Du rojên li kampên ku jinên DAÎŞ'î lê ne

Me du roj li kampên ku jinên DAÎŞ'ê lê ne, derbas kir. Li kampên herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdeyî 10 hezar jin û zarokên DAÎŞ'î hene. Li kampan rewşeke tevlîhev heye.

Kêm maye ku şerê li eniyê yê li dijî DAÎŞ'ê biqede. Bi hezaran çeteyên DAÎŞ'ê tevî malbatên xwe radestî hêzên QSD'ê bûn û dibin. Tevî hevser û zarokan bi sedan malbatên DAÎŞ'ê ji eniya şer hatin derxistin.

Ji ber ku li Herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk girtîgeha jinan an jî navenda rehabîlîtasyonê nîne, malbatên DAÎŞ'ê li kampên Eyn Îsa, Roj û Holê li beşên taybet dimînin.

Em du rojan li kampên Roj û Holê yên Herêma Cizîrê man, me hewl dan rewş û psîkolojiya van jinan bibînin û agahî ji rayedaran girtin.

Ji ewlekariya malbatên DAÎŞ'ê yên li kampê asayîşa giştî û ya jinan berpirsyar e. Hêzên ewlekariya giştî û hêzên ewlekariya jinan hewl didin rewşa van kesan a li nava DAÎŞ'ê tespît bikin. Ji ewlekariya derve ya kampan jî hêzên leşkerî berpirsyar in. Pêwîstiya jinên li kampê jî ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve tên peydakirin.

Ji bo peydakirina pêwîstiyên stargeh, xwarin, av, paqijî û hwd. ên însanî heta niha dewletên ku ew welatiyên wan e, hêzên koalîsyonê yên hevparê QSD'ê û Neteweyên Yekbûyî alîkarî nedane.

RAWESTGEHA ME YA DESTPÊKÊ KAMPA ROJÊ YE

Em destpêkê berê xwe didin Kampa Rojê ku penaberên Iraqî jî lê dimînin. Malbatên DAÎŞ'ê li beşeke taybet dimînin. Kampa Rojê bi rêk û pêk û paqij xuya dike. Li vê kampê bi qasî 400 malbatên DAÎŞ'ê hene. Hejmara wan nêzî 2 hezarî ye.

Dema em li nava kampê digerin, em dibînin ku hinek ji jinên DAÎŞ'î bi çarşefê digerin, hinek jî bêçarşef. Lê belê hemû jî dema kamerayê dibînin rûyê xwe digirin. Hema bêjin piraniya wan naxwazin biaxivim.

'EGER TIRKIYE BÛYA WÊ SÎNOR VEKIRIBÛYA'

Jineke Tirk a ku dibêje navê wê Vayle ye, tê gel me. Mîna yên din xwe bi çarşefê negirtiye, rûyê wê vekiriye. Dibêje, "Eger ez biaxivim wê DAÎŞ biheje. Lê belê zarokên min hene. Wê me bibînin û bikujin." Em dipirsin, 'Ji ber çi?', dibêje "Dixwazim tevî zarokên xwe vegerim gel malbata xwe, vegerim Tirkiyeyê. Lê belê DAÎŞ li Tirkiyeyê gelekî zêde ye, wê me bibîne û berde serê me."

Dema ku em bi 3 jinan re li ser piyan diaxivin, jina bi navê Fatma dibêje, "Baş e wê çi bi me were?" Vayle didomîne; "Baş e, eger Tirkiye me naxwaze bila yên li vir me berdin, em bi xwe biçin." Dema ku dibêjim, tiştekî wiha nepêkan e, Tirkiye dewleteke din e û sînorên xwe di çarçoveya qanûnan de ye, vê bersivê dide, "Lê belê Tirkiyeyê ev yek ji bo vê derê nefikirî. Sînorên xwe vekir, em hemû ji wir hatin. Eger ew bûya wê sînor vekiribûya, wê em hemû ji vir bişanda."

'BAVÊ MIN DIGOT, JIN PÊLAVA HEVSERÊ XWE YE'

Wezîfedar me dibe ber konekî din. Li vir jî jinên ji Fasê hene. Ev jin li gorî yên din hinekî cuda ne. Me dawetî konekî din dikin û qehweyê didin me. Yek ji wan dibêje, eger dîmen nekişîne û tenê em binivîsînin wê biaxive. Naxwaze navê xwe yê rastî bêje. Dibêje, hema Sara binivîsîne.

