‘Divê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker em yekîtiya xwe xurt bikin’

Rûspî û şêxên eşîrên Reqayê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û got: “Divê gelên herêmê li dijî êrîşên nemerdane yên dagirkeriya Tirk yekitiya xwe xurt bikin.”

Dewleta Tirk a dagirker di 25’ê Kanûnê de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi pêleke nû ya êrîşên hewayî kiribû. Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de heta niha binêsaziya herêmê, îstasyonên petrolê û gelek cihên welatiyên sivîl hatin hedef girtin. Di encama êrîşan de heta niha 8 welatî hatine qetilkirin û 2 welatî jî birîndar bûne. Di êrîşên Tirkiyeyê de ku li bajarên Kobanê, Qamişlo, navçeya Amûde û Şehbayê didomin, heta niha fabrîqeyên zeytûnan, fabrîqeyên êm, eywanên dawetê, depoyên pembû, nexweşxane, îstasyonên sotemeniyê û gundan hatine bombebarankirin. Tevî ku Tirkiye bi êrîşên li ser nexweşxane û binesaziya herême sûcê li dijî şer pêk tîne jî hezên garantor ên herêmê û qada navneteweyî li dijî van êrîşan bêdeng in. Her wiha welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li dijî êrişên Tirkiyeyê daketin qadan û bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê dan.

Rûspî û şêxên eşîrên Reqayê der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya qada navneteweyî ji Ajansa Nûçeyan Fiart (ANF) re axivîn.

‘ERDOGAN DIXWAZE DAÎŞ’Ê JI NÛVE ZINDÎ BIKIE’

Rûspiyê Eşîra El Elî ya Qebîleya El Welde Remezan Rehal anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên li ser qadên jiyanê sûcê mirovahiyê dike û got: “Hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û daxwaza azadiya Rêber Apo ya dostên Kurdan ên Ewropayê zora dewleta Tirk a dagirker diçe û ji ber vê yekê êrîşên xwe yên nemerdane zêde kirine. Dagirkeriya Tirk dixwaze bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxwaza azadiya gelekê asteng bike. Erdoganê dagirker li dijî jiyana bi hev re a gelên herêmê ye. Ji bo vê yekê dixwaze DAÎŞ’ê ji nûve zindî bike.”

'DIVÊ HER KES XWEDÎ LI DOZA ME YA REWA DERKEVE’

Rehal da zanîn ku divê her kes xwedî li doza wan a rewa derkeve û wiha pê de çû: “Em bang li hemû civaka navdewletî, rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê û Yekîtiya Dewletên Ereban dikin ku bi awayek eşkere û xurt li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rawestin. Divê her kes helwesta xwe ya zelal nîşanî dagirkeriya Tirk bide. Weke pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mafê me jî heye em di nava aramî û aştiyê de bijîn. Dîsan em bang li koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dikin ku zextê li Tirkiyeyê bike da ku pêşî li êrîşên hovane bigre.”

'GELÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ CÎHAN JI HOVÎTIYA DAÎŞ’Ê RIZGAR KIR’

Şêxê Eşîra El Taî ya Kantona Reqayê Elî Mihemed El Taî jî bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rohilatê Sûriyeyê da û got: "Em êrîşên nemerdane yên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar. Divê civaka navneteweyî ji vê hovîtiya Tirk hesap bipirse. Dewleta Tirk a dagirker li dijî aramî û aştiya herêmê ye û ji bo vê yekê êrîş dike. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşxistinên gelek bi qîmet bi dest xistin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelên cîhanê ji hovîtiya DAÎŞ’ê rizgar kirin. Divê hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hêzên parastina civakê bibin yek û yekîtiya xwe xurt bikin.”