Economist bazara Tirkiye ya koçberan a li ser Efrînê nivîsand

Li gorî nirxandina Kovara The Economist a heftane li Îngiltere weşanê dike, bal kişand ku Tirkiye piştî Efrînê û şûnde daxwaz dike ku herêmên din ên Rojava dagir bike.

Li gorî nûçeya di kovarê de cih digire, bal kişand ser gotinên mezinkirî yên Serokkomarê Tirk Erdogan ên têkildarî Efrînê weke ku li gel tevahî cîhanê şer kirî, guh nade rexneyên gelek welatan bibîr xist û di nirxandinê de wiha hate gotin: “Erdogan dibêje; ‘Xwîn ji pozên sivîlekê tenê jî xwîn nehatiye’.”

Di nûçeyê de cih hate dayîna gefên Tirkiyeyê yên têkildarî herênên din ên dikevin rojhilatê Firatê yên Rojava û Minbicê, binî xet kir ku heyîna leşkerên Amarîka ya li vir, ‘Pirsgirêkeke mezin e’.

GELO KOÇBERÊN JI ÎDLÎBÊ REVIYAN WÊ LI EFRÎNÊ BI CIH BIKIN?

Yek ji nuqteya din a ku The Economist di nûçeya xwe de bal kişandî ser, îdîaya Erdogan a ku ‘Wê xwediyê Efrînê li herêmê bi cih bibin’ ku wê çawa vê yekê di pratîkê de pêk bîne ye bû. Bi vê re ji beşek koçberên nêzî 3-4 milyon ên Sûriyeyî ku li Tirkiyeyê ne, wê bişînin Efrînê. Hat diyarkirin ku koçberên ji ber operasyonên rejîma Esed ji Îdlîbê reviyayîn, fikar hene ku li Efrînê bi cih bikin heye.

The Economist bibîr xist ku li Rojhilatê Gutayê ji ber operasyonên rejîma Sûriye û Rûsyayê qetlîam hatine kirin û koçberî destpê kiriye, diyar kir ku di rewşa heyî de dibe di demek nêz de êrîşî Îdlîbê jî bê kirin. Di nûçeya kovarê de cih hatiye dayîna gotinên Ahmet Han ê ji Zanîngeha Kadîr Has ên têkildarî planên qirêj ên Tirkiyeyê yên derbarê operasyonên rejîmê û pêla koçberiyê ku pêk were.

Ahmet Han wiha gotiye: “Têkildarî pêkhatina operasyona Îdlîbê ku koçberî pêk were, rêveberên Tirkiyeyê wê tercîha bazariyeke ji derveyî Tirkiyeyê bike be.” Di dawiya nûçeyê de ev tişt hate gotin: “Efrîn, tam jî ji bo pêkanîna vî karî ji bo (Tirkan) fersendeke.”