Qala çîroka xwe dike. Dibêje ku li Fasê hem malbata wê hem jî malbata hevserê wê xwedî nêrîneke gelekî hişk bûn û ji ber vê yekê sala 2015'an dema hevserê wê hate Sûriyeyê ew jî ji neçarî pê re hat. Dibêje, "Bavê min ji me re digot, 'jin pêlava hevserê xwe ye. Mêr bi ku ve biçe, jin jî divê biçe wir'. Yanî dema hevserê min çû, ez pê re neçûbûma nikarîbûm vegeriyam mala malbata xwe jî."

'DIXWAZIM LI SÛRIYEYÊ BI KURDAN RE BIMÎNIM'

Tîne ziman ku dema tevlî DAÎŞ'ê bû, wan Îslam nedîtin û ji ber ku şer li ser hevserê wê hate ferzkirin, 3 caran wan hewl dan birevin. Di hewldana duyemîn a revê de 15 rojan hate girtin, ya sêyemîn de jî piştî hate girtin bi 1100 dolarî fîdyeyê ji girtîgehê hate derxistin, lê belê careke din agahî ji hevserê xwe negirt. Sara anî ziman, berî sal û nîvekê ji Dêra Zorê reviya û xwe li QSD'ê girt.

Sara bi dewamî got, "Rewşa me li vir baş e. Ez naxwazim vegerim Fasê. li Fasê jî zexta DAÎŞ'ê heye. Naxwazim biçim Komara Ereb a Sûriyeyê. Naxwazim li dewletên Ereb û Misilmanan bijîm. Bila zarokên min li vir li nava Kurdan bijîn û bi wê nêrîna gemarî ya DAÎŞ'ê nekevin. Bavê min got ku eger vegerim wê min qebûl bike, lê eger vegerim wê zarokê min bi rengê hevserê min bê mezinkirin. Bila yên li vir min qebûl bikin, ku tevî zarokê xwe li vir bim."

YÊN JI BAXOZE DERDIKEVIN TÊN KAMPA HOLÊ

Piştî Kampa Rojê em berê xwe didin Kampa Holê ya li herêma Cizîrê. Kampa Holê sala 2016'an ji bo penaberên Iraqî hate avakirin. Ji kampa Rojê gelekî mezintir e. Ji ber ku beşa ji bo malbatên DAÎŞ'î ya li Kampa Rojê tijî bû, li Kampa Holê beşek hate vekirin. Niha jî sivîl û malbatên çete yên ji Baxozê tên derxistin tînin vê kampê. Kapasîteya kampê herî zêde 40 hezar e, lê heta 8'ê Adarê hejmara mirovên li kampê dimînin gihîştiye 65 hezar kesî.

Hejmar rojane zêde dibe. Rayedarên kampê û Heyva Sor a Kurdistanê tevî hin saziyên alîkariyê seferber bûne. Hejmara çeteyên DAÎŞ'ê yên li Kampa Holê gihîştiye 6 hezar kesî.

Ji bo jinên DAÎŞ'î yên nû hatine beşeke nû hatiye vekirin. Lê belê ji ber ku hejmar zêde ye pirsgirêka paqijiyê zêde ye. Rojane bi qasî 20 ton çop tê komkirin, lê dîsa jî li her derê çop heye.

HER TIŞTÊN JI WAN HATINE GIRTIN BI BELGEYAN HATINE QEYDKIRIN

Em hîn dibin ku qedexe ye telefon bi jinên DAÎŞ'î re hebin û înternetê bi kar bînin. Wekî din destûr nayê dayin ku di dema hatina kampê de kes pereyan an jî eşyayên ji aliyê madî ve hêja ne bi xwe re bixin nava kampê. Eşyayên wan ji aliyê aliyê rêveberiya kampê ve emanet tên girtin. Dema ku ev ji wan tê girtin jî hemû tên qeydkirin û yek bi yek belge û meqbûz ji wan re tê dayin. Li ser meqbûzan jî navê wan kesan, rêje û hejmara eşyayên wan hatine girtin nivîsandî ne. Destûr tê dayin ku bi qasî têra wan bike pere bi jinên DAÎŞ'î re hebe.

'PÎVANÊN EWLEKARIYÊ YÊN LI KAMPÊ'

Rayedarên kampê dibêjin, ji ber ewlekariya giştî ew destûrê nadin ku telefon, înternet û zêde pere li gel mirovan hebin. Destnîşan dikin ku ev yek di çarçoveya pîvanên ewlekariyê de ye. Rayedarên ewlekariyê yên li kampê naxwazin wêne û dîmenê wan bê kişandin, ji ber ewlekariyê.

