DYA li konvoyeke hêzên rejîma Sûriyeyê da

Pentagonê daxuyand ku hêzên DYA’yê li nêzî El Tanfê li konvoya hêzên rejîma Sûriyeyê daye.

Balefirên şer ên DYA’yê li nêzî El Tanfê ya ku li başûrê Sûriyeyê ye li konvoyeke hêzên rejîma Sûriyeyê da.

Di nava koma hatî lêxistin de nehate zanîn ku leşkerên Sûriyeyê hene yan ne.

Rêveberekê diyar kir ku balfirên DYA’yê li nêzî navçeya El Tanf a dikeve başûrê Sûriyeyê li konvoyekî ya aîdî rejîma Sûriyeyê xistine. Rêveber wiha got: “Ez piştrastdikim ku li nêzî El Tanf li dijî konvoyekî ya Sûriyeyê êrîşekî hewayî hatiye lidarxistin. Têkildarî detayan ez ê daxuyaniyekê bidim.”