Efrîn bûye laboratûwara sûcên dewleta Tirk

Dewleta Tirk a dagirker di destpêka meha Îlonê de jî mirov revandin. Di meha Tebaxê de herî kêm 62 kes hatibûn revandin.

Hêza paramîlîter a dewleta Tirk a dagirker ku navê 'Polîsên leşkerî' lê kirine û li herêma Efrîn a dagirkirî sûc dike, li taxa Eşrefiyê kesek revand. Hat zanîn ku kesê hatî revandin navê wî Mistefa Henan Mihemed (44) ê ji gundê Şerqiya yê navçeya Bilbilê ye. 

2’ê Îlonê çeteyên “Ewlehî” yên dewleta Tirk ji gundê Dêr Siwan ê navçeya Şera ciwanê bi navê Elî Nebo Osman (25) revand. Ji bo berdana ciwanê ku aqûbeta wî nayê zanîn, 10 hezar dolar fîdye ji malbata wî hatibû xwestin.

DI 8 MEHAN DE HERÎ KÊM 270 KES HATIN REVANDIN

Dewleta Tirk ji sala 2018’an û vir ve li Efrîna dagirkirî, rejîmeke terorê ava kiriye. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê dewleta Tirk û çeteyên wê di meha Tebaxê de 62 welatî revandin ku 6 ji wan jin bûn. Hat diyarkirin ku yek ji jinên hatî revandin rastî destdirêjiya çeteyan hatiye.

Di di navbera meha Çile-Tîrmehê de jî herî kêm 208 kes hatin revandin. 17 hezar dar hatin birîn. Rêxistina Mafên Mirovan wiha qala sûcên sîstematîk ên dewleta Tirk kiribû: “Dewleta Tirk a dagirker li herêmê ji xeynî komkujî, revandina mirovan, şîdet, fîdye, desteserkirina mal û milkê gel, bi sûcên firotina kel û pelên desteserkirî û qirkirina xwezayê mafên mirovan binpê dike.”

DI 8 MEHAN DE BI DEHAN ZAROK HATIN QETILKIRIN

Di 8 mehên destpêkê yên salê de, li herêmên Efrîn û Şehbayê di encama teqînan de 15 zarok hatin qetilkirin û 16 zarok birîndar bûn, 4 zarok rastî destdirêjiyê hatin, 9 zarok hatin girtin, di encama êrîşa zayendî û êşkenceyê de zarokek hat qetilkirin, 6 ji wan birîndar bûn, yek jê pitik 8 zarok hatin revandin, 6 zarok jî di encama êrîşê de hatin qetilkirin.