GIRSEYA ÎHH, XWIŞKA AKP'YÎ

Fatma Yilmaz dibêje, beriya tevlî DAÎŞ'ê bibe, ÎHH li wan dinerî ku ev sazî bi alîkariya xwe ya ji bo DAÎŞ'ê navdar e. Fatma Yilmaz ku zarokên wê hemû li nava DAÎŞ'ê mirine, 4 caran zewiciye. Fatma Yilmaz herî dawî herî bang li birayê xwe yê li Stenbolê Yûsûf Îlgezdî dike ku endamê AKP'ê ye û dibêje, "Xwe bigihîne min."

'QSD'Ê NEBAŞÎ BI ME NEKIR'

Dema ku em berê xwe didin konekî din ê mezin ê jinên Tirk lê ne, naxwazin em dîmen bikişînin. Em li vir bi du jinên ji Enqereyê diaxivin. Yek dibêje li pey hevserê xwe hatiye, ya din jî dibêje ew tevî hevserê xwe hatiye. Jina bi navê Şenay Unal anî ziman ku berî 4 salan wê bihîstiye ku mêrê wê miriye, ji bo hîn bibe bê rast e ya ne rast e, ew hatiye. Diyar kir ku DAÎŞ'ê destûr neda ku careke din veger û got, "Min gelekî xwest birevim. Min rê nedît. Digotin, 'Nebaşiyê li jinan dikin, zarokên wan ên mêr di destê wan digirin û dikujin'. Ji ber wê yekê newêrîbûm birevim. Lê belê dema ku min dît ne welê ye, ez ji Hecînê reviyam û min xwe gihand QSD'ê. Xwedê li jorê ye, ne ti nebaşî ji destê QSD'ê nedît. Lê dixwazim vegerim Tirkiyeyê. Dixwazim vegerim gel dayika xwe."

PIRANIYA DAÎŞ'Î DIXWAZIN VEGERIN TIRKIYEYÊ

Di rojeva jinên Tirk de vegera li Tirkiyeyê heye. Yek ji wan dibêje, "Bila me berdin, em bi xwe biçin."

Ji bilî Sûriyeyiyan jinên DAÎŞ'î hemû di ser Tirkiyeyê re xwe gihandine Sûriyeyê. Ji bilî yên ku ji ber tevlîbûna li nava DAÎŞ'ê poşman in, hema bêjin hemû dixwazin biçin Tirkiyeyê. Hinek ji jinên Çeçen dibêjin ku berî tevlî DAÎŞ'ê bibin li kampên penaberan ên li Tirkiyeyê mane û dema vegerin Tirkiyeyê wê ji nû ve weke penaber bên qebûlkirin.

Dema ku em vê rewşê ji wezîfedarekî ewlekariyê dipirsin, dibêjin; hevserên hinek ji wan beriya niha reviyan Tirkiyeyê, dewleta Tirk jî ew li Efrîn û Şehbayê li deverên Sûriyeyê yên dagir kiriye wezîfedar kiriye.

'YA HATIYE SERÊ ME BILA NEYÊ SERÊ JINÊN DIN'

Jina bi navê Ela Mûhammed Ûlyûm ji Latkiye ya Sûriyeyê ye. Dibêje ku DAÎŞ'ê gef lê xwariye ku wê zarokên wê jê bistînin, lewma neçar maye bimîne. Ela anî ziman ku di nava DAÎŞ'ê de ji tirsa ew ji malê derneketiye û got, "Zexteke giran li jinan dikirin. Eger jinan reş li xwe nekiribûna, rûyê xwe nepêçandibûna ceza li wan dibirîn. Jin nikarîbû tena serê xwe derkeve, nikarîbû bi mêran re biaxive. Em fetisandibûn, bêhn li me çikandibûn."

Jina bi navê Ela Mûhammed Ûlyûm anî ziman ku berî mehekê ji Baxozê reviya, xwe gihand hêzên QSD'ê û piştre ew anîn Kampa Holê. Wiha didomîne: "Şervanên jin ên li wir em dîtin, gelekî baş nêzî me bûn. Naxwazim zilma ku DAÎŞ'ê li me kir, tişta bi serê me ve anîn, bînin serê jineke din. Li kampê yên herî zêde pirsgirêkan derdixînin ên biyanî ne. Dema ku bi rûvekirî çûm tiştekî bikirim, pirsgirêk derxistin ku çima bi vî rengî derketime. Hewl dan li min bidin. Îro jî bi heman rengî gef li zarokên min xwarin. Yekane daxwaze min ew e ku ez bi temamî ji DAÎŞ'ê rizgar bibim. Malbata min, birayên min, hemû li latkiyeyê ne. Dixwazim biçim gel wan."

Piştî ku em bi Ela re axivîn, rayedarên ewlekariyê gotin ku ji bo ewlekariya wê wê cihê wê bê guhertin. Li ser vê yekê em jî ji kampê derketin.