‘Divê rastiya van komkujiyên li Parîsê eşkere bibe’

Li Qamişloyê bi daxuyaniyekî komkujiyên li Parîsê hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Divê rastiya van komkujiyên li Parîsê eşkere bibe.”

Ji bo bîranîna Endama Konseya Rêveber a KCK’ê şehîd Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdûrrahman Kizil ku 23’ê Kanûna 2022’an de li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê hatin şehîdxistin, Nivîsgeha Jin a TEV-DEM’ê daxuyaniyek li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo da çapemaniyê. Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hate xwendin.


Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Bi boneya bîranîna yekemîn salvegera komkujiya Parîsê ya duyemîn, em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Şehîd Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil di komkujiya sala 2023’an de li Parîsê hatin qetilkirin. Deweta tirk a dagirker di bin navê mafê mirovan de hemû mafê mirovan binpê kiriye.”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser komkujiya Parîsê ya yekemîn jî û ev tişt hate gotin: “Em soza şopandina rêya şehîdên xwe didin. Em bang li raya giştî ya cîhanê û saziyên navnetewî dikin ku rastiya van komkujiyan zelal bikin.”