Ehmed: Gelê Dêrazor amade ye ku xwe bi rê ve bibe

Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed ragihand ku gelê Dêrazor amade ye ku xwe bi rê ve bibe û herêmên xwe birêxistin bikin.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed diyar kir ku gelê Dêrazor amadeye ku xwe bi rêve bibin û pêwîst e Meclîsa Dêrazor jî herêmê birêxistin bike.

Yekemîn kongreya damezirandina Meclîsa Sivîl a Dêrazorê bi tevlîbûna rûsipiyên êlên herêmê û nûnerên meclîsên Tebqa, Reqa û Rêveberiya Sivîl a Minbicê dest pê kir.

‘WÊ HERÊMÊN KU HATINE AZADKIRIN BI RÊXISTIN BIKIN’

Di berdewamiya axaftinan de Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed jî axivî û di destpêka gotinên xwe de lidarxistina kongreyê pîroz kir.

Îlham Ehmed di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser deskeftiyên QSD`ê û wiha got:ʺHêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) herêmeke fireh a Bakurê Sûriyeyê ji terorê paqij kir. Şêniyên wan herêman meclîsên xwe ava kirin û xwe birêxistin kirin. Meclîsa Sivîl a Dêrazorê jî wê were avakirin û herêmên xwe yên rizgarkirî birêxistin bikin.”

 Îlham Ehmed destnîşan kir ku  herêm ber bi aramiyekê ve diçe û êdî her kes bi îradeya xwe xwe birêxistin dike û wiha pê de çû: “Rejîma Sûriyeyê li beramberî vê yekê hîna di polîtîka xwe ya sîstema navendî de israr dike. Ew ne amade ye ku sîstema xwe ya desthilatdar biguherîne.ʺ

Têkildarî polîtîkaya rejîma Sûriyeyê Îlham Ehmed wiha got: ʺÊdî wext hatiye ku rejîma Sûriyeyê sîstema xwe bide guhertin û ber bi demokrasiyê ve gavan biavêje.ʺ

Ji bo opozisyona Sûriyeyê jî ev tişt got:ʺAliyên ku xwe bi navê opozisyonê dane naskirin nikaribûn ji bo gelê Sûriyeyê tiştekî bikin. Dewletên derve ew dan bikaranîn û wan jî têkçûyîna xwe îlan kirin.ʺ

‘AMADE NE KU XWE BI RÊ VE BIBIN’

Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir; “ Projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê wê ji bo giştî herêmê aramiyê bi xwe re bîne. Di sîstema federaliyê de wê gel bi îradeya xwe, xwe birêxistin bike. Niha şêniyên Dêrazorê jî dibêjin ku piştî herêmên wan rizgar bibin ew amade ne, bi îradeya xwe xwe bi rê ve bibin û herêmên xwe birêxistin bikin.ʺ

Kongre didome.