Ebdî, bi McKenzîe û Roûbecek re civiya

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bi Fermandarê CENTCOM û Serfermandarê Navenda Hêzên Tifaqa Navnetewî Kanneth McKenzîe û Nûnerê DYE yê Koalîsyona Navnetewî Wîllîam Roûbeck re civiya.

Piştî hevdîtinê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî daxuyaniyek kurt da û diyar kir ku diyaloga di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî ya derbarê piraniya mijarên ku hatin nîqaşkirin de nerînên wan wekhev e.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hatî kirin di civînê de dewama têkoşîna li dijî terora DAÎŞ’ê, gefên ewlehiyê yên li ser sînorê Bakurê Sûriye û Tirkiyeyê,  rewşa DAÎŞ’iyên ku di destê QSD’ê de, pirsgirêkên kampan, plannameya xebatên hevpar û koordînasyona di navbera QSD û Koalîsyona Navnetewî de hatiye gotûbêjkirin.

Daxuyaniya kurt a ji aliyê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ve hatî kirin wiha ye; “Nêrîna di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî de di derbarê piraniya mijarên ku hatin nîqaşkirin de, wekî hev bûn. Her du aliyan li ser rêbaza diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî û koordîneya ji bo tunekirina DAÎŞ'ê bi awayekî giştî teqez kir.”