‘Divê xelkê Efrînê li hemberî şerê taybet têbikoşe’

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê li Kampa Berxwedan a navçeya Fafîn ya Şehbayê daxuyaniyek da û li dijî şerê taybet ê dewleta Tirk banga têkoşînê li gelê Efrînê kir.

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê têkildarî kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê û şerê taybet ê ku niha tê meşandin îro li Kampa Berxwedan a navçeya Fafîn ya Şehbayê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê endamê rêveberiya xweser a herêma Efrînê Ebid El-Hemîd Bekrî û daxuyaniya bi zimanê Erebî ji aliyê endama rêveberiya desteya jin a herêma Efrînê Zelox Reşîd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin;

“Bi destpêkirina aloziyê Sûriyeyê re, dewleta Tirk xewna xwe ya Osmaniya faşîst careke din nû dike bi rêya hewldanên kontrolkirina erdnîgariya dewletên derdorê û kolekirina gelên wan û li ser wê xwe destêwerdana Sûriyeyê. Pêre jî hemû terorîstên cîhanê pêşwazî û perwede kir û şand Sûriyeyê ji bo gelê ku roleke girîng di şaristaniyê û demokrasiyê lîstiye tune bike.

Piştî ku peytexta DAÎŞ’ê ‘Reqa’  bi destê YPG’ê ,YPJ’ê û QSD’ê hate hilweşandin, dewleta Tirk biryar da ku wê tola zarokên xwe DAÎŞ rake ji ber wê bi awayekî hov êrîşê xwe li ser Efrînê de pêk anî û Efrîn dagir kir û bi sed hezaran  ji niştecihên Efrînê koçber kir.

Ev zêdetirî salek derbas bû û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hemû rêbazên şer li hemberî  erdnîgarî û  gelê Efrnê berdewam e, kuştin, destgîrkirina gel, şewitandina xwezayê, rûxandina cihên kevnar, dizîna şûnwaran her wiha belavkirina nasnemeya Tirkî  li ser gelê herêmê bi armanca guhertina demografîk û tunekirina çand û zimanê heyî ye.

Ev kiryar bi lihevkirina û peymanên bewleta Rûsî re çêdibe yê ku berjewendiyên xwe yên taybet li ser gelê Sûriyeyê, gelê Kurd û yekbûna xaka Sûriyê re dimeşîne ji ber vê yekê jî em helwesta dewleta Rûsyayê şermezar dikn her wiha em li hemberî bêdengiya Sûriyeyê matmayî dimînin û di heman demê de em şermezar dikin ji ber ku tecrîbeya Lîwa’i El-Iskenderon wê careke din li Efrîn dubare bibe.

Rêveberiya Xweser banga hişyariyê li hemû gelê Efrînê yên ku niha li Şehbayê dike ku li hemberî pêngavên şerê taybet ya dewleta Tirk bisekinin û heta rizgarkirina Efrînê bi erka xwe ya dîrokî rabin.”