Efrînî hewl didin li Şehbayê jiyaneke nû ava bikin

Efrîniyên ku piştî êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên çete neçar man koçî herêma Şehbayê bikin, hewl didin birînên xwe bipêçin.

Piştî ku dewleta Tirk tevî çeteyên xwe yên El Qaîde, DAÎŞ û El Nûsra ji bo qirkirina Kurdan êrîşî Efrînê kirin, bi sedan hezarî ji Efrînê koçî herêma Şehbayê kirin. Rêveberiyên Efrîn û Şehbayê ji bo bersivê bidin pêdiviyên gel gelekî hewl didin. Bi hezaran Efrînî li derve û li xirbeyên ku çetyeên DAÎŞ'ê mayin lê bi cih kiribûn neçar in bijîn. Her wiha madeyên xwarinê, derman û jiyanî bi zor û zehmetî têne peydakirin.

Ji Kobanê û Cizîrê malzemeyên alîkariyê ji gelê Efrînê re tên şandin, lê belê ji ber ku rejîma Sûriyeyê dibe asteng, nagêje herêmê. Beriya niha bi hefteyekê malzemeyên alîkariyê ji Cizîrê hatibû şandin, lê tenê beşeke biçûk a vê alîkariyê gihîşt Şehbayê. Ajokarên qemyonan anîn ziman ku rejîmê bi rojan dest danîn ser wesayitên wan, hemû barê wan anîn xwarê û kontrol kirin.

Meclîs û komunên Efrîn û Şehbayê alîkariya ku digihêje herêma Şehbayê digihînin gel. Li Şehbayê ku kêm caran alîkarî digihêjê, gel û xebatkarên komunan hewl didin bi alîkariya hev, malzemeyan bigihînin hewcedaran. Efrîniyê bi navê Nûrî Heftar ku ji Efrînê koç kir û niha bi komunan re dixebite ji bo alîkariyê bide gelê li Şehbayê anî ziman ku pêwîstiya gel bi gelek tiştan heye.

Yek ji ajokarên qemyonê Mistefa Mihemed ku malzemeyên alîkariyê yên Rêxistina Alîkariyê ya Rojava ji bo Efrînê kom kiribû anî Efrînê, diyar kir ku rejîmê gelekî astengî derxist pêşiya wan. Mihemed da xuyakirin ku hefteyeke ew di rê de ne û got, "Barê me hemû anîn xwarê. Piştre jî me dîsa qemyonan bar kir û îro em gihîştin Efrînê."

Ebû Şoreş Mistefa ku di karê alîkariyê de cih digire, anî ziman ku ji ber çeteyên dewleta Tirk wî ji Helebê koçî Efrînê kiribû, lê ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar maye ji Efrînê jî koçî Şehbayê bike. Mistefa got, "Me gelekî ji zilma van kişand. Niha em tevî gelê xwe li vir in. Em di demeke zehmet de ne, lê înşaleh em ê her bihosta axa Efrînê rizgar bikin."