbekirina gelê Sûrî nemaya ji ber wê dest bi hedefgirtina jiyana xelkê Sûriyeyê dike. Deverên weke nexweşxane, dibistan, stasyonên elektrîkê û petrolê deverên ku bi hezaran xelk lê kar dike û bi milyona xelk jê sûd werdigre, dema tên hedefgirtin weke sûceke mirovî tê hesibandin, di encamê de koçberiyeke bi darê zorê bi xwe re tîne."
'TIRKIYE HEMÛ QANÛNAN BINPÊ DIKE'
Hemdan El-Ebid, destnîşan kir ku Tirkiye hemû qanûn û yasayên navdewletî binpê dike û wiha got, "Piştî ku Îsraîl di şerên di navbera wan û Hemasê de binesaziya Xezeyê hedef girt, civaka navdewletî tu bertekeke cidî li hemberî îsraîlê nîşan neda û îsraîl bê hesab ma. Bi wê re Erdogan sûdê ji vê gavê ku civaka navdewletî nîşan daye girt ku ger hesab ji Îsraîlê nehat xwestin ji wî jî nayê xwestin. Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê û Cebhet El-Nusra li ser sînorên Tirkiyeyê xwedî hêz bûn, ti dîwar di navbera wan û Tirkiyeyê de tunebûn û ti bertekên Tırkiyeyê jî li hemberî wan tunebû. Lê niha em dibînin bi avakirina dîwar tenê têr nebû. Her tim êrîşên xwe bi balafirên şer li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku kesayetên xelkê herêmê hedef digire, pêk tîne."
El- Ebid, bêdengiya civaka navdewletî jî şermezar kir û wiha got, "Em hemû dizanin Erdogan hemû qanûnên navdewletî binpê dike û her tim hewl dide aramiya herêmê têk bibe da ku herêmê dagir bike û ji xelkê wê yê resen vala bike û niştecihên din li şûna wan bicih bike. Bi riya anîna Fîlîstîniyên ku ji Xezeyê koçberbûn e û bicihkirina wan li herêmên Bakur û Rojavayê Sûriyeyê niyetên Tirkiyeyê bi awayekî zelal eşkere dikin."
'PÊŞKETINÊN RÊVEBERIYA XWESER, BI XWEŞA TIRKIYEYÊ NEHAT'
El-Ebid, diyar kir ku Tirkiye bi van êrîşan dixwaze DAÎŞ’ê vejîn bike û wiha got, "Tirkiyeyê di van demên dawiyê de du derbe ji Rêveberiya Xweser xwarin; ew jî demezrandina hevpeyamana civakî ya nû û erêkirina piraniya kesayatên aktîf ên Sûrî ji vê hevpeymanê re, ya din lidar xistina konferansa çaremîn a MSD'ê. Ji ber wê ne Hevpeymana Civakî ne jî Konferansa MSD'ê bi xweşa Tirkiyeyê nehatin."
Cîgirê Hevserokatiya Encûmen a Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El-Ebid bêdengiya Hikumeta Şamê, Rûsya û DYE'yê şermezar kir û û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Pêwîste Hikumeta Şamê li ser destwerdana ku li xaka Sûriyeyê tê kirin dadgeheke navdewletî lidar bixe û bi alîkariya QSD'ê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêze. Lê Mixabin diçe dorpêçê li ser du taxên Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiyê) û Şehbayê ferz dike."