Ekad: Heta dagirkerî were qedandin wê berxwedan bidome

Yek ji fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Siryanan Xabûr Ekad diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker dûmahîka planên dagirkeriyê yên Îskenderûnê ye û got “Li hemberî êrîşên dagirker em ê heta dawiyê têbikoşin.”

Yek ji fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Siryanan Xabûr Ekad diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên di 9’ê Cotmeha 2019’an de dixwaze yekîtiya gelên herêmê xerab bike. Ekad bal kişand ser vî tiştî ku wê li hemberî êrîşên dagirker berxwedan jî bidome.

Ekad ji ANF’ê re axivî û qala êrîşên dagirker ên dewleta Tirk kir. Ekad diyar kir ku li Til Temirê û derdora wê Kurd, Ereb, Siryan, Asûr û Ermen di nav yekîtiyê de dijîn û got ku “Gelên me di çarçoveya projeya Neteweya Demokratîk bi hev re dijîn. Dewleta Tirk dixwaze aramiya li herême xerab bike û di navbera gelan de tiştên xerab zêde bike .Gelê me li hemberî van êrîşan wê planên dewleta Tirk pûç bikin.”

DEWLETA TIRK DERBÊN GIRAN XWAR

Ekad diyar kir ku Tirkiyeyê peymanên agirbestê bin pê kiriye û got ku “Dewleta Tirk di demên dawîn de êrîşên xwe yên li dijî gundên Til Temirê û herêma Zirganê zêde kiriye. Dewleta Tirk êrîşî me dike û herêmê bomberdûman dike. Hêzên me yên li herêmê jî li hemberî dagirkeriyê li ber xwe dan. Di van şeran de dewleta Tirk derbên giran xwar.

Dewleta Tirk li herêmê li dijî sivîlan sûcên wekî revandin, dizî û talanê dike. Ji bo bidawîbûna êrîşên dagirker, darizandina dewleta Tirk û gel bikaribe vegere ser axa xwe em bang li hêzen navneteweyî dikin.”

‘ÊRÎŞ DÛMAHÎKA PLANA ÎSKENDERÛNÊ YE’

Ekad diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîş û planên xwe dixwaze împaratoriya Osmaniyan zindî bike û got ku “Parastina gel û axa me, mafê me yê meşrû ye. Yên ku axa me dagir dikin terorîst in. Ev planên dewleta Tirk dûmahîka plana Îskenderûnê ye. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike wekî Efrîn, Bab, Cerablûs û Îdlîbê. Dixwaze axa me têxe nav axa Tirkiyeyê. Li herêmê demografiyê diguherîne, kesên ji derve li vê herêmê bi cih dikin.”

“WÊ BERXWEDANA ME YA LI HEMBERÎ DAGIRKERIYÊ BIDOME’

Yek ji fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Siryanan Xabûr Ekad diar kir ku ew tevî gelên herêmê têkoşîneke hevpar dikin û got ku “Ji bo azadkirina herêmên hatine dagirkirin, em tevî gel têdikoşin. Heta ku gelê me vegere ser axa xwe, em ê vê têkoşînê bidomînin. Em ê destûrê nedin ku vê axa me were dagirkirin. Ji xeynî berxwedanê em tu rêyeke din qebûl nakin.”