Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Partiya Vîna Gel îro li paytexta Rûsya Moskovayê hevdîtinek kirin.
Hevseroka Komîteya Rêveber a MSD’ê Îlhan Ehmed li gel Serokê Partiya Vîna Gel Kadîr Cemîl re li paytexta Rûsya Moskovayê civînek a çapemeniyê ya hevpar lidar xistin. Piştî daxuyaniya çapemeniyê û şûnde têkildarî çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê muzakereyek îmze kirin. Heyeta MSD’ê ya piştî protokola têkildarî çareseriya siyasî ya Sûriyeyê ya li gel Partiya Vîna Gel îmze kir û şûnde li gel Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov re civiya.
Hevseroka Rêvebera MSD’ê Îlhan Ehmed li ser hevdîtinê ev got: “Îro di navbera me û partiya Vîna Gel de peymanek hate îmzekirin. Li ser vexwedina Wezareta Karê Derve re li Moskova em bi Wezîrê Karê Derve Lavrov re civiyan. Bi giştî rojeva civînê rewşa Sûriyeyê bû. Li ser esasê bê ka ew peymanên hatine îmzekirin wê çawa pêk werin û çawa dewam bikin. Her wiha wê nîqaş di kîjan astê de bên kirin. Ji derveyî van mijaran nîqaş li ser çareseriya siyasî yên di asta Sûriyeyê de pêk werin hate kirin. Dîsa tevlîbûna me wê çawa ji bo vê çêbibe. Ev mijar zêdetirê xwe hatin nîqaşkirin.”
HEYETA RÛSYA DESTEK DA PROTOKOLÊ
Nûnerê MSD’ê yê Misrê Sihanok Dîbo bal kişand ser girîngiya protokola heyeta MSD’ê ya li gel Partiya Vîna Gel û got: “Em protokola di navbera Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a li gel Partiya Vîna Gel a li Sûriye erênî dibînin û girîng e. Xalên esasî yên vê protokolê hene ew jî navendî bûna Sûriyeyê û erkên wê bi çi şêwazî ye. Ji bo çareseriya pirsa Kurd li Sûriyeyê li gorî hevpeyman û qanûnên navneteweyî vîna gel esas bê girtin û rêxistinkirin. Di civînê de bal kişandin ser rola HSD’ê ya li dijî terorê û jiyana hevpar a li herêmê, dîsa qada ewlehî yê.
Roleke girîng a HSD’ê wê di tevlîbûna Komîteya Destûra Bingehîn ya Sûriyeyê de wê hebe. Ji ber ku Rêveberiya gel a platforma Moskova beşeke serekeya ji bo muxalefeta Sûriyeyê, civîna îro jî bû ereke wê ku hê zêdetir li ser van mijaran kar bike. Ew jî ji aliyê xwe ve ji bo naveroka vê protokolê bibe alîkar. Rûsyayê jî piştgirî da vê protokolê.
Têkildarî encamên hevdîtinê Cîgirê Serokatiya Desteya Rêveber a MSD`ê Hikmet Hebîb ê ji ANHA’yê re nirxandin kir got: “Me bi Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê re li gorî biryara 2254`an nîqaşa rewşa siyasî kir. Di heman demê de aktîfkirina diyaloga Sûrî-Sûrî jî hate nîqaşkirin.”
Hebîb diyar kir ku wezaretê piştrast kiriye ku ew ê piştgiriya beşdariya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bikin, çi li ser asta MSD`ê be yan jî li ser asta Rêveberiya Xweser be, li gel vê yekê têkildarî heman mijarê ew ê bi nûnerê Neteweyên Yekbûyî Geir Pederson û platformên din re bikevin nava diyalogan.
Hikumet wiha domand: "Tişta me fêm kir, wezareta Rûsyayê serwert bûye ku li Sûriyê bêyî beşdariya gelê Sûriyê ew ê çareseriya siyasî misoger nebe, nexasim ku Rêveberiya Xweser û MSD`ê beşdar nebin. Lavrov piştrast kir ku ji mafê MSD`ê ye beşdarî pêvajoya siyasî bibe û heke beşdar nebe ew ê komîteya destûrî ya li Astanayê, Cinêvê yan jî diyalogên têkildarî Sûriyê kêm bimînin.”
Têkildarî xalên din ên ku hatine nîqaşkirin, Hebîb ragihand ku nîqaşa rewşa meydanî û êrişên dewleta Tirk, hate kirin. Hate diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk hîn berdewam in, nexasim li ser rêya M4`ê, bi armanca sivîlan bike hedef balafirên bêpîlot bi kar tîne. Di heman demê de nîqaşa çareserkirina ava Hesekê hate kirin û Rûsyayê soza şopandina vê dozê da.
XALÊN LI SER LI HEVKRIRINÊ
Rewşa heyî û aloziya Sûriyê ya ku ketiye sala 10’emîn, piştrast dike ku ev alozî aloziyeke bingehîn e. Her wiha destwerdanên derve alozî zêdetir kûrtir kir û hemû vebijêrkên ewlehî û leşkerî bê wate man.
Li pêşberî rewşa trajedîk û azarên ku gelê Sûriyê wekî kuştin, girtin, revandin, koçberkirin û rewşa jiyanî ya xerab, li gel şerê ku binesazî û binesaziya civakî wêran kiriye, êdî pêwîst e ku tevahî hêzên neteweyî yên demokratîk ji bo bidawîkirina vê trajediyê û rûxandinê tev bigerin.
Wek berpirsyariyeke dîrokî li hemberî karesatên ku herêm û welatê Sûriyê tê re derbas dibe, her wiha ji bo pêkanîna guhartina bingehîn a demokratîk, siyasî, aborî û civakî, MSD û Partiya Vîna Gel li hev civîn û muzakereya lihevkirinê îmze kir. Xalên bingehîn ên muzakereyê wiha ne:
1. Di Sûriya nû de, xak û gelê Sûriyê yek in. Sûriya nû dewleteke demokratîk e û tê de wekhevî û edaleta civakî heye û bi tevahî pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Tirkmen, Ermen û Çeçen serbilind e. Di pirrengiya nasnameyan de hêmana dewlemendiyê de yekitî û hevgirtina civakî xurttir dike. Her wiha destûra wê ya demokratîk formeke pêşketî ya têkiliyên nenavendî, birêvebirina gel a desthilata yekser li herêman û dewlemendiyên heyî bi awayekî adilane li tevahî welat pêk tîne. Her wiha karên bingehîn mîna karên derve, parastin û aborî, bi awayekî wekhev tên birêvebirin.
2. Çareya siyasî deriyê tekane yê bidawîkirina aloziya Sûriyê ye. Her wiha ew çareya ku xwe dispêre serweriya gel a bi hemû pêkhate û mafê wan ên diyarkirina çarenûsê bi rêya diyalogê.
Di vê çarçoveyê de, her du alî piştgiriya pêkanîna biryara bi hejmara 2254’an bi giştî dikin ku di nav de pêkanîna daxuyaniya Cinêvê û tevlêkirina aliyên opozîsyonê û di nav de MSD’ê ji çakakiya siyasî ya Sûriyê re. Ji ber ku ev biryar rêya rizgarkirina mafên gelê Sûriyê di vegerandina serweriya Sûriyê de, bidawîkirina tevahî ceza û şêweyên dorpêça li ser gelê Sûriyê ferzkirî, siyasetkirina alîkariyên mirovî, bidawîkirina dagirkeriyê û şêweyên destwerdanên derve û derxistina tevahî hêzên biyanî ji xaka Sûriyê ye.
3. Dewleta welatîbûyînê ya wekhev li Sûriyê tekeziyê bi pirrengiya civaka Sûriyê, neçarkirina dîtina çareyên demokratîk û adil ji doza Kurd li Sûriyê re li gorî pîvan û qanûnên navneteweyî û mafên wê yên destûrî dike. Her wiha di dewleta welatîtiyê de mafên neteweyî yên tevahî pêkhateyên Sûriyê di yekitiya Sûriyê û serweriya wê de parastiye.
4. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîstiyek e û pêdiviyeke civakî ya girêdayî rewşa welat e. Her wiha ji bo bidawîkirina aloziyên heyî pêwîstiyeke herêmî ye. Ya girîng divê ji tecrubeya Rêveberiya Xweser bi erênî û neyîniya wê sûd jê were girtin, nexasim di şêweyên rêveberiya gel li herêman de. Divê li ser asta neteweyî ya giştî û di çarçoveya lihevkirina di navbera gelê Sûriyê de bi pêş bikeve, da ku yekitiya xaka Sûriyê, serweriya wê û pergala rêveberiya giştî xurt bibe.
5. Artêşa Sûriyê, saziyeke neteweyî ya giştî ye, tenê bi rakirina çekan ve girêdayî ye û destwerdana siyasetê nake. Divê QSD ya ku bi awayekî cidî rola xwe di şerê li dijî terorê de lîstiye û hê jî li ser xurtkirina jiyana hevbeş dixebite, li ser bingeha form û mekanîzmayên lihevkirinê tev li vê saziyê bê kirin.
Li gorî vê, her du aliyan li ser xurtkirina peywendî û hevkariya li ser asta siyasî ya giştî û asta xebata yekser, li hev kir. Her du aliyan piştrast kir ku pêwîst e xebata hevbeş ji bo garantiya beşdariya MSD’ê di xebata siyasî ya tevahî hûrgiliyên de pêk bê û beşdarî komîteya destûra Sûriyê bibe.